Doza Eldebax: Mazin û Patrick Ebdilqadir Debax kî ne

Mazin Eldebax
Sûrîyayî/ Fransiz
Ji 4ê mijdara 2013an ve bi neçarî hatiye windakirin

Di 25ê mijdara 2017an de, bi awayekî ne qanûnî hatiye kuştin.
Di nîvê şeva 4ê mijdara 2013an, du efser li gel hejmareke leşkerên çekdar hatin mala Mazin Eldebax û ew bi nezanîya şêwazê rast ê perwerdekirina zarokan tometbar kir, paşê ew bi behanîya fêrkirina wî bo şêwazê rast girtin.
Wê çaxê Mazin şêwirmendê perwerdehîyê yê dibistana Fransiz/ Sûrîyayî bû.
Roja berî wê grûpeke çekdarêb xwe bi saloxgerîya ezmanî dabûn nasîn, lawê Mazin; Patrick Ebdilqadir ê 20 salî girtibû û gotibû ew ê tenê pirsan jê bikin lê sedema girtinê diyar kiribû.
Mazin û Patrick ber bi zindana Mezê ve hatibûn birin, ew jî girtingeheke girêdayî Saloxgerîya Ezmanî ye, ji wê çaxê ve her du winda ne. Mazin Debax û kurê wî Patrick di tu çalakîyên opozisyonê de ne berî adara 2011an û ne jî piştî wê beşdar bûn.
Li gor belgeyeke fermî giha malbatê, mirina Patrick û Mazin bêyî destnîşankirina sedem û cihê mirinê, hate teqezkirin.
Zindana Mezê gelek caran hatiye şermezarkirin ji ber ku weke cihekî îşkencekirinê dihate naskirin û Komîteya Şopandina Rastîyê ya girêdayî Netewên Yekbûyî dibîne ku ev dever  yek ji deverên astên mirinê yên herî bilind lê hatiye tomarkirin.

Patrick Ebdilqadir Debax
Sûrîyayî/ Fransiz
Ji 4ê mijdara 2013an ve bi neçarî hatiye windakirin

Di 21ê berfanbara 2014an de, bi awayekî ne qanûnî hatiye kuştin.
Çaxa ku Patrick Ebdilqadir Eldebax ê 20 salî hate girtin, ew xwendekarê sala duyem li fakulteya wêjeyê û zanistên mirovî li Şamê bû, di nîvê şeva 3yê mijdara 2013an de li ser destê 5 kesan (du efser, du endamên ewlekarîyê û pisporekî agahîyan) ku xwe bi Saloxgerîya Ezmanî dabûn nasîn hate girtin. Wan got ku dixwazin çend pirsan jê bikin bêyî ku sedema girtinê nîşan bidin.
Roja din, 4ê mijdarê her du efser li gel 12 endamên çekdar vegeriyan mala Mazin Eldebax û ew bi nezanîya şêwazê rast ê perwerdekirina zarokan tometbar kir, paşê ew bi behanîya fêrkirina wî bo şêwazê rast girtin. Wê çaxê Mazin şêwirmendê perwerdehîyê yê dibistana Fransiz/ Sûrîyayî bû.