Raporek Taybet: “Jinên Ragihêner li Sûrîyeyê … rewş û astengî”

Hevgirtina Rojnamevanên Sûrîyeyî raporek taybet li jêr serenavê “Jinên Ragihêner li Sûrîyeyê .. Rewş û Zehmetî” derxist, tê de behsa rewşa jinên ragihêner li Sûrîyeyê dike û bale dikişîne ser hejmara wan, rola wan, binpêkirinên ku der heqê wan de tên kirin û jîngeha ku tê de kar dikin.

Li gor Navenda Sûrîyeyî ya Azadîyên Rojnamegerî di hevgirtinê de, ji destpêka şoreşa Sûrîyeyî di 2011an de,  22 binpêkirin der heqê jinên ragihêner de hatine kirin ji nav wan jî kuştina 4 ragihêneran û revandina û girtina 12an li gel 6 binpêkirinên din di wan êîşkirin, lêxistin, gefxwarin û tundîyê bi armanca dûrxistina wan ji karê ragihênerî.

Di raporê de daxuyanîya seroka komîteya azadîyên rojnamegerî du hevgirtinê de; Sûad Xebiye hatiye diyarkirin, tê de behsa astengîyên kevin di karê jinê yê ragihênerî de dike li gel sedemên beşdarîya jinên rojnamevan ên Sûrîyeyî di doza guhertinê de ya ku Sûrîyeyîyan di adara 2011an de dest pê kiribû.

Raporê behsa karê jinan di ragihandina fermî de berî adara 2011an jî kir û diyar kir ku ne dûrî beşên civakê yên din bû û tenê alaveke çewisandin û bindestkirina gel bû.

Her weha belîbûna roleke nû ji bo jina rojnamevan û çalakvan piştî tevgera şoreşê anî ziman, ku jin li gel mêr bû di xwepêşandanên aştîyane de, paşê roleke wê ya mezin di veguhestina bûyeran de û şopandina wan de bo dezgehên ragihandinê yên navxweyî û biyan hebû, wê weke wênekêş, êdîter û berdevkeke ragihênerî kar kir her weha postên birêveberî di dezgehên ragihandinê yên cûrbecûr de bidest xist.

Ji alîyekî din ve raporê behsa rola jina ragihêner li herêmên Rêveberîya Xweser jî anî ziman ku li Bakurê sûrîyeyê ji alîyê Partîya Yekîtîya Demoqrat ve hatiye ragihandin, her weha binpêkirinên ku li vê herêmê jî hatine kirin anîye ziman ku bi giştî 75 binpêkirin bûn û 4 ji wan jî der heqê jinên ragihêner de bû.

Der barê karê jinên ragihêner li herêmên kontrola Rêxistina Dewleta îslamî, rapor diyar dike ku hizirîna jinê bi tenê di karê ragihênerî de pir metirsîdar e ji bo wê ji ber ku ew ê jîyana xwe ji dest bide, ev jî bûye sedem ku gelek jinên çalakvanên ragihênerî ji herêmê bi temamî derkevin.

Raporê behsa pêşketinên jinên ragihêner ên Sûrîyeyî jî kir ku ji rêxistin û alîyên navdewletî re balkêş bû û hatin rêzdarîkirin û xelat jî ji ber rola xwe li Sûrîyeyê wergirtin.

Bo dîtina raporê bi temamî bi forma PDFê, li vê derê bixe.