Lêgerîna Taybet û ya Veşartî

Lêgerîna Taybet û ya Veşartî


 

Dibe ku carinan em neçar kompîterê li ser telefon an kompîterinan bi kar bînin ku ne yê me ne, ji ber mijareka awarte û lezgîn, an ji ber nebûna alavên me an sedemeka din.

Lê dema ku em înternetê li ser alaveka din bi kar tînin, ew alav nav û adresa malperan qeyd dike, li gel agahîyên ku me derbas kirine mîna agahîyên kesane yên ku em derbasî daxwaznameyeka êlektronîk dikin an jî emaila ku me bi kar aniye.

Da ku em van agahîyan jê bibin divabe em agahyên li ser broserê înternêtê jê bbin, dibe ku ev yek ji ber gelek sedeman dibe ku ne berdest be, ya herî giring ku agahîyên xwedîyê/ xwedîya alavê jî tên birin, ji alîyekê din ve nezanîya çawanîya jêbirina van agahîyan.

Li şûna wê, kompanîya broserên înternetê yên navdar FireFox û Chroom, taybetmendîyek derbas kirine, jixweber agahîyan û hemû malperên me seredana wan kiriye, jê dibe.

bi rêya Lêgerîna taybet an Lêgerîna Veşartî

 

Lêgerîna taybet an lêgerîna veşartî çi ye?

Ew pencereyeka broserê ye, tam mîna pencereyên din kar dike û hemû taybetî tê de hene, lê dema girtina broserê hemû malper û agahîyên ku hatine derbaskirin tên jêbirin.

*Lêgerîna taybet an veşartî tenê agahîyên malperên ku me bi rêya lêgerîna taybet an a veşartî seredana wan kiriye, jê dibe.


 

Çawa em dikarin bigihêjin lêgerîna taybet an a veşartî?

 

FireFox

Ji hundirê broserê

1- em ê pê li nîşana bikin, li jora broserê

2- bijardeya New Private Window bibijêre

pencereyeka nû vekin

 


 

Chroom

Ji hundirê broserê

1- pê li nîşana li jorê bike

2- bijardeya New incognito window bibijêre

Pencereyeka nû vekin

 


 

*Nîşeyeka giring

divabe heta bikarêner karibe, kompîter û telefonên kesinên din bi kar neîne, nemaze alavên girêdayî deverên mîna (Internet Coffee, Otêl, Pirtûkxane) ji ber dibe ku çavdêrî li ser wan hebe û çalakîyên li ser alavê hemû bêne qeydkirin, ji nav wan jî agahîyên hîsaban (Navê bikarêner û Passworda wî).

 

Dawî