Beyannameyek Hevbeş: Parastina Penageran erkek yasayî ye digel ku ew bapendek exlaqî û mirovahî ye

Parastina Pengeran erkek yasayî yedigel ku ew bapendek exlaqî û mirovahî ye

Sûriya ne cihek aram e bo vegerandina Penageran, raguhestin bo Sûriyayê binpêkirin ji mafên mirovan ye

Berî niha çendîn car deslatdariya Tirkiyayê hejmarek ji penagerên Sûrî ji cihkirin û ber bi deverên Bakûr û Bakûr-rojava yê Sûriyayê şandin, bi hinceta ku ew penagerên janê bi awakî nefermî li Tirkiyayê dimînin, yan jî ew yasayên Tirkî binpêdikin li gor Benda (6488) ji Yasaya Beyaniyan û Parstina Navdewletî Madeya 54 pergrafa yekê benda D, ku tê da dibêje ku dewleta mêvandar dikare kesên ku sistemê binpêbike yan ewlehiya giştî veguhêza derveyî Tirkî. Û ew di herdû heftiyên bihûrî da,  polîsê Tirkî rojnamevanê Sûrî Ebdulmecîd Şemia (tê naskirin bi Macid Şemia) da girtin, ku ew bêjerê bernameya (Sûriyelî Pop) ku li ser kenala Orinet tê weşandin, derbarî nerînên Sûriyan li Tirkiyayê, ku ew hat veguhestin bo Navenda Ragihuestinê li bajarê Êntabê û biriara ku wî rabighuyêsin Sûriyayê. Lê ji ber redkirin li hember biriyara dadgehê ji aliyê parêzerê wî va, biriyar hat rawestandin.

Hêjayê gotinê ye, ku deslatdariya Tirkiyayê çendîn penaber û daxazgerên mafê penagerî yê yan jî hilgirê mafên penagerî yê yên sûrî vegerandin di heyamên cuda da, bi hincetên cuda, tevî daxûyaniyên wezîrê hundir yê tirkiyayê di miha Tebax/ gelewêja bihûrî da, ku tê da telez kir (Sûriyên jêr parstina demkî da, birayên miletê Tirkî ne, û çi gotin yan nîşan tune ne ku ew vegerin deverên şer li Sûriyayê).

Her wiha, deslatdariya Danîmarkî dest bi kirdarişên girtina çenek daxwazgerên penagerîyê û çendîn wergirên mafê parstina demkî yên sûrî di navendên cûdakirinê da, daku wan rabighuyêsin Sûriyayê, piştî ku biriyar derxist ku mafê niştegerî yê ji wan bikşîne. Hinceta Deslatdariya Danîmarkî awe, ku ev kesên ku Danîmarê mafên parstina penaberî dabû wan ji ber rewşa ne awela li deverên wan, niha ew dever ewla ne wek bajarê Şama Paytext û derdorên wê, lewra penagerên sûrî dikarin vegerin cihên xwe.

Hikûmeta Tirkiyayê û Şaneşîna Danîmarkê hemû ew rapor û belegeyên ku ji aliyê rêxistinên yasayî yên mafên mirovan derbarî Sûriayê piştguh dixin, di nav wan da rapora (Tu ber bi Mirna xwe diçe), ya ji aliyê Saziya Amenisty hat weşandin, ku tê da bi belge tê dêtin ku tevaiya ew kesên ku vegeran Sûriyayê rûberûyî binpêkiranan bûn hin ji wan hatin binaîavkirin û hin jî mirn. Her wiha biryara herdû dewletan dijî biriyarên navdewletî ye ku bi aşker didn zanîn ku Sûriyayê ne dewletek ewla ye bo vegerandina penageran; wek nimûna, li gor Rapora Komîta Lêpirsîna Navdewletî ya Taybet bi Sûriyayê 14ê Êlûn/ rezbera 2021, her wiha biriyara Encûmena Mafên Mirovan 15/84 ku di 15ê Çirayê Pêşîn/ Kewçêra 2021, ku bi açkera di benda 13an basî Sûriyayî dike (ku Sûriyayî ne cihek aram e bo vegerandina Pengeran).

Kiryarên Hikûmetên Tirkiye û Danîmarkayê binpêkirin ji erkên wan ra yên navneteweyî ye ku ew penaberan venegerînin cihên ku di bin metirsiya çewsandin û tundiyê de bin. Lewra ew prensîba nevegerandinê binpê dikin, Ew armanca peymana navneteweyî ya parastina kesayetiya mirovan binpê dikin, ku destnîşankirina rûmeta xwezayî û mafên wekhev û nenas yên hemû mirovan, Di nav wan da mafên penaberiyê, û ew bapnedên xwe yên peymanê di her yek ji peymanên navneteweyî yên jêrîn de binpê dikin:

  1. Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan, bi taybetî Xala 1, benda 14an.
  2. Benda 3 ya Peymana Navnetewî ya li dijî Îşkence û Muameleyên hovîtî.
  3. Benda 16 ji Peymana Navnetewî ya Parastina Hemû Kesan ji Windakirina Bi darê zorê.
  4. Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan ku desthilata Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan destnîşan dike, û biryara dadgehê ya 14ê Îlona/ rezbera 2021ê, ku bi awayekî eşkere dibêje, nabe ku tu Sûriyeyî niha vegere Sûriyê, ne di demeke nêzîk de.

Yasayên Navneteweyî yên Mafên Mirovan, û rêbazên mecbûrî yên di yasaya navneteweyî da, parastina mafê jiyanê yê pîroz ji bo her mirovî li xwe girtî kiriye. ku di bin çi hincetên qanûnî de nayên rewakirin. Ji van gotinan sazî û rêxistinên ku ev daxuyanî îmze kirine:

– Tedbîrên keyfî yên hikûmetên Danîmarka û Tirkiyê li dijî penaber, penaxwaz û kesên parastî yên Sûriyê, bi tundî şermezar dike, ji ber ku ew binpêkirina yasaya navdewletî û binpêkirina mafên bingehîn ên mirovî ne, ji ber ku jiyana wan dixin metirsiyê de. sirgûnkirina Sûriyê.

– Ew bang li hemû rêxistinên mafên mirovan ên Ewropî dike ku ji bo tedbîrên Danîmarkayê îtîraz bikin û ji bo kesên ku ji van tedbîrên keyfî bandor bûne, dozeke lezgîn li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê vekin.

– Rêxistinên mafên mirovan ên Tirkiyê daxwaz dikin ku tedbîrên dersînorkirina Tirkiyê li ber dadgeha îdarî ya şareza bên îxbarkirin, ji ber ku ew binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

– Bang li Komîsyona Ewropî dike ku zexta siyasî ya herî zêde li ser hikûmeta Danîmarkayê bike da ku tedbîrên tecrîdê yên li dijî penaberan rawestîne; Her wiha bang li wê dike ku bi hikûmetên din ên Ewropî re kar bike ji bo pêşwazîkirina penaberên ku Danîmarka dixwaze wan dersînor bike, ji bo parastina jiyana wan, û parastina yasayên navdewletî, yên ku welatên Ewropî ji yasayên wan ên çêkirî bilindtir dibînin, bi taybetî di derbarê rêzgirtina qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî.

– Komisyona Ewropî daxwaz dike ku pêdaçûn li peymanên ku bi Tirkiyê re derbarê penaberên Sûriyê de hatine encamdan, di nav xalên zelal ên ku rê li ber dersînorkirina penaberan ber bi Sûriyê ve digrin, û girêdana alîkariyên diravî yên ku ji Tirkiyê re di dosyeya penaberan de tê pêşkêşkirin, bi qasî ku wê ji bo rawestandina wê bigre. dersînorkirin, di nav de lêpirsîna li ser îdiayên ku bi darê zorê li girtiyan li girtîgeha Sirgûnê ya Bajarê Gazîentabê bi darê zorê belgeyên sirgûnê îmze kirine.

Rêxistinên ku Îmzekirin:

Juna Weten

Sûryayîyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê

Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyayê- MAF

Saziya Biratî bo Mafên Mirovan- FFHR

Beytuna

Komîteya Malbatên Qeyser

Dewletî

Ampêwtî Watç

Saziya LCDHR

Civata Parêzvanên Sûrî

Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad