Beşa duyem a rapora Artêşên Sîberê ya sala 2024an balê dibe ser çekdarên biyanî yên li Sûrîyayê yên ku mirov dikare navê çeteyan li wan bike. Rapor her wiha balê dibe ser kompanîyên ewlekarî û kompanîyên leşkerî yên taybet û rola wan a di şerên çekdar de, her wiha rola van koman li Sûrîyaya ku bûye meydana grûpên çekdar, milîs, komên çeteyan û kompanîyên leşkerî û ewlekarî. Tevaya van aktor û koman dema şerê Sûrîyayê dirêj dikin û derfetên çareserîyê û bidawîkirina şer û pevçûnan ji nav dibin. Rûniştina hêza milîsan, desthilatîyên de facto, bicihanîna wan a beşeke peywirên dewletê bi rêya hêza çekan û destdanîna ser çavkanîyên dewletê di çarçoveya aborîyên cengê de, bingehên dewletê ên sistikî qelstir kirin. Pê re, navendên hêzê di nav civakê de cihên hev girtin û pêkhateyên mirovî yên ku ji sedên salan ve li deverê xwecih bûn, ji hev ketin û pergala wan şehitî. Êdî koçberkirina bi darê zorê bû çekeke jêneger a şer, nemaze li dij deverên dijber ên ku milîsan û komên çeteyan dest danî ser wan û xelkê wan ji kokê ve rakirin û ew li dewletên cîran û biyanistanê tarûmar kirin. Li hêla din jî, sektorên aborî û jîyanî ketin jêr serwerîya kompanîyên leşkerî û yên ewlekarî yên ku karên xwe ji bo parastina berjewendîyên Rûsyayê û bingehên wê yên leşkerî yên li welêt didomînin.
Jixwe ji wê gavê ve, wate piştî ku me beşa yekem a Artêşên Sîberê di sala 2022yan de weşand, derfetên çareserîya, xizanî kûrtir bû û rewşa aborî ya kambax beşeke mezin a civaka Sûrîyayî da ber lehîya xwe. Pê re, prosesên leşkerkirina çeteyan berfirehtir bûn. Êdî li gor çavkanîyên ragihandinê, meydanên şer ên ku welatîyên Sûrîyayê lê bûne çeteyên Rûsya yan Tirkîyayê zêdetir bûne: Ji şerê Ermensitan û Azerbaycanê yê li Nagorno Karabaxê bigire heta bi Lîbyayê, li Afrîkayê Bakurê Malîyê- û heta bi Venezuelaya Amerîkaya Başûrî û di nava şerê Rûsyayê yê li dij Ukraynayê de—. Li vir jî ranewestîya, çimkî Îran jî ket ser vê xetê û navendeke leşkerkirina welatîyên Sûrîyayê vekir da ku wan bişîne Yemenê û li rex Koma El-Hûsî şer bikin. Peymanên Îranê bi çeteyên wê re bi vî rengî bûn: Dema peymanê 3 sal bû û mûçeya mehane digihaşt 1000 $ bo kesên sivîl û 1200 $ bo leşkeran.
Dawîyê, ev rapor -bi her du beşên xwe ve- li gel nêrîna neguherbar a navendê ya der barê mafên mirovan de li Sûrîyayê digunce, ku gerek e di çarçoveya proseseke gelemper û bênavber de were meşandin, di nava projeyeke giştî de be û mafên mirovan di rêyên terîb de bên berbelavkirin: Mîna bibelgekirin û weşandinê, danîna nexşeya zêdegavî û binpêkirinên li barê mafên mirovan, qanûna mirovî di çarçoveya şerê li Sûrîyayê de, têkoşîna li dij xwevedizîna ji sizayan, sizakirina tawankaran û bikaranîna sazgêrîyên dadgerîyê yên ku berpirsyarkirina binpêkirinan li hemû deverên dadgerî xurt dikin; di nav de bikaranîna dadgerîya navdewletî û devera dadgerî ya cîhanî.
Di 22yê Tebaxa 2023yan de, Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê li bal Nivîsgeha Polîsên Tawanên Şer a Norweçê li dij pêşendamekî Milîsa El-Heşd El-Şe’bî ya Iraqê yê bi navê Huseyn El-Hicêmî gilî kiribû. El-Hicêmî li Norweçê rûdinişt. Wî di nav refên komên milîsa El-Heşd El-Şe’bî yên li Sûrîyayê de şer kiribû û bergumanê tawanên kuştinê û binpêkirinên giran bû. Navendê doza destpêkirina lêpirsîneke bingehîn der heqê lixwemikurhatinên El-Hicêmî de kiribû ku wî bi xwe li ser hesabê xwe yê Tiktokê belav kiribûn. Di 21ê Tebaxa 2023yan de, Nivîsgeha Polîsên Tawanên Şer a Norweçê wergirtina gilînameya Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê piştrast kiribû.
Navendê, her wiha, li gel hin hevparên navdewletî berê xwe da dadgehên Rûsyayê û li dij endamên Kompanîya Wagnerê gilî kir. Van endaman tawan li hember welatîyên Sûrîyayê pêk anîbûn. Piştî ku gilînameyê hemû pileyên darizandinê li dadgehên Rûsyayê derbas kirin û tişt bi dest nexist, kompanîyê gilînameya xwe rakir Dadgeha Ewropayî ya Mafên Mirovan.