Daxuyanîyeke rojnamevanî: belgeya girtina Cemîl Hesen giring e û nûçeyeke xweş e bo hemû ziyanxwarên îşkenceyên Esed

Divabe dewletên din jî li ser şopa desthilata dadwerî ya Almanyayê bimeşe

Berlin, 8ê hizêrana 2018an – “belgenameya girtina ‘Cemîl Hesen’ xaleke giring e û gaveke baş e bo ziyanxwarên îşkenceyên Esed her weha ji bo malbatên qurbanîyan û kesên di girtîgehên Sûrîyayî de” ev bûn gotinên Wolfgang Kaleck; emîndarê giştî yê rêxistina Navenda Ewropayî ya Mafên Mirovan û yên Destûrî (European Center for Constitutional and Human Rights). Her weha ev yek xaleke handanê ye bo 24 kesên çalakvanên Sûrîyayî û kesên saxmayî ku gotinên wan alîkar bûn di gihaştina bo encamdayîna belgenameya girtinê. Bi hevkarîya di nav parêzerê Sûrîyayî Enwer Elbunî (Navenda Sûrîyayî ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî) û Mazin Derwîş (Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê) de, çar doz li dijî berpirsên pilebilind ên  hikûmeta Esed û Cemîl Hesen; ku serkirdeyê saloxgerîya leşkerî li Sûrîyayê ye, hatin bilindkirin li Almanyayê .

Li gel Cemîl Hesen, van dozan nasnameya 26 kesên din ji berpirsên pilebilind ên saloxgerîya Sûrîyayî eşkere kiriye. Tometên wan îşkencekirinê weke beşekî tawanên dijî mirovahîyê û tawanên cengê li xwe digire. Tê zanîn ku yek ji van dozan ji hêla çalakvanên Grûpa karê “Elqeyser” ve hatibû hildan. Rêxistina ECCHRê jî amadekarîyên dozan û bilindkirina wan li gel qurbanîyên îşkencekirinê yên Sûrîyayî, çalakvan û parêzeran kiribû.

“ez dadmendîyê û mafên mirov di ser tolhildanê û tundîyê re weke çekekî li dijî iriyarên Cemîl Hesen li dijî min û hevalên min kiriye, digirim. Biryara ku îroj derketiye diyar dike ku ez li ser rêya rast im û ez ji ber vê yekê şanaz im,” ev gotinên “Yezen Ewad” in ku çar meh û nîvan di gelek girtîgehên saloxgerîya esmanî de mabû û ew jî di nav kesên ku doz pêşkêş kirine.

“biryra ku li Almanyayê derketiye teqez dike ku dadmendî prensîpeke hêjayî rêzdarîyê ye û nabe ji bo tu sedemên siyasî were paşguhkirin.” Ev jî gotinên Parêzer “Enwer Elbunî” ne ku berdewamî da axaftina xwe û got “ev yek serkeftineke bo qurbanîyên ku ji mêj ve bendewarên dadmendîyê ne.”

“ev nûçeyeke erênî ye û ji me re teqez dike ku cih ji nebûna sezakirinê û parastina ji lêpirsînê di warên tawanên ku li Sûrîyayê bûne, tuneye.” Ev jî li gor gotinên parêzer “Mazin Derwîş” ku berdewam dike “weke yek ji kesên ku doza rakirina bo dadgehan kirine, ev nûçeya herî xweş e ji çaxa serbestkirina xwe dibihîzim û dixwazim spasîya hemû kesên beşdar bikim bi taybet qurbanîyên îşkencekirinê ku ne ji mêrxasî û pabendîya wan bi kar ba, em nedigihan vê encamê.”

“bi rêya derxistina biryara girtinê, ofîsa dozgerê giştî yê alman ji me re teqez dike ku cihê wan berpirsên pilebilind ên ku di ber tawanên îşkencekirinê de berpirs bûm li pêş dadgehê ye. Almanya bi vî awayî amadekarîya xwe ya destpêka lêpirsînên cidî û operasyoneke lêpirsînê di ware binpêkirinên mafên mirovan de, dike.” Li gor gotinên Wolfgang Kaleck yê ku berdewamî da axaftina xwe û got: “ji desthilatên dadwerî li dewletên din jî tê xwestin ku li ser şopa dadgehên Almanyayê bimeşin. Ji ber ku dadgehkirineke navdewletî an taybet ji bo dozvekirina li tawanên li Sûrîyayê dibin tuneye, divabe dewletên din Prensîpa Dadmendîya Navdewletî (Principle of Universal Jurisdiction) bi kar bînin.”