Birêvebirina karûbarên darayî bingeha hemû biryarên sereke û xwedî bandor di tebatî û berdewamîya karê rêxistinê de ye, rola birêveberê darayî rola herî giring e bo serkeftina hemû cûreyên rêxistinan. Birêveberê darayî berpirsê peydakirina piştgirîyê bo beş, program û hevkaran e da ku karibin biryarine darayî rast bistînin.
Weke birêveberekî darayî, pêdivîya ted ê bi zanebûneke baş di hejmaran de hebe li gel fêmkirina sîstemê û tedbîrên darayî. Pilankirina zelal a budceyê pêwîst e bo dema nêzîk û ya dûr jî. Her weha divabe kiryarên darayî rewa bin û li gor lîsteyên birêxistinê bin.
Birêveberê karûbarên darayî dê hevkareke stratîcî be di hizirînê de her weha dê rapora xwe pêşkêşî birêveberê cîbicîkar bike, ew dê li ser bipêşxistin û serkêşîya tîmekê hundirîn di van waran de kar bike: peredayîn, pilankirina kar û budceyê, jêderên mirovî, birêveberî û teknolocîyaya agahîyan.
Cihê kar: Berlîn an Parîs
Dirêjahîya Girêdanê: saleke, dibe ku were nûkirin
Dema destpêkê: nuha
Berpirsyarîtî:
- bipêşxistina stratîcîya darayî bi alîkarîya encumena birêveberîya navendê.
- bipêşxistina stratîcîyeke yedek a navendê.
- Berpirsê siyaseta darayî û birêvebirina tîma navendê ya darayî a girêdayî projeyên cûbecûr û yên ku li dewletên cûrbecûr belav in.
- Berpirsê teqezkirina bidawîbûna her projeyekî her weha raporekê hildide ofîsa birêveberîya navendê li gel nirxandin, têbînî û pêşniyarên xwe.
- Hevrêzkirin û serkêşîya karê hûrbînkirinê yê salane li gel hevrêzîya li gel encumena birêveber.
- Berpirsê çêkirina stratîcîya siyaseta dijatîya sextekarîyê. Ew jî bi alîkarîya encumena birêveber ya navendê.
- Pêşkêşkirina raporên nirxandina metirsîyan ên taybet.
- Hevrêzkirina li gel birêveberên beşan.
- Bipêşxistina siyaseta pêvajoyên alîkarîya darayî an hevkarîyan.
- Çêkirin û pêkanîna sîstemên darayî.
- Analîzekirina guhertinan û pêşkêşkirina şêwirê li gor wan.
- Çêkirina planên kar ên stratîcî û demdirêj.
- Bipêşxistina awayên birêveberîya darayî yên ku metirsîyên darayî kêm dikin.
- Nirxandina derfetên nizimkirina nirxan.
- Birêvebirina sîstemên muhasebeya darayî û sîstemên çavdêrî û agahdarkirinê yên navendê.
- Bipêşxistina têkilîyên derve bi pêwendîyên guncan, mînak: parêzer, rêxistinên qanûnî.
- Analîzekirin û pêşkêşkirina raporên darayî bi awayekî hûrbîn û di dema guncan de li gel zelalkirina agahîyên darayî yên mehane û salane. Berhevkirina madeyên çêkirina raporên darayî yên hemû alîyên daner û serpereştîya hemû karên darayî, proje/program, dam û birêbeberîya budceyan.
- Agahdarkirina encumena birêveber bi rewşa rêxistinê ya darayî.
- Têkilîya çalak û pêşkêşkirina mijarên darayî yên zehmet bo birêveberîyê.
- Bicihanîna sîstemeke bihêz bo birêvebirina girêdan û birêveberîya darayî û teqezîya pabendîya bi demê her weha agahîyên darayî û pereyên ku tên li gor pêdivîyên kar in.
- Nûkirin û bicihanîna hemû siyasetên bazirganî yên pêwîst û çêkirina pirtûkeke piçûk a taybet bi siyaseta navendê ya darayî.
- Karê nêzîk û çalak li gel hemû hevkaran.
Merc:
- Karîna çêkirina têkilîyên kar ên nû li gel tîma projeyê û hevkaran ji hemû ast û deveran.
- Deplomasîya di danûstendina li gel hemû hevkaran.
- Karê di bin zextê de.
- Valabûna têkûz ji kar re.
- Berpirsyarîtî di kar de.
- Zanebûna bi hemû pabendîyên kar weke çêkirina raporan, girêdan û bicihanîna projeyan.
- Dîplomayeke muhasebeyê.
- Zanebûna di karê li ser programên girêdayî kar û zanebûneke baş di programê Quickbooksê de.
- Zanebûna di karê li ser programên Officeê.
- Jêhatineke ne kêmî pênc salan û ew ê çêtir be eger bi rêxistinên nehikûmî re be.
- Divabe kesên ku navên xwe pêşkêş dikin bi her du zimanên Erebî û Îngilîzî bixwînin û binivîsin û yên ku zimanine din zanin derfeta wan a kar mezintir e.
- Nermbûna di kar de bi taybet li deverên bicihanîna projeyan.
- Erênî û hewldana dîtina çareyên elternetîv eger pêwîst bike, her weha erênîya di piştgirîya kesên li derdorê bi taybet tîma kar.
- Pabendîya bi razan ku ji bo saxlemîya hemû karmendan di çêkirina projeyan û bicihanîna wan de giring e.
- Daxwaza fêrbûnê û bipêşxistina alavan.
Dîroka dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyan: 1ê îlûna 2017an
Bo kesên miqate: ji kerema xwe re, jîyannameya xwe bişînin vê adrêsê: info[at]scm.bz