Rewangeha Gotara Tûndî û Nefretkirinê

Ji sala 2011an ve, gotara nefretkirin, tundî, terror û tunekirina jinê û kêmnetewan bi awayekî metirsîdar di dezgehên ragihandinê yên Sûryeyî de pirtir bûye. şerê xweînrij li Sûryeyê seqayeke alîkar bo nefretkirinê di nav pêkhateyên Sûryeyê de çêkiriye. Li şûna danûstendinên siyasî û gengeşekirina nakokîyan, tolhildan hat, ji lew re têgihên mîna hevborînê bi paş ve çûn û têgehên ku mirovan li ser li ser nefretkirin, kuştin û wêrankirinê sor dikin, cih girtin. Rola dezgehên ragihandinê jî, ji hemû alîyan di vê yekê de mezin bû.

Di sala 2017an de, em dixwazin bandorên gotara tundî û nefretkirinê yên wêranker li ser civaka Sûryeyî di dezgehên ragihandinê de sînor bikin.

Em dixwazin pêşî çavdêrîya dezgehê ragihandinê yên Sûryeyî bikin da ku em karibin nas bikin, ta çi astê gotara nefretkirinê tê bikaranîn. Paşê, em dixwazin asta hişmendîya civaka ragihandinê li Sûryeyê der bare bikaranîna vê gotarê û encamên wê, bilind bikin.

Di demên bê de, Rewangeha çavdêrîya gotara tundî û nefretkirinê dixwaze bikaranîna vê gotarê di warê siyasî û olî de jî tune bike.