ragihandina damezrandina (Hevgirtina Malbatên Sîzerê) gaveke din ber bi rêya dadmendîyê ya dirêj ve

ji ber ku em bawer in ku dadmendî bingeha bihêz ya aştîya domdar e, û bêyî wê tenê tundî û tolhildan belav dibin, her weh ji ber ku sitemkarî û reva ji sezayê û nebûna dadîyê sedemeke giring a belavbûna radîkalîzm û berdewamîya şer e, li gel ku em pêşerojeke xweştir bo xwe û hemû Sûrîyayîyan dixwazin ku dadmendîyeke veguhêz ji xwe re bingeh digire, em weke grûpeke malbatên Sûrîyayî ji malbatên girtîyê ku wêneyên di nav (wêneyên Sîzer) dee belav bûne, damezrandina (Hevgirtina Malbatên Sîzerê); weke rêxistineke sivîl bi alîkarîya navên li jêr radigihênin:

  • Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM)
  • Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan (VDC)

ji bo vê armancê, ev e salek xebatên amadekirinê û civîn tên lidarxistin, ji nav wan jî civîna me ya li Berlînê di sibata 2018an de li gel nûnerên deste û rêxistinên navdewletî:

  • Mîkanîzmaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe (IIIM)
  • Komîteya Navdewletî ya Kesên Winda (ICMP)
  • Navenda Ewropayî ya Mafên Destûrî û Mafên Mirovan (ECCHR)
  • Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan (FIDH)
  • Dezgeha Oroya Navîn ya Piştgirîya Berevankerên mafên Mirovan (EMHRF)

me jî biryara çêkirina hevgirtinê ji bo bicihanîna van armancan stend:

  1. radestîkirina termên qurbanîyan û binaxkirina wan bi awayekî rêzdar li gor pîvanên mirovahîyê û hestên malbatên wan li gor dabên wan.
  2. peydakirina piştgirîya derûnî û qanûnî ya malbatên qurbanîyan û alîkarîya wan ji bo derbaskirina şûna tawanan.
  3. garantîkirina mafên qurbanîyan û malbatên wan her weha rêzdarkirina wan.
  4. beşdarîya di serbstkirina girtî û windayan de her weha kesên revandî û diyarkirin çarenûsa windayan.
  5. garantîkirina nebûna eva ji sezayê û çêkirina dadgehên taybet bi tawanên cengê û yên li dijî mirovahîyê
  6. piştgirîya rêya dadmendîya veguhêz ya ku rastî, wekhevî û cezakirinê ji xwe re bingeh digire.
  7. beşdarîya di çêkirina aştîyeke rast û domdar de li Sûrîyayê ku dadmendî, hemwelatînî û mafên mirovan ji xwe re bingeh digire.

her weha divabe bal were kişandin ser bobelata girtî û windayên di zindan û girtîgehên rêjîma Sûrîyayî de û handana xebatên di warê rawestandina îşkencekirin û kuştina girtîyan û serbestkirina wan her weha diyarkirina çarenûsa qurbanîyan, garantîkirina mafên wan û xebatên li ser nemana reva ji sezayê di warê tawanên li dijî wan.

 

em di Hevgirtina Malbatên Sîzer de, ji hemû qurbanîyên îşkenckirinê û malbatên wan dixwazin ku bi me re di rêya dadmendîyê de bimeşin da ku em pişta hev bigirin. her weha ji hemû kesên pêwendîdar, mafnas û ragihêneran dixwazin ku doza me bikin pêşikî û hemû şêwazên piştgirîyê bo hevgitina me pêşkêş bikin ji ber ku dengê qurbanîyên yek ji tawanên herî metirsîdar e di dîroka mirovahîyê de her weha da ku hezkirên me nein hejmar û wêne.

 

dawîyê em teqez dikin ku hevgirtina Malbatên Sîzer dê di hemû rêyê dadmendîyê yên berdest de bimeşin li hemû alîyên cîhanê da ku bi berdewamî piştgirîya malbatên qurbanîyan bike û li her derê bi wan ve girêdayî be da ku armancên xwe bi cih bîne û mafdar jî mafên xwe werbigirin her weha tawanker jî sezayên xwe bibînin.