Piştî sê sal û nîvan, doza girtîyên Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê bidawî dibe

Desteya Dadgeha Dozên Terorê li Şamê bi serokatîya dadwer Rîda Mûsa, îroj; 31ê tebaxa 2015an biryar da ku doza girtîyên Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (39) sala 2015an bixe nav biryara lêborînê ya 9ê hizêrana 2014an.

Ji ber vê yekê tometa belavkirina karêb terorî û sezaya wê tên redkirin, ew jî tometa ku ji bo damezrênerê navendê Mazin Derwîş û hevkarê wî re hatibû spartin.

Hukm bi amadebûna mafnas û rojnamevan Mazin Derwîş di rûniştina gotina cezayê de, hate gotin her weha di asta amadebûnê de bû ji bo her du hevkaran Hisên Xerîr, Hanî Elzîtanî, Mensûr Elumerî û Ebdilrehman Himadê.

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê hevkaran bi girtina dosyaya doze pîroz dike û spasîya destya berevanîyê, hemû rêxistinên mafnasî yên Sûrîyeyî, Erebî û Navdewletî, û hemû hevalên ku bêhtirî sê salan bi me re man dike. Cardin jî teqezîyê li ser daxwaza xwe ya serbestkirina hemû girtîyên nerînan li Sûrîyeyê dike.