Bangewazîyeka destêwerdana bo rawestandina dadgehên keyfî der heqêbêhtirî 90 girtîyên Sûrîyayî li Zindanên Turkiyayê

Bangewazîyeka destêwerdana bo rawestandina dadgehên keyfî der heqêbêhtirî 90 girtîyên Sûrîyayî li Zindanên Turkiyayê


 

41 rêxistin doza tevgera demlidest a serbestkirina girtîyên Sûrîyayî di zindana (Hilwan) de dikin, ji ber metirsîyên li ser jîyana wan piştî belavbûna Coronayê û tirsa ji derxistina hukmên xirab der heqê wan de

 

*Emîndarê NYyê yê Giştî: Birêz Antonio Gueteres

*Komîserîya Bala ya Mafên Mirovan: Birêz Michael Bashlette

 

Rêxistinên Sûrîyayî yên li ser vê bangewazîyê îmzekirina, tirsa xwe tine der, der barê çarenûsa 90 girtîyên Sûrîyayî hatine veguhestin bo dadgehên Turkî di mehên dawîyên sala 2019an, piştî ku demên girtinê yên cûrbecûr di nava girtîgehên ne fermî de, di bin serpereştîya komên Artêşa Niştîman a Sûrîyayî ya dijber ya ser bi Kwalîsyona Sûrîyayî ve, li Sûrîyayê.

 

Agahîyên bedrest ku hatine komkirin û piştrastkirina didin xuyakirin ku girtin di dawîya cotmeh û mijdara 2019an de hatine bi cih anîn li gundên bajarê Til Ebyed û Serê Kanîyê/ Ras Eleyin, di dema piştî operasyona Nebi Elselam ya ku di 9ê cotmeha 2019an de dest pê kiribû û bû sedema dagîrkirina hêzên Tirk bo herêma ku welatîyên Kurd û Ereb lê dijîn, û hate zanîn ku hejmarek ji wan rastî zextê hatine da ku li xwe mukur bên berî ku werin veguhestin Turkîyayê.

 

Li gel xalên borî, agahîyên teqez dibêjin ku girtî bo zindana Hilwanê ya girtî ya li Orfayê hatine veguhestin û dê li pêş dadgeha )AĞIR CEZA MAHKEMESİ) werin dadgehkirin,her weha ev tomet bo wan hatine spartin:

  1. Lîstina bi yekîtîya dewleta Turkîyayê
  2. Hewldana parçekirina dewletê (mebest pê Turkîya ye)
  3. Girêdana bi rêxistineka terrorist a çekdar (mebest pê QSDê, YPG …hwd)
  4. Kuştin

 

Dadgehkirina wan bo demeka ne diyar hate bipaşxistin ji ber belvbûna Corona li Turkîyayê, li gor agahîyên me gerek bû di destpêka nîsana 2020an de dest pê kiribe.

 

Veguhestina hemwelatîyên Sûrîyayî box aka Turkîyayê da ku li wir werin dadgehkirin û bê k utu guneh li ser xaka wê an der heqê welatîyên wê de kiribin û bicihanîna qanûnên Turkîyayê der heqê wan de, derketineke ji qanûn û irfên navdewletî. Eger wan tawanek jî kiribe, eê çaxê dadgehên Sûrîyayîbi wan pêwendîdar e, ne yên Turkî. Dewleta Turk dewleteka dagîrker e –tevî ku rewşa dagîrkerîyê ranegihandiye- ji lew re divabeli gor pabendîyên xwe yên lihvkirina Cinêvê û protokolên wê yên sala 1949an tev bigere, ku li gor wan qedexe ye dewleta dagîrker kesên parastî veguhêze an wan ji xaka dagîrkirî veguhêzin xaka dagîrker an dewleteka din, bi çi sedemê be (madeya 49an a lihevkirna çarem).

 

Li ser van xalan, rêxistinên îmzekerli ser bangewazîyê doza van xalan dikin:

  1. Zexta li ser hikûmeta Turkîyayê ji bo rawestandina dadgehên keyfî der heqê girtîyên ku ji Sûrîyayê hatine veguhestin.
  2. Rêdana bo komîte  rêxistinên navdewletî yên bêalî û serbixwe da ku karibin bigihêjin girtîyan û hrgilîyên bûyerê nas bikin.
  3. Rêdana bo malbatên girtîyan ku bi wan re bikevin têkilîyê
  4. Serbestkirina girtîyan û vegerandina wan bo xaka Sûrîyayê.

 


 

Navê Rêxistinan:

  1. Rêxistina Kurdî ya Mafên Mirovan – Elrasid
  2. Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê
  3. Desteya Qanûnî ya Kurdî
  4. Komeleya Aferîn ya Jina Kurd
  5. Komeleya Hulm
  6. Komeleya Cûdî ya Geşepêdan û Hawarçûnê
  7. Komeleya Xunav a Hawarçûn û Geşepêdanê
  8. Komeleya Şawîşka ya Jinê
  9. Komeleya Girkê Legê ya Xêrxwaz
  10. Dan ya Hawarçûn û Geepêdanê
  11. Tora Jina Demokrat
  12. Tora Qaidat Elselam
  13. Destpêşxerîya Dîfaa ya Mafnas
  14. Navenda Elselam we Elhurîye ya Civaka Sivîl û Mafên Mirovan
  15. Navenda Aştîyê û Civaka Sivîl
  16. Navenda Elmiwatene Elmutesawiye
  17. Navenda Bibelgekirina Binpêkirina li Bakurê Sûrîyayê
  18. Navenda Share ya Geşepêdana Civakî
  19. Navenda Edil ya Mafên Mirovan
  20. Navenda Lêkolîn ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî
  21. Navenda Omîd ya Geşepêdanê û Civaka Sivîl
  22. Rêxistina Sûrîyûn bo Rastî û Dadmendîyê
  23. Rêxistina Hesekê ya Hawarçûn û Geşepêdanê
  24. Rêxistina Elmusteqbel Elsamî ya Geşepêdanê
  25. Rêxistina Emel Elbaxoz ya Geşepêdanê
  26. Rêxistina Besmet Emel
  27. Rêxistina PÊL ya Pêlên Sivîlane
  28. Rêxistina Tebenî Elsewra ya Navdewletî
  29. Rêxistina Tolîp ya Piştgirîya Jin û Zarokê
  30. Rêxistina Mafên Mirovan li Cizîrê
  31. Rêxistina Mafên Mirovan li Sûrîyayê – MAF
  32. Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê – Sûrîya
  33. Rêxistina Ruiya
  34. Rêxistina Sara ya Dijatîya Tundîya li Ser Jinê
  35. Rêxistina Stêr a Geşepêdanê
  36. Rêxistina Senabil Elfurat ya Mirovî
  37. Rêxistina Teyf
  38. Rêxistina Etaa ya Geşepêdanê
  39. Rêxistina Nebid
  40. Rêxistina Biratî ya Mafên Mirovan
  41. Rêxistina Êzdîna ya Ragihênerî û Mafnasî