Ragihandin û Azadî

em hewl didin ku bigihên civakekê li ser azadîya derbirîna nerîn û bawerîya ava dibe, bi rêya:

  • Lêvegera li qanûn û agahîyên navxweyî û pêşkêşkirina pêşniyarên zanistî da ku li gor pîvanên navdewletî biguncin.

  • Belavkirina nirx û çandên nû di nav civakê de mîna betalkirina cûdakirinê, çanda jîngehê, mafê nexweşan, mafê niştebûnê, mafên kêmneteweyan, mafê geşepêdanê û azadîyên takekesî.

  • Zindîkirina alîyê erênî di mîrateyên çandî û teqezkirina li ser alîyê erênî yên olan di çarçoveya karekî birêxistinkirî de ku li ser danûstendinê ava dibe ne li ser tundî û terorê, her weha alîkarîya di piştgirîya gengeşeya di nav olan de.

  • Pêşkêşkirina dikeyeke piştgirîyê ya gişgir bo karmendên di warê ragihandinê û berevanên di ber azadîyê de ku ev dike karibe pêdivîyên wan bi cih bîne û jêhatinên wan bipêş bixe.

  • Çalakkirin û rahênana karmendên di warê ragihênerî û mafnasî de.

  • Handan, piştgirî û belavkirina çanda azadîya nerîn û bawerîyan li gel pirrengî û hevborînê.

  • Dijatîya gotara nefretkirin û sorkirina li ser tundîyê.

  • Hevrêzî, hevkarî û avakirina hevaltîyê li gel rêxistin û dezgehên karmend û alîkar ji bo karê di warê ragihandin û azadîyê de.

  • Pêşkêşkirina piştgirîya şêwirmendî bo rêxistinên navxweyî yên ku di warê ragihandin û azadîyê de kar dikin.

  • Piştgirîya rêbazên avaker yên ku li ser hevbeşî û wekhevî cenderî ava dibe her weha birêvebirina pirrengî û cihêrengîyê.

المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.