Beyanname: Heft Sal ji Nebûna wan!

Heft Sal ji Nebûna wan!

Komek ji saziyên ivaka sivîl yên çalak di sûrî da, daxwaz dikin ku çarenivîsa her çar revandiyên bûyera 9ê çileyê pêşîn/ berfanbara 2013 li Doma yê bê aşkerkirin, û berpirsên wê bên sizadan. 

Îro, heft sal temam dibin ji nebûna her çar Çalakvanan ra, ku di 9ê Çileyê Pêşîn/ Berfanbara 2013an da, nivîsengeha hevbeş ya Nanvenda Belgekirina Binpêkirinan li Sûriya yê û Nivîsengeha Geşepêdana Navxowyî û piştgîriya pirojeyên piçûk, û kovara Em Derketina Azadî yê/ Tilina Ela alhuriya li bajarê Doma yê rûberûyî êrîşek çekdarî bû û her yek ji Rezan Zeytûna û Wail Hemada û Semîra Xelîl û Nazim Hemadî hatin revandin, û tevî ku aliyên destlader hatin guhertin, lê çarenivîsa van hevalan hîn ne diyara.

Di dema ku berhemên karên wan di belgekirina binpêkirinan, ji wan wêne, zaniyarî û şehadatên ku komkirina pişt êrîşa kîmawî li Xota rojhilat di sala 2013an da derdikevin û geş didin, ku çend doz hatin pişkêşkirin li dijî tawanbaran, û nivîsengeha Geşepêdana Navxowyî û piştgîriya pirojeyên piçûk di karên xwe da berdewama di karên xwe li derveyî navçeyên jêr kontrola hikpmetê, lê çarenivîsa wan hîn ne diyare tevî ew hewl û xebatên ku hatin û tên kirin ji aliyê dost û hevalan ve daku çarenivîsa wan diyar bibe, ku digel çendîn aliyan da peywendî hat kirin, di gel pêşkêşkirina dozekê li dijî Artêşa Îslam/ Ceyşulîslam wek gomanlêkir di bûuerê da.

Di heyama heft salan da, karên cidî ne hatin kirin daku çarenivîsa wan diyar bibe ji aliyê dewletên têkildara va, ku bandora xwe hene li ser komên çekdar daku zextê li ser wan bikin, ku tenê gotin û axiftinên û hewldanên siyasî û diplomasî hatin kirin ku çi sûdên xwe tune bûn.

Doza her Çar Revandiyan nîşanek madî ye ku şorşa Sûriay yê bi kûve diçe derbarê avakrina dewletek dîmokrasî sivîl li ser piransîpên azadî û edalet û niştimanperwerî û mafên microvan ava dibe, paş ew di destê rejîmek zordar da û di destê komên çeta da hiştin.

Bo bergirî ji piransîpên niştimanî û exlaqî yên ku şorşa sûriay yê li ser ava bû, û bo wan û tevahiya girtîyên ku li Sûriya yê ne, em îro, bapendbûna xwe nû dikin da ku kar bikin bi çi awayî ta çarenivîsa wan diyar bibe, û mafên wan û mafên tevahiya sûriyan di edalet û lêpirsînê da bêkirin, wek mercek serke di avakirina dewletk dimokratî da li ser bingehên mafên mirovan û hemwelatî yê ava dibe.

Rêxistinên Îmzaker: 

  1.       kadmya Lemar
  2.       Bessmat bo Geşepêdanê
  3.       Bi hevra bo piştgîriya dozên jinê
  4.       Bi Edaletê ra
  5.       Çavdêra Sûrî bo Nafên Mirovan
  6.       Dewletî
  7.       Helmetek Bo Sûriya yê
  8.       Hevbendiya rêxistinên civaka sivîl ya sûrî/ Şemil
  9.       Jin Niha/ Nisa alan bo geşepêdanê
  10.   Komeleya parêzkarên sûrî
  11.   Komeleya Haw abo şiyandana Jinê
  12.   Komeleya Sefa bo geşepêdanê
  13.   Komeleya Malbatên Keyser
  14.   Kovara Tilna llhuriya/ Em derketin Azadî yê
  15.   Malabtên bo Azadî yê
  16.   Misawat/ Wekhevî
  17.   Navenda Sûrî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad
  18.   Navenda Amel/ Hêvî bo parêzvanî û dîsatînê
  19.   Navenda Edil bo Mafên mirovan
  20.   Navenda vekolînên Komara dîmokrat
  21.   Nivîsengeha geşepêdana navxowyî û piştgîriya pirojên piçûk (LDSPS)
  22.   Ornimo
  23.   Qetira bo Morvatî yê
  24.   Rêxistina Sûrî bo jinên Girtî
  25.   Rêxistina kurdî bo mafên mirovan li sûrî
  26.   Rêxistina komîteya jinên sûrî li Rîhanîyê
  27.   Rêxistina beytûna
  28.   Rêxistina siwar
  29.   Rêxistina Kiş melek
  30.   Roja Din/ Yom altalî
  31.   Sûryayîyên bo Rasteqînî û Dadmendiyê
  32.   Saziya piştgîriya jinê
  33.   Tevgera Siyasî ya jina Sûrî
  34.   Tora Sûrî bo Mafên Mirovan
  35.   Tora Jina Sûrî
  36.   Tora Hiras
  37.   Yekîniya encûmenên navxowyî