Nûçegihanên Bêsînor: 65 rojnameger û karmendên di warê rojnamegerîyê de li seranserî cîhanê di 2017an de hatine kuştin

Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor rapora xwe ya salane der barê binpêkirinên li dijî rojnamevanan di cîhanê de belav dike û di sala 2017an de herî kêm 65 hatine kuştin, 326 hîn girtîne û 54 jî dîl in.

Bîlançoya salane ya rêxistina nûçegihanên bêsînor der barê binpêkirinên li dijî rojnamevanamn de diyar dike ku herî kêm 65 di 2017an de hatine kuştin, yan di dema karê xwe de*, ku ji ber bombebaranê an ji ber teqînan weke mînak hatine kuştin an jî ji ber lêpirsînên xwe hatine kuştin û rêjeya kesên armanckirî ya herî mezin e di bîlançoyê de (60%).

Tevî ku ev hajmar acizker in lê sala 2017an sala ku hejmara herî kêm ji rojnamegerên pîşe yên kuştî tê de hatiye bibelgekirin (50) ji berî 14 salan ve, tevî ku asta nizimbûnê ji 2012an ve di cihê de maye. Rast e ku rojnameger ji dewletên metirsîdar mîna Sûrîya, Yemen û Lîbiyayê direvin lê rêxistina Nûçegihanên Bêsînor bilindbûna asta hişmendîya bi dozên rojnamevanan dibîne ku hin biryarên navneteweyî di vî warî de ji sala 2006an de derketine her weha gelek dezgehên rojnamegerîya tedbîrên xwe yên ewlehîyê ji berê bêhtoir zêde dikin.

Lê nizimbûna hejmarê li ser rojnamegerên jin nayê pêkanîn ku hejmara kuştîyên wan zêdetir bûye, deh rojnaemgerên jin îsal hatine kuştin lê di 2016an de 5 bûn. Piranîya qurbanîyan ji liberxwedêrên wêrek û jîr bûn di warê rojnamegerîya lêpirsînan mîna Dafnî Karwana Galîzya (Malta), Cûrî Lankêş (Hindistan) û Mîroslafa Brîtş Fîldosa (Meksîk) yên ku karê xwe di warê dozên sextekarîyê de tevî gef û zehmetîyan berdewam kirin.

Ji nav netebayîyên ku di vê salê de diyar bûn ew e ku rêjeya metirsîyê li ser saxlemîya rojnamegeran li dewletên  ku di rewşeke aştîyê de ne ji metirsîya li dewletên di cengê de mezintir e. 46% ji rojnamegerên kuştî li dewletên bê şerekî ragihandî hatine kuştin û 30% di 2016an de, her weha hejmara rojnamegerên ku îsal li Meksîkê hatine kuştin (11) ne û li Sûrîyayê (12) ne.

Di vî warî de, Christophe Deloire; Emîndarê Giştî yê Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor got: “rojnamegerên lêpirsînan yên ku di dozên mezin mîna sextekarîyê an hetikandina jîngehî de kar dikin roleke wan a sereke di çavdêrî û sizakirinê de heye ew jî ji alîyê kesên ku ji raporên wan aciz dibin tên armanckirin” di heman demê te teqez kir “ev rewşa metirsîdar bale dikişîne ser pêdivîya bi çesipandina parastina rojnamegeran ku karê ragihênerî yê hemdem rastî zehmetîyan tê û gefên li ser wn bûye diyardeyeke cîhanî.”

Heta roja 1ê berfanbara 2017an, 326 rojnameger ji ber karê xwe yê ragihênerî girtî bûn, bîlançoya vê sale ji ya 2016an kêmtir e (-6%) û tevî ku bi giştî hejmarên binpîkirinan kêm dibin lê li hin welatên k utu caran nekitibûn nav lîsteya mezintirîn zindanên rojnamegeran, rastî hejmareke mezin ji rewşên girtin û zindankirina ragihêneran tê mîna rewşa li Rûsya û Mexribê weke mînak. Lê derdora nîvê rojnamegerên girtî li cîhanê li ser pênc dewletan tên dabeşkirin, herweha çîn û Turkîya hîn jî mezintirîn zindanên rojnamegeran e li cîhanê.

Di heman demê de, 45 rojnamegerên dîlgirtî li cem grûpên çekdar ên nehikûmî mîna Rêxistina Dewleta îslamî an grûpên Hûsî li Yemenê, her weha sê ji her çar qurbanîyan ji rojnamegerên navxweyî ne yên ku di rewşke kambax de kar dikin. Hêjayî gotinê ye ku Sûrîya şanogeha revandina rojnamegerên biyan e yên ku ta nuha dîlgirtî ne û devera wan nayê diyarkirin.

*hejmara bîlançoya salane ya Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor ku rojnamevanên pispor li xwe digire her weha kesên ku alîkarîyê bi wan re dikin.

Ji bo daxistina çapa PDFê bi Erebî.