Sûrîye/ daxuyanîyek hevbeş: çesipandina çalakîyên Neteweyeyên Yekbûyîyê yên ku doza pêkanîna lêpirsînan der barê tawanên cengê û yên dijî mirovahîyê li Sûrîyeyê dikin

20ê îlûna 2017an – Em rêxistinên nehikûmî yên jêrîmzeker; dozekê bikomî ji civaka navdewletî re dişînin bo pabendîya bi parastina sivîlan li Sûrîyeyê her weha ji bo avêtina gavên berbiçav bo lêpirsîna li gel hemû kesên ku binpêkirinan der heqê mafên mirovan de dikin. Di çarçoveya pêşkêşkirina rapora çardehan de ya komîteya lêpirsînê ya navdewletî ya serbixwe ya girêdayî komara Erebî ya Sûrîyeyê (Komîteya Lêpirsînê) ku dê di dema dera sîh û şeşemîn de a encumena Mafên Mirovan li Cinêvê li dar bikeve, em daxwazekê bi komî dişînin da ku hemû agahîyên ku komîteya lêpirsîna berhev kiriye, werin veguhhestin bo awaya cîbicîkirnê ya hevbeş, Encumena Ewlehîyê ya NYyyê û Komeleya Giştî ya NYyê ew jî bi armanca çesipndina lêpirsînê di warê van tawanan de.

Divabe nermbûn di nerîna li encamên Komîteya Lêpirsînê de; der barê êrîşên kîmawî de ku li ser destê rêjîmê li dijî niştecihên sivîl hatine pêkanîn, tunebe, her weha divabe ev binpêkirin weke xêzeke sor li cem hemû alîyên şer werin dîtin. Rapor dide xuyakirina ku di nav adara 2013an ta adara 2017an, komîteyê 25 bûyerên bikaranîna çekên kîmawî li Sûrîyeyê bibelge kirin ji nav wan jî 20 bûyer ji alîyê hêzên hikûmetê ve hatibûn kirin ku çekên kîmawî bi awayekî sereke dijî sivîlan bikar anîbûn. Di vê dema ku di raporê de hatiye destnîşankirin, hêzên hikûmetê çekên kîmawî li Xan Şeyxûn û Letamineyê ; 11 Kman dûrî Xan Şeyxûnê û li Xûtaya Rojhilatî bikar anîbû.

Rapor dide xuyakirin ku ev êrîş binpêkirinek in bo qanûna navdewletî ya mirovî û lihevkirina qedexeya çekên kîmawî ku Sûrîyeyê di 2013an de; piştî êrîşeke xaza sarînê, li ser îmze kir. Rapor dibêje ku binpêkirineke diyar û belî bo biryara Encumena Ewlekarîyê ya 2118; der barê veguhestin, çêkirin û bikaranîna çekên kîmawî li Sûrîyeyê, çêbûye. Madeya 21ê ji biryarê dê tedbîran li gor beşê 7an ji belgenameya NYyê bistîne dema ku desthilatên Sûrîyeyê ne li gor vê biryarê bin. Em giringîya berfirehkirina qedexeya çekên kîmawî û awaya cîbicîkirina hevbeş a girêdayî NYyê bibîr tênin ji bo teqezkirina encamên taybet bi Xan Şeyxûnê ji bo destnîşankirina nasnameya kesên ku ev binpêkirin bicih anîne.

Ji sala 2012an ve, Hikûmeta Sûrîyeyê nahêle tîma Komîteya Lêpirsînê û rêxistinên mafên mirovan derbas bibin, di heman demê de jî nikarîbû sivîlan biparêze. Ta nuha jî; kêmasîyên civaka navdewletî di parastina xelkên Sûrîyeyê de hbû, her weha nikarîbû piştgirîya têkûz pêşkêşî awayên pêwendîdar bi lêpirsînan ji alîyê awaya lêpirsînan a navdewletî, bêalî û serbixwe  ya girêdayî NYyê (IIIM) ku armanca wê destpêka tedbîrên dadgehî bû ji bo pêkanîna dadmendî û aştîyê bo gelê Sûrîyeyî. Nikarîbûna li ser dijatîya reva ji sezayê dibe sedema dûbarekirina binpêkirinên mafên mirovan ku ji hêla hemû alîyên şer li herêmê tên pêkanîn her weha zêdebûna wan binpêkirinan.

Ji lew re em doza piştgirîyê dikin ji bo pêkanîna van yekan:

Bo nûnerên dewletên endam û dewletên çavdêr di Encumena Mafên Mirovan de ya NYyê:

  • Veguhestina hemû agahîyên ku komîteya lêpirsînê berhev kiriye bo Komeleya Giştî ya NYyê her weha belavkirina qewîtîyekê ji bo veguhestina agahîyan bo Encumena Ewlekarîyê ya NYyê ji bo garantîkirina cîbicîkirina lêpirsînan, ew jî bi rêya agahdarkirina fermî bo komeleya giştî û encumena ewlwkarîyê.
  • Handana dewletan ji bo qedexekirina hewandina berpirsên tawanên cengê li Sûrîyeyê an jî pêşkêşkirina piştgirîya yekser an neyekser çi ji bo kesan be an ji bo desteyên bazirganîyê.

Bo endamên Encumena Ewlekarîyê ya NYyê:

  • Handana dewletan bo xwedîderketina li pabendîyên xwe li gor qanûna navdewletî ew jî bi rêya destpêka lêpirsînan der barê kesên ku gumanên kirina tawanên cengê an tawanên dijî mirovahîyê li Sûrîyeyê li dor wan hene her weha dadgehkirina kesên ku destê wan di van tawanan de hene û radestîkirina wan bo desthilatên têkildar.
  • Handana dewletan bo garantîkirina pêkanîna tedbîrên qanûnî bo qurbanîyên tawanan û peydakirina wekhevîyê bo wan.
  • Handana karên lêpirsînê ji nav wan jî pêşkêşkirina piştgirîya aktîv ji bo rêxistina qedexeya çekên kîmawî û awaya cîbicîkirina hevbeş ya NYyê her weha awaya navdewletî ya serbixwe û bêalî ya NYyê, ew jî li gor biryara komeleya giştî ya 71/248.
  • Ji ber nikarîbûna veguhestina rewş Sûrîyeyê ji bo Dadgeha Navdewletî, divabe pêşikî ji danûstendinên çêkirina dadgeheke navdewletî  ya taybet bo Sûrîyeyê be bi rêya civîna Komeleya Giştî ya bê.

Îmzeker:

  • Oroya Navîn ya Mafan
  • Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan
  • Navenda Sûrîyeyî ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî
  • Navenda Sûrîyeyî ya Dadmendî û Lêpirsînê
  • Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê
  • Hevgirtina Sûrîyeyî ya Welatînîyê
  • Sûrîyeyîyên ji bo Rastî û Dadmendîyê
  • Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan li Sûrîyeyê
  • Rêxistina Ornamoyê
  • Rêxistina Dadmendîya ji bo Jîyanê
  • Rêxistina Parastvanên Mafên Mirovan
  • Dewletî