Rê Hîn Dirêj e*… Piştî Şoreş û Cengê… Xewneke Ku Me Tevan Li Hev Dicivîne

Îroj 9ê Berfanbara 2017an e. Îroj çar sal di ser windakirina bi zorê ya Rezan Zeytûna, Wail Hemada, Semîra El-Xelîl û Nazim Hemadî re derbas dibin. Çar sal derbas dibin lê hîn li nav me ne; heta ku bawerîya me ya bi azadî û demokrasîyê û mafên mirovan zindî bimîne, ew kes dê her dem li nav me bimînin û bijîn.

Rezan Zeytûna parêzer û çalakgereke Sûrîyayî ye. Xebata wê ji sala 1999an, ji dema derçûna ji Zanîngeha Şamê dest pê kiriye. Ji wê demê ve bûye endameke “Tîma Berevanîya Girîtyên Sîyasî û yên Azadîya Nêrînê”. Her weha endameke damezirîner a komeleya “Mafên Mirovan Li Sûrîyayê” bû û heta sala 2004an li gel wan kar kiriye.

Sala 2005an, Rezanê yekem destpêşxerîya mafnasîyê ya bibelgekirina pisporane li Sûrîyayê, an ku “Gihaneka Zanyarîyên Mafên Mirovan Li Sûrîyayê”, damezirandiye. Ev destpêşxerî bûye zanyarîdanka binpêkirinên Rejîma Sûrîyeyayê di warê mafên mirovan de. Rezan her weha çalakgereke Komîteya Piştgirîya Girtîyên Sîyasî Li Sûrîyeyê bû.

Rezan li gel hevjînê xwe, çalakgerê sîyasî Wail Hemada û her du hevalên wan ên herdemî; Semîra El-Xelîl û helbestnivîs û parêzer Nazim Hemadî hatiye revandin: Rezana ku li ber mafên mirovan dida, Rezana nivîskar, heval û hevpara raçandina xalîçeya xewna guhertina demokratîk li Sûrîyeyê, hevjînê wê çalakgerê sîyasî Wail Hemada yê ku Rejîma Sûrîyayê di sala 2011an de ew du caran girtibû da ku Rezan xwe radestî hêzên rejîmê bike, Semîra El-Xelîl a ku berê jî heft salan di zindanên Rejîma Sûrîyayê de girtî maye (1987-1991) û helbestnivîs û parêzer Nazim Hemadî yê ku di sala 2000î de li gel Rezanê û hin parêzerên din ên Sûrîyayî tev li parastina girtîyên “Bihara Şamê” bûye û di sala 2005an de tev li parastina girtîyên “Danezana Şamê” bûye.

Berî çar salan, tam wekî vê rojê, hin êrîşkarên rûpoşkirî êrîş bir ser nivîsgeha “Piştgirtina Geşepêdanê û Projeyên Piçûk” û her weha navenda “Bibelgekirina Binpêkirinan”; ew rêxistina mafnasîyê ya ku Rezan Zeytûna û çend parêzerên din ew di sala 2012an de damezirand da ku binpêkirinên mafên mirovan ên piştî Bihara Sûrîyayê ya Adara sala 2011an bi belge bike. Çar sal di ser revandina Rezan Zeytûna, Semîra El-Xelîl, Nazim Hemadî û Wail Hemada re derbas bûn; ew li Dûmaya girêdayî Gundewarê Şamê/Xûtaya Rojhilatî ya li jêr desthilatdarîya komên çekdar ên bi navê “Ceyş El-Îslam/Artêşa Îslamê” hatin revandin.

Ji çar salan heta roja îroj, daxwazên meşandina fişarên civaka navneteweyî li ser alîyên Şerê Sûrîyayê dewam dikin da ku civaka navneteweyî giranîyê bide ronîkirina çarenivîsa her çar kesên revandî yên ku bûne hêmaneke sereke ya çalakgerîya aştîyane, mafnasane û sivîl a ku hemû alîyên Şerê Sûrîyayê yê ji boyî desthilatdarîyê herî zêde jê ditirsîya. Windakirina van kesan û bêdengîya li hember vê tawanê dibe peyameke zelal ji boyî guherxwazên rewşa Sûrîyayê ku tenê du rê li pêşîya wan in: An mirin an pejirandina rewşa heyî; an ku peyam ew e ku êdî rengê binpêkirinan çawa be jî, tenê ev her du rê derdikevin pêş.

Ev sala çaran e em daxwaz dikin ku çarenivîsa Wail Hemada, Semîra El-Xelîl, Rezan Zeytûna û Nazim Hemadî tavilê û bê merc were eşkerekirin û her çar kes bêne serbestkirin û her weha tawankar û kesên ku bêdeng mane û pêvajoya lêpirsîna dadmendîyê asteng kirine, bêne darizandin.

Tawana windakirina wan tu carî kevn nabe û nayê jibîrkirin, helbet sedem ne tenê girêdayî biserveneçûna dema tawana “windakirina bi zorê” ye, lê belê her weha ji ber ku em hevrê û hevparên Nazim, Semîra, Wail û Rezanê ne û em ê tu carî ji bîr nekin û li tawankaran nebuhirin. Em ê her dem li her derê û bi her rengî ji boyî eşkerekirina çarenivîsa wan û darizandina berpirsyarên tawanê bixebitin û tev bigerin. Em ê her dem hevxewnên Nazim, Semîra û Wail û Rezanê bin, ew Rezana ku carekê gotibû: “Mafên xelkê û dan û standina dadmend a li gel wan tiştekî asayî û nelê ye û tu carî nabe mijara şirovekirinan, ne jî dibe cihê nêrîn û boçûnan. Ev yek bi yeksanî li ser sitemxwir û gunehbaran dimeşe. Her du divê giranîyê bidin fêmkirina cudahîya mezin a di navbera rejîmeke ku her karekî qedexe û netêw rewa dike û zarokên şoreşeke ku piştî îroj dê sitemkarî û binpêkirina rûmetê bi tu rengî nepejirîne de.”** 

*  Nivîsara dawî ya Rezan Zeytûna ya ku berî girtina wê bi çend saetan hatiye weşandin.

https://now.mmedia.me/lb/ar/%D8%A3%D8%B1%D8%B4%D9%8A%D9%81/524966-%D9%87%D8%B0%D8%A7-%D9%85%D8%A7-%D9%83%D8%AA%D8%A8%D8%AA%D9%87-%D8%B1%D8%B2%D8%A7%D9%86-%D8%B2%D9%8A%D8%AA%D9%88%D9%86%D8%A9-%D9%84now-%D9%82%D8%A8%D9%84-%D8%AE%D8%B7%D9%81%D9%87%D8%A7

 

**  Ji nivîsara “Sûrîyaya Şoreşê: Dadmendî Ne Hizir û Boçûn e

Rêxistinên îmzeker:

  1. Aleppo Free Lawyers. State of Law.
  2. Al-Jumhuria Group.
  3. Al-Karamah Foundation.
  4. Al-Kawakibi Center for Human Rights and Transitional Justice.
  5. Al-Kawakibi Organization for Human Rights.
  6. Arab Organization for Human Rights.
  7. Badael Foundation.
  8. Baituna Souria.
  9. Basmah and Zaitunah.
  10. Cairo Center for Human Rights Studies
  11. Darna
  12. EuroMed Human Rights.
  13. Families for Freedom.
  14. Fraternity Foundation for Human Rights (Birati/FFHR)
  15. Initiative for New Syria.
  16. Justice for Freedom
  17. Justice for Life.
  18. Justice for Syrian Women Network.
  19. Keshmalek
  20. Kurdish Committee for Human Rights- Monitoring.
  21. Lebanese Center for Human Rights.
  22. Local Administration Councils Unit.
  23. Local Développement and Small Projects Support
  24. Mouatana for Citizenship
  25. Musawa- Women’s Studies for Equality.
  26. National Group for Transitional Justice.
  27. New Secular Democratic Syria.
  28. Omran Center for Studies.
  29. Peace Space Organization.
  30. Pill Civil Waves.
  31. Raqeeb Foundation for Monitoring and Documentation.
  32. Sanad for People with Special Needs.
  33. Shamel Alliance for Civil Society Organizations.
  34. Syrian Activists Monitoring Organization.
  35. Syrian Archive
  36. Syrian Center for Justice and Accountability.
  37. Syrian Center for Media and Freedom of Expression.
  38. Syrian Feminists Lobby.
  39. Syrian Forum.
  40. Syrian Journalists Association
  41. Syrian League for Citizenship.
  42. Syrian Legal Network in Holland.
  43. Syrian Network for Human Rights.
  44. Syrian Nonviolence Movement.
  45. Syrian Press Center.
  46. Syrian Program for Legal Development.
  47. Syrian Women Network
  48. Syrians for Truth and Justice Organization.
  49. The Day After.
  50. Violations Documentation Center.
  51. Women Now for Development.
  52. Women Now.
  53. Work Group for Detainees.
  54. Work Group for Syria.