Daxûyaniya Hevbeş: Derbarî Vegera Hevkarî di Navbera Înterpol û Hikûmeta Sûriyayê da

Di çend rojên bihorî da, li Piltafromên Ragihandinê zaniyariyên derbarê vegerandina hevkariyê di navbera Saziya Polîsên Tawanan Navneteweyî (INTERPOL) û hikûmeta Sûriyê da hatin belavkirin. ku ji aliyê rêxistinê ve bi rêya daxuyaniya ragihandinê va hat piştrastkirin, ku ev gav rê dide desthilatên ewlekarî yên sûrî derbasî tora ragihandinê ya rêxistinê bibin, û digel dewletên endamên rêxistinê têkilî bikin, her wiha destûrên Ofîsa Sûriyayê lê vedigere.

Ev biryar rastî nîgeran û tirsê di nav Sûriyan de bi giştî çêkir, bi taybet yên li derveyê Sûriyê dijîn, ji ber bandorên wê li ser ewlekarî û azahiya wan. Her çend prensîba bingehîn ya ku ji hêla Rêxistina Polîsa Navneteweyî (Interpol) ve hatî pejirandin, bêalîbûna siyasî û tekez bûn ku zirarê nede kesên ku ji ber sedemên siyasî ve têne xwestin. Lê belê, hikûmeta Sûriyê û dezgehên ewlekarî û dadwerî yên wê karîn li vê qedexeyê bizîvirin, û redbikin dijberên siyasî û çalakvanên sivîl û medyayî li dijî hene, ku ew ji destpêka xwepêşandinên sivîl li Sûriyê va, wan kesan, digel çalakvanên alîkariyên mirovî û pizîşkî de kar dikirin, weke terorîst û tawankarên daxwazkirî bi nav dikin. ku em daxwaz ji Interpolê dikin ku agehdar be li ser agera bikaranîna Rejîma Sûriyayê posta xwe di Sazîyê da bo pêdiviyên siyasî, Û lê jêr em xalên sereke yên ku hemwelatiyên Sûrî jê metirsî dar û nîgeranin pêşkêşdikin:

–           Pêngava navbûrî derfetê dide  desthilatdarên ewlekarî yên Sûriyê ku li ser opezisiyon û penaberên Sûriyê yên ku li derveyê Sûriyê dimînin bişopînin û cihê wan li seranserê cîhanê bizanin di rêya peywendiyên bi welatên endam ra,  û di rêya  doseyên dadwerî yên aliyên wan derdikevin bo girtina wan, ew jî di rêya agehdariyên ku belav dibin dema ew kes derbasî welatekî dibe.

–           Bi rêya lîsteya sor, desthilatên ewlekarî yên Sûriyê dê karibin daxwaza radestkirina her dijberekî siyasî, çalakvanê sivîl, medyayî û çalakvanê alîkariyê û kesûkarên kesên bizorê girtî ji welatên ku lê dijîn, bikin. Ji kesî re ne veşartî ye ku hikûmeta Sûriyê van hemû terorîst û sûcdar dibîne. Bi hezaran ji wan ji aliyê Dadgeha Terorê û Dadgehên Qada Leşkerî ve bi awayekî negirtî hatine cezakirin ji bilî ku bi hezaran kes di girtîgehan da girtî ne. Tevî aştiyanebûna çalakiyên wan ên siyasî û sivîl.

–           Ev gav dê bandoreke neyînî li penaberên Sûrî û penaxwazên nû yên li welatên penaber bike. Weke belavkirina navên Sûriyan bi rêya bultenên her cure û bi rêya peywendiya takekesî ya dezgehên ewlekariya Sûriyê bi welatan re. Ew ê bibe astengek qanûnî ji bo rayedarên koçberiyê ku nehêlin mafê penaberiyê bidin wan an jî ji nûkirina rûniştina xwe ya qediya. Herwiha dê bibe hincet ji bo hin welatên ku kar dikin bi zorê penaberan vegerînin û radestî dezgehên ewlekariya Sûriyê bikin.

Rêxistinên Îmzakirî:

Navenda Sûriyayî bo Vekolîn û Raporên Yasayî

Komîteya Azadî Xwazên Horan ê

Lobiya Femînista Sûrî

Komîteya Malbatên Qeyser

Navenda Edil bo Mafên Mirovan

Digel Edaletê

Juna Weten

Komîteya Jinê Sûriya yê

Syrian Lawyers Aggrigation

Navenda Elkewakbî bo veguhestina Edaletê û Mafên Mirovan

Ampêwtî Watç

Pejrandina Şoreşê

Tevgera Siyasî ya Jinên Sûrî

Jin Niha bo Geşepêdanê

Sûriya Kamp

Malabtên Bo Azadî yê

Tora Sûrî bo Mafên Mirovan (SNHR)

Nivîsengeha Geşpêdana Navxowyî û Piştgîriya Pirojên Piçûk (LDSPS)

Roja Piştra

Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad