Rola Rûsiya yê di binpêkirina mafên mirovan da û bêcezakirina wê, çend pirsiyaran derbarê yasayîbûna postê Rûsiya yê di encûmena Mafê mirovan bilind dike.

Peyamek Hevpar

5ê Çireyê Pêşîn/ Kewçêr 2020

Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, dê endamên nû bo Encûmena Mafên Mirovan di Çiriya pêşîn/ Kewçêr 2020 da hilbijêre.Rûsiya digel Ukaraniya yê da bo bi destxistina du postan di nav bendek girtî da di bezin, di rastî da, dê Rûsiya kursiyekî bi dest bixe bê ku lêpirsînek li ser çê bibe, yan jî astengî werin li ber.

Rêxistinên ku li jêr bihatine binavkirin, daxwzê ji endamên neteweyên yekbûyî dikin, ew dengên xwe nedin Rûsiya yê, wek nameyekê ji Rûsiya yê ra, ew binpêkirinên wê ji mafê mirovan ra li çend welatan bê siza derbas nabe, û divê Rûsiya zanibe ku  hilbijartina wê bo endamitiya di Encûmena Mafên Mirovan da ne xelateke bo bêtir bêcezatiyê ji binpêkirinên wê ê mafên mirovan li Sûriye, Ukrayna, û Gurcistanê.

Biriyara 60/251 ya encûmena giştî ya neteweyên yekbûyî daxwaz dike, ku dengdan li ser endamên konseya mafên mirovan dive: helwist û reftara nemzetan di parastina mefê mirovan da li berçav bibin. Ev rênîşandan bo hewldanên nemzetan di parastin û pêşvebirina mafên mirovan li welatên xwe û li welatên derve derbas dibe. Lê belê, li gor ku hat baskirin, kiriyarên Rûsiya yê li Sûriya, Ukraniya û Gurcistanê berevajî peyrewtên Encûmena Mafên Morvan ne.

Endamên neteweyên yekbûyî dive kiriyarên Rûsiyaê li berçavan bibin, bi tayebt êrîşên wê yên bêserûber û tawanên yên di cengê da li sûriya yê, her wiha bizavên wê di rêgirtin li ver lêpirsînên ew binpêkirinên mafên mirovan li Sûriya yê; her wiha jî, dagîrkirina Rûsiya yê ji Qirmê ya Ukraniya yê û binpêkirinên mafên mirovan li Qirmê û donbasê (li Ukraniya yê); digel êrîşên Rûsiya yê bi ser Gurcistanê û hewlên wê di veqetandina şend deveran jê, digel binpêkirina mafên mirovan li dijî gelê Gurcistanê di herêmên dagirkirî da, destdanîn li ser zemînên nû li wir.

Ji dema destwerdana leşkerî ya Rûsiya li Sûriya yê 2015, leşkerê Rûsî-Sûrî opersiyonên hevbeş li dijî kesên sivîl û şûnwarên parastî û binasaziya yê li bajarên wek Heleb[1], Xota rojhilat/xota şerqî[2] û Idlibê[3] li sûriya yê pêk anîbûn. Di Avdar û Tîrmeha 2020da, Komîsyona Lêkolînê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî li ser Sûrîya yê[4], hêzên Rûsî rasterast ji tawanên cengê li Idlib berpirsiyar dîtibû, û agahdariyên berfireh li ser rola Rûsiya di pêkanîna tawanên cengê da, û arîkariya hukûmeta Sûrî di pêkanîna êrîşên asmanî dijî sivîlan û nifûsa sivîl li Idlib pêşkêş kir[5]. Cihê diltengî ye, ku welatek tawanbara di binpêkirina mafên mirovan da, postekê bi dest bixe di heman encûmena parastina mafên mirovan da, bê lêpirsîn yan rêgirtin li ber hebe.

Rûsiya domdar bû di rêgirtin lê pêşiya mîkanizmên parastina mafên mirovan li Sûriya yê, û çend caran mafê Vîto/ Veto li dijî biriyarên neteweyên yekbûyî û qanûna ACT ya bo berpirsiyatî di parastinê li dijî tawanên şer û tawanên li dijî mafên mirovan[6]. Wek mînak, bi karanîna Vîto li dijî veguhestina Sûriya yê bo Dadgeha navdewletî di sala 2014an da[7],  wekî din vîto bikar tîne li dijî mekanîzmaya lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî li ser karanîn û darizandina berpirsiyariya karanîna çekên kîmyewî di 2017 de da ku betal bike[8], û ji nû vex we ji mekanîzma[9] parastina nexweşxaneyan, dibistanan û bînasaziyên din ji êrîşên bêseûber li Sûriya yê vekişand, û Vîto bi karanîn li dijî destûra radestkirina alîkariyên mirovê li ser sînor anî[10].

Ji dagirkirina Qirimê di 2014 da, Rûsya siyasetek di guhertina pêkhateya demografîk ya nîvgirava di meşîne. Ev, di nav tiştên din de, wek veguhastina neqanûnî ya hemwelatiyên Rûsî[11] bo ser axa dagirkirî ya Qirimê[12] û her weha bi derxistina nûnerên Ukrayna, Tatarên Qirimê[13] û etnîsîteyên din ên ku li dijî dagirkirinê ne tê kirin. Girtin, îşkence û lêpirsînên keyfî yên rojnamevan û blogeran[14], her wiha binpêkirinên sîstematîk ên azadiya derbirînê[15], di nav rayedarên dagirkerên Rûsî de bûye adetek hevpar.

Di 2014an da, li rojhilatê Ukraniya yê şerûpefçûn di navbera milîtanên komara Donetsk û Luhansk yên ji hêla Rûsiya yê ve tên piştîrgîrkirin rûdan[16], Rûsiya ew bi çek û dirav dikirin[17], û her weha hevalhengiya siyasî ya kiryarên komaran pêk tîne, dema ku leşkerên Rûsî rasterast tevlî pevçûnê bûne[18]. Hebûna leşkerên Rûsî li Donbas bi awakî aşkere tevlêbûna Rûsyayê di şerê çekdarî yên navneteweyî da nîşan dide[19]. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, hejmara qurbaniyan nêzî 40 hezar ne (di nav da 13 hezar kuştî)[20]. Li gorî rapora Mîsyona şopandina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di Birêveberiya Dadê de Di Dozên Cezayê yên tikildar bi aloziya û tawanên li Ukrainekraynayê ji Nîsana 2014 ta Nîsana 2020, ku di 27 Tebaxê/Gelewêj 2020 da hate weşandin[21], binpêkirinên herî berfireh li Donbas û Kirimê ku dên kirin: revandin e , îşkence[22] û nebûna dadgehkirina yasayî[23].

Di Tebaxa/ Gelewêj 2008 da, siyaseta alîkariya êrişkar ya Rûsî di piştgirîkirina tevgerên cûdaxwaz li Gurcistanê da gihişt astek metrsîdar paş êrîş kir li ser Abxazya û Osetya Başûr, û piştra ew komarên serbixwe bi navkirin. Ev yek ji Cenga Cîhanê yê Duyemîn ve, li ser astê cihanî rû nedabû, yekem mînaka di guhertina bi zor a sînoran li Ewrûpayê nîşan da. di encamê Çalakiyên leşkerî yên li dijî hêzên çekdar ên Gurcistanê da, 408 kuştî û 20,000 kesên koçber bûn[24]. Wekî din, gavên paşîn ên li ser wan deveran hat pêkanîn we guhertina etnîkî ya bibandor,her wiha hewil didin ku dîrokê biguherînin û rabirdûyê ji holê rakin[25].

Mixabin, ev trajediya mirovî neqediyaye û dema ku em diaxivin berdewam dike, digel hêzên çekdar ên Rûsî bêtir ber bi xaka Gurcistanê ve pêşve diçin, xanî, baxçe û mêrgên şêniyên herêmê dagir dikin, wan bi rêkûpêk direvînin û mimkun e ku biçin serdana malan îbadet û goristanên bav û kalên wan[26]. Ew Gurciyên ku li derveyî deverên dagirkîrî dijîn – pirên wan nexweş û pîrin – di rewşek hîn xerabtir da ne, bi jiyana xweya rojane re têkçûyî û bi metirsiyek mezin.

Li gorî biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 60/251, ku Encûmena Mafên Mirovan ava kir, endamên ku ji bo encûmenê hatine hilbijartin “dê di danasîn û parastina mafên mirovan de pîvanên herî bilind biparêzin” û “bi tevahî bi civatê re hevkariyê bikin.”

Di çarçoveya kampanyaya xweya 2020an a ji bo hilbijartina Encûmena Mafên Mirovan, di Çileyê Paşên/ Rêbendan 2020an da Rûsyayê kaxezek siyasî weşand[27] û tê de soz da ku “parastina maf û azadiyên mirovan di binê qanûna navneteweyî da û bi rêzgirtina hişk a Dewletan bi peywirên xwe yên mafên mirovan ên navneteweyî ” Hevkariya Rusya ya domdar bi hukûmeta Sûrî re di êrîşên bêserûber de li ser xelkê sivîl û hewildanên pêşîgirtina li berpirsiyariya bêalî li Sûriyê; dagirkirina wê ya leşkerî ya Kirimê û binpêkirinên mafên mirovan ên li Qirim û Donbas (Ukrainekrayna), dagirkirina Abhazya û Osetya Başûr (Gurcistan) û binpêkirinên mafên mirovan li dijî Gurcên etnîkî, şertên sozê pêk naynin.

Hilbijartina endamên Konseya Mafên Mirovan ku bi rastî ji bo baştirkirin û rêzgirtina mafên mirovan pabend in berpirsiyariya her Dewletê Endamê Neteweyên Yekbûyî ye ku di Xala 8an a biryara 60/251 ya UNGA da hatî dabîn kirin. Dê ji Rûsyayê re di Encûmena Mafên Mirovan de tenê ji ber namzetbûna wê di çarçoveyek tixûbê girtî da bêyî lêpirsîn û zehmetiya ku pêdivî ye, kursiyek bê dayîn.

Rêxistinên binavûdeng bang li Dewletên Endamê YN dikin ku dengê xwe nedin Rûsyayê, da ku peyamek zelal bişînin ku binpêkerên mafên mirovan Civata Mafên Mirovan a UN têk didin û ew ne endamên rewa yên Civatê ne.

Îmzaker:

  1. Berhevdana Tûnisê bo Mafên Mirovan û Aborî
  2. Civak û Benk
  3. Çavdêrêya Parêzîtî
  4. Dewletî
  5. Helmet bo Syria TSC
  6. Înîstuta Qahîra yê bo Xwendinên Mafên Mirovan (CIHRS)
  7. Komeleya Malbatên Sîzerî (CFA)
  8. Komîsyona Niştimanî bo Parastina Girtî û Windayan
  9. Konseya Atlantîkê li Corciya yê
  10. Mala Perwerdahiya Mafên Mirovan ya Çîrnhîvî (EHRHC)
  11. Mala Mafên Mirovan ya Çîrnhîvî- Ukarayna
  12. Malbat bo Azadîyê (FfF)
  13. Mûsawa/ Wekhevî
  14. Navenda Lêkolînên Komara Dîmokratîk
  15. Navenda Mafên Mirovan  (HRIDC)
  16. Navenda Kewakibî bo Veguhestina Dadwerî yê û Mafên Mirovan
  17. Navenda Lîbiya yê bo Ragihandina Azad
  18. Navenda Rehabîlîtasyona Ziyandîtên û Eşkencedîtan EMPATHY
  19. Navenda Sûrî ya Ragihandin û Azadiya Derbirînê (SCM)
  20. Parastina Sivîl ya Sûrî – Kumên Spî (The White Helmets)
  21. Parastvanên Mafên Mirovan
  22. Rêxistina Rohnîtî yê ya Navdewletî li Corciya yê (TI Georgia)
  23. Saziya Nûvegerandina Wekhevî û Xwendinê li Sûriya yê
  24. Saziya Biratî bo Mafên Mirovan (FFHR-Birati)
  25. Saziya Pêşvebirina Mediya yê (MDF)
  26. SHAML/ Şemil Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl ên Sûriyeyê
  27. Sendîkeya Avokatên Sûrî
  28. Tora Sûrî ya Mafên Mirovan (SNHR)
  29. Tevgera Siyasî ya Jinên Sûriya yê (SWPM)
  30. TEVNA KURDî
  31. Tecrubeya Cîhanê li Corciya yê (WEG)
  32. Yekîtiya Rêxistinên Tenduristî û Alîkariyê (UOSSM)
  33. Yekîtiya Kordînatên Sûriya yê li Cîhanê
  34. Jin Naha Bo Pêşkeftinê
  35. Mala Mafên Mirovan Qirim
  36. Mala Mafên Mirovan Tbilisi, li ser navê rêxistinên:
  37. Navenda Gurcî ya Rehabîlîtasyona Giyanî-Civakî û Bijîşkî ya Mexdûrên ortşkenceyê (GCRT)
  38. Enstîtuya Medyayê
  39. Navenda Mafên Mirovan
  40. Mafên Gorcistanê
  41. Sparî/ Sapari

[1] HRW, “Russia/Syria: War Crimes in Month of Bombing Aleppo: UN General Assembly Should Organize Emergency Special Session” (December 1, 2016)

[2] HRW, “Russia/Syria: Airstrikes, Siege Killing Civilians: Allow Urgent Aid Into Besieged Eastern Ghouta and End Indiscriminate Attacks” (December 22, 2017)

[3] Amnesty International, “Nowhere Is Safe For Us: Unlawful Attacks and Mass Displacement in North-West Syria”, (May 2020)

[4] Report of the Independent International Commission of Inquiry on the Syrian Arab Republic, A/HRC/43/57 (January 2020)

[5] Independent International Commission of Inquiry on the Syrian Arab Republic, “Special Inquiry Into Events in Idlib and Surrounding Areas – Attacks Impacting Civilians and Civilian Infrastructure (November 2019- May 2020)”

[6] Responsibility to Protect, “The ACT of Conduct”

[7] HRW, “UN Security Council Vetoes Betray Syrian Victims: In Face of Mounting Pressure, Russia, China Block ICC Referral”, (May 12, 2014)

[8] The Guardian, “Russia uses veto to end UN investigation of Syria chemical attacks”, (October 24, 2020)

[9] Reuters, “Russia quits U.N. system aimed at protecting hospitals, aid in Syria” (June 25, 2020)

[10] Reuters, “Russia, China veto U.N. approval of aid deliveries to Syria from Turkey” (July 8, 2020)

[11] RCHR, UHHRU, CHROT, the thematic review of the human rights situation under occupation “Crimea beyond rules”: Transfer by the Russian Federation of parts of its own civilian population into the occupied territory of Ukraine

[12] RCHR, UHHRU, CHROT, the research of Special issue of the thematic review “Crimea beyond rules”: Forcible Expulsion of the Civilian Population from the Occupied Territory by Russia

[13] Parliamentary Assembly of the Council of Europe. Resolution 2198, Humanitarian consequences of the war in Ukraine (2018)

[14] CHRG, Сhronology of pressing the freedom of speech in Сrimea

[15] RCHR, UHHRU, CHROT, the thematic review of the human rights situation under occupation “Crimea beyond rules” Issue No 4 Information occupation

[16] The BBC, “Russian soldiers ‘dying in large numbers’ in Ukraine – Nato”, (March 5, 2015)

[17] Parliamentary Assembly of the Council of Europe. Resolution 2198, Humanitarian consequences of the war in Ukraine (2018)

[18] Parliamentary Assembly of the Council of Europe. Resolution 2214, Humanitarian needs and rights of internally displaced persons in Europe (2018)

[19] ICC, The Office of the Prosecutor, Report on Preliminary Examination Activities (2019)

[20] The Office of the United Nations High Commissioner for Human Rights, Report on the human rights situation in Ukraine 16 November 2018 to 15 February 2019

[21] The Office of the United Nations High Commissioner for Human Rights, Report on Human Rights in the Administration of Justice in Conflict-Related Criminal Cases in Ukraine April 2014 – April 2020

[22] UHHRU, RCHR, MIHR, Alternative report for the UN Committee against Torture 64th session «REVIEW OF THE RUSSIAN FEDERATION COMPLIANCE WITH THE CONVENTION AGAINST TORTURE AND OTHER CRUEL, INHUMANE AND DEGRADING TREATMENT OR PUNISHMENT»

[23] EHRH, RCHR, RCHRights (CReDO), UHHRU, HRF «Public Alternative», HRIC, Report “Crimean Process: Observance of Fair Trial Standards in Politically Motivated Cases”

[24] https://idfi.ge/en/information-about-war-between-russia-georgia-in-august-2008?fbclid=IwAR1MIewuzS-yOAt1tmd-YcLmUSoiT6JRJte1GqXE-lacnOSzpIZ7byzFo2Q

[25] https://russianoccupation.ge/

[26] https://transparency.ge/en/post/general-announcement/transparency-international-georgia-filing-application-echr-against-russia-

[27] Candidacy of the Russian Federation for election to the United Nations Human Rights Council for 2021-2023 (January 29, 2020)