Mala Rojnamevan

Mala Rojnamevan armanc dike ku bibe devereke sereke bo parastin û geşepêdankirina dezgehên ragihandinê yên Sûryeyî.

Em pilan dikin ku di salên bê de, em piştgirî û pêşxistinê ji civaka ragihandinê ya Sûryeyî re pêşkêş bikin her weha em bingeh û nirxên pêşekarîyê bi dezgehên ragihandinê bidin çesipandin.

Di sala 2017an de, em bale dikşînin ser parastin û ewlehîya kesên ku di warê ragihandinê û dezgehên ragihandinê de kar dikin, her weha em ê li ser hêsankirina gihandina hemû alavên piştgirîyê; mîna peydakirina alîkarîya pijîşkî di rewşên awarte de, yan jî alîkarîya gihaştina deverên ewle dema ku jîyana kesên ku di warê ragihandinê de kar dikin di bin metirsîyê de be ji ber karê wan, kar bikin.

Em li gel hevkarên navdewletî; rêxistinên hiqûqî kar dikin da ku em pîvanên parastina rojnamevanan yên navdewletî bêhtir bikin.