“Qeyser” Xelata Nuremberg ya Navdewletî a mafên Mirovan werdigire

“Qeyser” (şîn li xwe kiriye) di rûniştineke Kongresa Amerîkî de dema pêşkêşkirina wêneyên wî.

 

xelata “Mafên Mirovan a Navdewletî li Bajarê Nuremberg” ê yê Almanî bo sala 2017an hate dayîn bo wênekêş Qeyser (Sîzer)yê ku bi dehhezaran wêneyên termên girtîyan yên ku ku di zindanên Sûrîyeyê de jîyayana xwe ji ber îşkenceya tund ji dest dane belav kiribû.

Qeyser ew e navê ku li wênekêşekî veqetîyayî ji dezgeha polîsa leşkerî ya Sûrîyeyî hate kirin, ku beşekî karê wî kişandina wêneyan û erşîvkirina termên kuştîyan piştî adara 2011an. “Qeyser” tev li 55 hezar wêneyên 11 hezar qurbanîyên ku di zindanên rêjîma Sûrîyeyê de ta mirinê hatine îşkencekirin, derket.

Di tebaxa 2013an de, Qeyser li gel malbata xwe ji welatê xwe reviya. Di rêbendana 2014an de; hin wêneyên wî li ser înternêtê hatin belavkirin û pêşangeh ji wan re çêbûn, gelek malbatan wêneyên termên kesûkarên xwe di nav “Wêneyên Qeyser” de dîtin.

Piştî derketina wî ji Sûrîyeyê; “Qeyser” neçar ma xwe veşêre, bê nav, bê rû û tenê bi nave “Qeyser” xwe pênase kir, li gel malbata xwe li cihekî nediyar li devereke Bakurê Ewropayê dijî. Ew nuha dijminekî dewletê tê hesibandin li welatê wî Sûrîye.

Garans Li Kaysin

Ji ber ku çûna wî ya Nurembergê ne pêkan bû, rojnamegera Fransiz “Garans Li Kaysin” yap ê re alîkar bû û çîroka wî di pirtûka “Nav: Qeyser – di nav alavên mirinê yên Sûrîyeyî” de belav kir, xelata wî wergirt.

Di raporeke “Human Rights Watch”ê de li jêr serenavê “Eger mirî biaxivin: mirinên bi komî û îşkencekirina di girtîgehên Sûrîyeyê de”, rêxistinê teqez kir ku bi hezaran wêneyên der barê girtîyên di bin îşkenceyê de mirine hatine belavkirin, delîline xurt  yên pêkanîna tawanên dijî mirovahîyê ne.

Sê ji dawerên herî mezin ên dadgehên Sezayî yên navdewltî yên taybet bi tawanên cengê yên Sêralyon û Yugoslaviayê, di van wêneyan de mijûl bûn û di rapora xwe ya 2014an de gotin ku teqez in û dibe ku ji bo çi operasyonê be werin bikaranîn her weha serokê tîma lêpirsînan, parêzerê Birîtanî û dozgerê NYyê; Dezmond Lorenz de Silva jî wisa dît.  

Wêne îşkencekirina girtîyan ta mirinê di zindan û jêrzemînên girtîgehên Sûrîyeyî de bibekge dike û li gel her wêneyekê jî agahîyên wê hene. Wêne didin xuyakirina ku gelek dijberên rêzjîmê hatine kuştin. Gelek kesan behsa mêrxasîya wênekêş û kopîkirina wî ya wêneyan kir. Orlesh Maly got: “ev mîrateya Nurembergê li vir û hemû cîhanê ye: zanîna ku nabe mirov ji dadmendîyê bireve.”

90 malbatên qurbanîyan ji bo dayîna gotinên xwe amade ne

Wêneyên ji 2011an ta 2013an bingeha karên cezakirina berpirsên di rêjîmê de ne. derdora 800 qurbanîyî ji alîyê malbata xwe ve hatine destnîşankirin. Bêhitirî 90î ji van malbatan amadekarîya xwe ya dayîna şehadeya xwe li dewleteke sêyem diyar kirine. Gelek ji wan li Almanya û welatên Ewropî yên din dijîn.

Tawan “bêguman ya Herî kirêt e di sedsala 21ê de”

Li gor nerîna desteyeke sûndxwaran li Nurembergê, wênekêş xwesy ku cemawerê cîhanî bi tawanên li dijî girtîyên Sûrîyeyê agahdar bike, ji lew re ew girêdayî namînin. Weke delîlekî kuştina birêxistinkirî ya berfireh bo dijberên rêjîmê, wêne delîlekî giring in di warê dozeke navdewletî de ku li dijî pêşengên Sûrîyeyî di pêşerojê de dê bê hildan. Ji bilî Qeyser, Xelata Nurembergê ya Navdewletî ya Mafên Mirovan dê bigihê grûpeke din.

Xelata Nurembergê ya Navdewletî ya Mafên Mirovan xelateke Almanî ye di 17ê îlûna 1995an de hatiye damezrandin û giringîya xwe ya dîrokî ji bajarê Nurembergêdigire ku dadgehkirina pêşengên nazîyan di cîhanê de piştî cenga cîhanî ya duyemîn lê bû û ji mijdara 1945an ta cotmeha 1946an berdewam kir.