Doza Eldebax: Serleşkerên rêjîma ê ku navên ji dadgehan re xwestî ye kî ne?


​​Serleşker Elî Memlûk

Şêwirmandê Serokatîyê yê Karûbarê Ewlehîyê û birêveberê Ofîsa Ewlehîya Niştîmanî li Sûrîyayê

Di sala 2012an de bi vî karî hate erkdarkirin û berê birêveberê Birêveberîya Saloxgerîya Giştî bû (ewlehîya dewletê) ji sala 2005an ve.

Tev li Saloxgerîya Ezmanî bû û birêverberîya beşê lêpirsînan kir, paşê di nav her du salên 2003 û 2005an de bû birêveberê Saloxgerîya Ezmanî.

Rêxistinên mafnas wî bi berpirsyarîtî û serpereştîya ser çekên kîmawî li Sûrîyayê û bikaranîna wan bo kuştina girtîyên siyasî di zindana Tedmurê de di nav her du salên 1985 – 1995an de, dike.

Endamekî komîteya ewlekarîyê ye ku tê gumankirin di ber tawanên cengê û yên dijî mirovahîyê li Sûrîyayê de berpirsyar e.

Endezyarê jinûavakirina têkilîyên saloxgerî yên hikûmetê li alîyên derveyî ye, li gor raporan ew li gel berpirsên saloxgerîyê yên Amerîkan, Ewropî û Ereb rûniştiye û gelek caran seredanên derveyî kirine ya herî dawî di sibata 2018an de bû ku li gor raporan berê xwe dabû Romayê û li gel wezîrê hundirîn û berpirsekî saloxgerîya Îtalî re rûniştibû.

Ji sala 2013an ve dadgehên Libnanê dadgehên Libnanê di doza “hewldana kuştina oldar, cîgir û welatîyan û veşartina teqemenîyan bi armanca kuştinê û karên terorî”de  rayeyên binçavkirinê der heqê Memlûk de li Libnanê derxistibûn.

Di sala 2011an de desthilatên Ewropayê bend hatûçûnê li ser wî ferz kiribûn ji ber ku di tundîya li dijî xwepêşanderan de beşdar bû.


Serleşker Cemîl Hesen

Birêveberê Saloxgerîya Ezmanî

Di sala 2009an de dest bi karê birêvebirina Saloxgerîya Ezmanî li navçeya rojhilatî kir, berî wê di 2007an de efserekî bargeha Mezê ya ezmanî nêzî Şama paytext bû.

Stûneke ewlehîyê ya rêjîmê ye û yek ji kesên ku piştgirîya tundîya li dijî xwepêşandanên 2011an kiribûn, tê gotin destê wî di tawanên kuştin, îşkencekirin û gelek bipêkirinan de heye.

Daxuyanîye hatiye spartin bo wî tê de sorkirinê ser tunekirina kesên ku dijminatîya birêveberîya Sûrîyayê dikin, dike “hejmara xwestî tu astengîyan naxe rêya pilana me de; 10 melyon welatîyan rast ên ku li got rêjîm dijîn çêtir e ji 30 melyon ziyankaran.”

Serleşker Hesen sala 2016an di daxuyanîyên rojnamegerî de gotibû ku operasyoneke weke ya salên heyştêyî li Hemayê dê tevger ji destpêka wê de birîba. Li gor rêxistinên mafnas qurbanîyê operasyonê 25 hezar welatîyên Sûrîyayî bû.

Di hizêrana 2018an de, desthilatên Almanî rayeyeke binçavkirinê der heqê wî de derxistibû piştî ku hejmareke qurbanîyan li gel rêxistinên Ewropî û Sûrîyayî; ku SCM jî di nav wan de bû, gilîyek li dijî wî rakiribûn dadgehê.

Di sala 2011an de desthilatên Ewropayê bend hatûçûnê li ser wî ferz kiribûn ji ber ku di tundîya li dijî xwepêşanderan de beşdar bû.


Serleşker Ebdiselam Mehmûd

Birêveberê Lêpirsînan ê Beşê Saloxgerîya Ezmanî li Şamê

Di sala 2010an de dest bi karê birêvevirina beşê lêpirsînan ê Saloxgerîya Ezmanî kir.

Yek ji giringtirîn efserên saloxgerîyê ye û karê xwe li Belafirxaneya Mezê ya li qiraxa Şamê bi cih tine.

“Mehmûd” ku bi navê “Efserê Mafnas” tê naskirin ji ber ku dîplomaya mafnasîyê wergirtiye, serpereştîya yekser li ser lêpirsînan û îşkencekirinê di girtîgehên saloxgerîyê de dike.

Fermanên “Mehmûd” bûn sedema girtin, îşkencekirin û kuştina hejmarekê mezin ji Sûrîyayîyan ji nav wan jî qurbanîyên komkujîya Mesakin Seyda (nîsana 2013an) ku bi sedan di wê komkujîyê de hatin kuştin û girtin di nav wan de Hemza Elxetîb yê ku termê wî hate radestkirin bo malbata wî piştî ku di bin îşkenceyê de hate kuştin.

Navê “Ebdiselam Mehmûd” di lîsteyeke sezayên Yekîtîya Ewropayê de û di yeke Şahinşahîya Yekgirtî de hatibî diyarkirin weke serokê beşê Saloxgerîya Ezmanî ya Bab Tûmayê.

Di payîza 2016an de, di civîna Encumena Ewlekarîyê de, cîgira Washingtonê navê heyşt efserên pilebilind di nava rêjîmê de anîbû ziman û gotibû “ew tawankerên cengê ne û dê şermê weke kesên berî xwe bibînin”, navê “Ebdiselam Mehmûd” di nav wan de bû.