Dadgehên Fransiz rayeyên binçavkirinê yên navdewletî der heqê sê efserên pilebilind ên rêjîma Sûrîyayî‏‎

FIDH

Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan

LDH

Hevgirtina Mafên Mirovan li Fransayê

SCM

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê

 

Dadgehên Fransî rayeyên binçavkirinê yên navdewletî der heqê sê efserên pilebilind de di nav rêjîma Sûrîyayî de derdixe.

Parîs, 5ê mijdara 2018an: di gaveke dîrokî de ber bi cezakirinê ve li Sûrîyayê, dadgehên Fransî rayeyên binçavkirinê yên navdewletî –di 8ê cotmehê de derket û îroj hate ragihandin- der heqê sê efserên pilebilind di nav rêjîma Sûrîyayî de; Elî Memlûk, Cemîl Hesen û Ebdiselam Mehmûd de, derxist. ji ber ku destê wan di tawanên li dijî mirovahîyê de li Sûrîyayê hebû, her weha Mehmûd bi tometa tawanên cengê hatiye tometbarkirin di mijarên girêdayî windakirin, îşkencekirin û kuştina Mazin û Patrick Ebdilqadir Debax yên ku nasnameya Fransî û Sûrîyayî li gel wan heye.

Bav û law rastî girtina ketober ji hêla efserên sîxurîya Sûrîyayî di mijdara 2013an de hatibûn û di belafirxaneya Mezeyê ya leşkerî de hatibûn zindankirin. Di cotmeha 2016an de, doz ji hêla Ûbeyda Debax, Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan FIDH û Hevgirtina Fransî ya Mafên  Mirovan LDH bi piştevanîya Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê SCM li Fransayê hatiye rakirin.

Rêxistinên me pêşwazîyê li biryara cezakirina efserên pilebilind ên ku binpêkirin bi cih anîne, dike.

“piştî derbasbûna salan li ser binpêkirinên ku bê ceza û seza qediyan, gava dadgehên Fransî ji nû ve dide xuyakirin ku pêkanîna dadwerîyê li pêş dadgehên niştîmanî li derveyî Sûrîyayê pêkan e, hêvîyê jî di dilê bi dehhezarên malbatên windayan li  Sûrîyayê geş dike” Mazin Derwîş; Serokê Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê SCM.

Rayeyên binçavkirinê sê efserên pilebilind di birêveberîya ewlehî de li Sûrîyayê armanc digire; Elî Memlûk, birêveberê Ofîsa Ewlehîya Niştîmanî û şêwirmendê Beşar Elesed e, Cemîl Hesen Serokê Saloxgerîya Ezmanî ya Sûrîyayî her weha di dozeke din de li Almanyayê jî tometbarkirî ye û tometa wî alîkarîya di îşkencekirinê û windakirinê û tawanên li dijî mirovahîyê de. Ev raye Ebdiselam Mehmûd jî birêveberê Beşê Lêpirsînê li Navenda Girtinê ya Saloxgerî Ezmanî li Belafirxaneya Mezê ya Leşkerî li Şama peytext, armanc digire, tometên Mehmûd tawanên cengê û yên dijî mirovahîyê ne.

Di cotmeha 2016an de, Ûbeyda Debax bira û mamê qurbanîyan – bi alîkarîya Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan FIDH, Hevgirtina Fransî ya Mafên Mirovan LDH û bi piştevanîya Navenda Sûrîyayî ya Mafên Mirovan SCM, dozek der barê girtin û windakirina Mazin û Patrick Ebdilqadir Debax de ji mijdara 2013an ve li ser destê Saloxgerîya Ezmanî ya Sûrîyayî, pêşkêşî dadgehên Fransî kir. Bav û law di beşê Mezê yê lêpirsînan de li Şamê ku ji hêla Mehmûd vet ê birêvebirin û bi rewşa kirêt û îşkencekirinê tê naskirin, girtî bûn. Di tîrmeha 2018an de malbata Debax hin belgeyên fermi yên ku mirina Mazin di mijdara 2017an de û ya Patrick Ebdilqadir di rêbendana 2014an de teqez dikin, wergirtin.

“ev serkeftina pêşîn e û bi hêvî me ku destpêkeke dadî û cezakirina tawankerên tawanên li dijî mirovahîyê û yên cengê be li Sûrîyayê.” Obeyda Debax, bira û mamê qurbanîyan wisa got.

Di pêvajoya karê dadgehê de, hevkarî di nav FIDH, LDH û SCMê de berdewam bû ku bersiva daxwazên dadwerên lêpirsînan didan û paşê hin dîdevan pêşkêşî dadgehê kirin ku behsa şêwazên îşkencekirinê yên kujer di girtingeha Mezê de ji hêla endamên Saloxgerîya Ezmanî ya Sûrîyayî kirin.

“rayeyên binçavkirinê yên navdewletî diyar dikin ku her çiqas dîwarê bêcezakirinê yê li dor berpirsên Sûrîyayî yên pilebilind, bilind be, lê ew tê şkandin! ev gaveke nû ye ber bi bicihanîna dadmendîyê bo Malbata Eldebax her weha ber bi lixwemukurhatinê -ji hêla dadwerên serbixwe- bi binpêkirinên ku der heqê girtîyên li cem Rêjîma Sûrîyayî de hatine kirin“ Patren Budwan û Klemans Bectaet, her du parêzerên darizandinê.

Hejmara rast ya girtîyan li Sûrîyayê nayê destnîşankirin, tê gotin ku ji destpêka xwepêşandanên dijî hikûmetê di 2011an de, di nav 250 hezar û milyonek welatîyên sivîl rastî girtinê ji hêla hêzên hikûmetê û mîlîtayên wê hatine. Girtî bi awayekî ketober an neqanûnî di toreke girtingehên fermî û sirî li seranserî bajêr hatine girtin, piranîya wan di pêvajoyên qanûnî de derbas nebûne  her weha nûnerên wan û malbatên wan ên qanûnî jî nehatine peydakirin. Hejmareke girtîyan di girtingehê de, li gor wêneyên dosyaya Sîzer ya ku di 2014an de ji hêla wênekêşê pizîşkî yê berê yê ku di nav polîsa leşkerî ya Sûrîyayî de kar dikir, ji derveyî Sûrîyayê hatiye belavkirin, jîyana xwe ji dest dane. Her weha hejmarek ji wan hatine bi dar ve kirin. Dibe ku her sê tawanbar li Fransayê werin darizandin çi hatin girtin an na.

Ev gav teqez dike ku dozvekirina li tawankerên li Sûrîyayê li pêş sîstemên dadwerî yên niştîmanî li bajarên sêyem –bi rêya “wîlayeta dadwerî li derveyî sînorên herêmê”- bijardeyeke rast e bo qurbanîyên ku li dadmendîya serbixwe digerin.

Rêxistinên me desteyên berpirs vexwendî pêşkêşkirina piştevanîyê bo lêpirsînên serbixwe der bare tawanên li Sûrîyayê de dikin, her weha garantîkirina gihaştina bo rastî di çarçoveyên qanûnî de.

Bê dadî, aştîyeke domdar li Sûrîyayê peyda nabe.

Bo naskirina hin agahîyên din der bare dosyaya Eldebax de, li dosyaya pirs û bersivan binêre.

Bo naskirina hin agahîyên din der barê karê Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan FIDH û Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê SCM de, seredana vê lînkê bike: