Sûrîye – daxuyanîyeke lezgîn a hevbeş: metirsîyê li ser jîyana girtîyên zindana Homsê ya Navendî

Bi sedan girtîyên keyfî dikevin girêva birçîbûnê ji bo serbestkirina wan

520 girtî li Zindana Homsê ya Navendî roja 17ê cotmeha 2017an ketin girêva birçîbûnê de da ku demlidest werin serbestkirin piştî ku çend sal li ser girtina wan a keyfî derbas bûn, ev daxwaz piştî gefên “Rêveberîya nû” ya “Bilal Silêman Mehmûd” hatin nûkirin û bi qutkirina kehrebe û avê bo çend saetan dest pê kir dema hewldana derbasbûna zindanê ya têkçûyî. Du avahî di bin destê rêveberîya zindanê de hene û tirsa veguhertina wan bo dadgehên awarte û beşên ewlehîyê heye.

Doza Zindana Homsê ya Navendî cardin vegerîya holê piştî seredana şanda komîteya Navdewletî ya Xaça Sor roja duşemê 16ê cotmeha 2017an da ku li ser rewşa girtîyan a tendirustî û xwarina wan bisekinin, lê rêveberîya zindanê çavdêrîya hevdîtinan dikirin û polis bi endamên şandê re hazir bûn di encamê de daxwazên girtîyan negihan komîteyê bi taybet daxwazên 492 girtîyên ku ji ber şerê li Sûrîyeyê hatibûn girtin; ku gelek sal li ser girtina wan derbas bûne (piranîya girtîyan hatine bo beşên ewlehî hatine veguhestin di salên 2011 û 2012an de) û li gor jêderên ji hundirê zindanê; 28 girtî rastî metirsîya dadgehkirina wan di dadgeha Meydanê ya leşkerî de tên her weha 462 girtî bo dadgeha Terorê hatine veguhestin ku ne li gor pîvanên navdewletî ên dadgehkirina dadmend e, li gel 30 girtîyên din ên tometên cûrbicûr.

Gefên birêveberê zindanê ên derbasbûna avahîyên ku girtî xwe di wan de diparêzin berdewam in û gef bi rêya radyoya zindanê li wan xwar û ji wan re got ku ew ê wan li gel malbatên wan bişewitîne.

Rêxistinên îmzeker li ser vê daxuyanîyê ji Hikûmeta Sûrîyeyê dixwazin ku di cih de daxwazên girtîyên ku ketine girêva birçîbûnê de bicih bîne bitaybet di warê dirêjkirina dema girtina wan keyfî de her weha îmzeker doza rawestandina veguhestina girtîyan bo dadgehên meydanî û leşkerî yan dadgehên din mîna “Dadgeha Terorê” dikin li gel rawestandina sezaya bidarvekirinê.

Her weha îmzeker doza van yekan dikin:

  • Ji NYyê û ofîsa Komîserê Bala yê Mafên Mirovan dixwazin:

1- peydakirina garantîyên cidî da ku rêveberî nekeve zindanan de û komkujîyan der heqê girtîyan de neke û wan îşkence neke.

2- zexta li ser hikûmeta Sûrîyeyê da ku ji nû ve li cezayên xwe yên keyfî der heqê girtîyan de li pêş dadgehên ku bi awayekî qanûnî nehatine çêkirin û yên ku ne li gor pîvanên navdewletî ên dadgehkirina dadmend in, binêre.

  • Ji Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor dixwaze:

Li ser daxwazên girtîyan bisekine û ewlehî û saxlemîya wan bi rêya seredaneke awarte garantî bike û li rewşa bêhtirî 25 girtîyên temenmezin binêre (yên di ser 60salî de ne) bi taybet kesên ku nexweşîya dil, şekir an nexweşîyên din.

  • Ji alîyên ku sponserîya danûstendinên Astana û ofîsa şanderê taybet dixwaze:

Zexta li ser hikûmeta Sûrîye û Rûsîyeyê da ku dozên girtîyan û yên leşkerî bi hev ve girê nedin her weha redkirina girêdana doza zindana Homsê bi rewşa li ser erdê ve mîna rewşa lihevkirina taxa Weirê ya Homsê ku wî çaxî parêzerê Homsê ji girtîyan re got ku dosyaya wan bi ya taxa Weirê ve hatiye girêdan lê piştî îmzekirina lihevkirina Weirê û pêkanîna wê jî tu kes nehate serbestkirin.

Rêxistinên îmzeker:

  • Oroya Navîn a Mafan.
  • Bijîşk û Parêzerên Mafên Mirovan.
  • Navenda Sûrîyeyî ya Dadmendî û Lêpirsînê.
  • Rêxistina Dadmendî bo jîyanê.
  • Parêzerên Mafên Mirovan.
  • Hevgirtina Girtî û Windayên li Zindana Sêdnayayê.
  • Elyewm Eltalî.
  • Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan li Sûrîyeyê.
  • Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan.
  • Dewletî.
  • Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê.
  • Navenda Sûrîyeyî ya Lêkolîn û û Xwendinên Qanûnî.
  • Ornamo.
  • Sûrîyeyîyên Rastî û Dadmendî.