Sindoqa niştîmanî ya demokrasîyê danan dide projeyên ragihênerî

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 16/6/2017

Dezgehên ragihandinê yên serbixwe û grûp û komeleyên sivîl dikarin daxwaznameyên xwe pêşkêş bikin da ku danê werbigirin.

Sindoqa niştîmanî ya demokrasîyê NED pêşwazîyê li pêşniyarên projeyên ku armancên demokrasîyê û rola dezgehên demokratîk diçesipînin, dike.

Ev Sindoq piştgirîya daxwaznameyên ku ji alîyê rêxistinên ku di jîngehên cûrbecûr de kar dikin hatine pêşkêşkirin, dike. Ji nav wan jî welatên ku desthilatdarî li wan di asteke bilind de ye, civakên çewisandî de û welatên ku ber bi demokrasîyê ve diçin.

Dan li gor mezinbûn û çarçoveya pêkanîna projeyê ye, lê li ser asteke navîn; dan ji bo 12 mehan e û derdora 50,000 US$ tê dan.

Sindoq giranîyê dide rêxistinên ne girêdayî partîyan û yên ku dixwazin mafên mirovan biparêzin û piştgirîya azadîya agahîyan û dezgehên ragihandinê yên serbixwe dikin.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 16/6/2017

Bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.