Navenda Sȗrȋyeyȋ ya Ragihandinȇ ȗ Azadȋya Derbirȋnȇ: Dadgehȇn Leşkerȋ Alavȇn çewisandinȇ ne ȗ doza xwe ya serwerȋya wan tenȇ li ser leşkeran dubare dike

Navenda Sȗrȋyeyȋ ya Ragihandinȇ ȗ Azadȋya Derbirȋnȇ ji berȋ bȇhtirȋ 10 salan di warȇ çesipandina lȇpirsȋnȇ ȗ avakirina dadmndȋya veguhȇz de li Sȗrȋyeyȇ çalak e. weke pabendȋyekȇ ji navendȇ bo berdewamȋyȇ di warȇ berevanȋya di ber maf ȗ azadȋyȇ de ȗ çesipandina serwerȋya qanȗnȇ, navend di Kongirȇ Mafnasan li bakurȇ Afrȋkayȇ ȗ Rojhilata Navȋn der barȇ Bikaranȋna Dadgehȇn Leşkerȋ ȗ Awarte de beşdar bȗ ku ji alȋyȇ Komȋteya Navdewletȋ ya Mafnasan li Tȗnisȇ di 8 ta 9ȇ tȋrmeha 2017an  de hatibȗ lidarxistin ȗ birȇxistin.

Di beşdarȋya xwe ya kongirȇ de, Navendȇ doza zȇdekirina kar bo sȋnorkirina karȇn dadgehȇn leşkerȋ ȗ bidȗrxistina wan ji karȇ sivȋl ȗ siyasȋ kir ȗ teqezȋli ser vȇ yekȇ kir ku ev dadgeh hȇ jȋ ji bo astengkirina karȇ opozisyonȇ li gel reva ji sizayȇ li Sȗrȋyeyȇ ȗ piranȋya dewletȇn Erebȋ tȇn bikaranȋn.

Mafnas Elmutasim Elkȋlanȇ, nȗnerȇ Nvenda Sȗrȋyeyȋ ya Ragihandinȇ ȗ Azadȋya Derbirȋnȇ li kongirȇ mafnasan dibȇje “desthilata dadgehȇn leşkerȋ li herȇma Rojhilata Navȋn ȗ Bakurȇ Afrȋkayȇ pir fireh e ȗ dozȇn kesȇn ku gumana dijberȋya wan ji desthilatȇ re heye li xwe digire li gel endamȇn ewlehȋyȇ ȗ leşkeran”…..

Elkȋlanȋ berdewam dike “di van dewletan de ]…[ tirs ji ber nepabendȋya van dadgehan bi pȋvanȇn navdewletȋ yȇn dadgehkirinȇn dadmend heye, weke mȋnak qedexekirina girtȋyan ji daxwaza alȋkarȋya parȇzerekȋ an danȋna pȇwendȋyȇ li gel parȇzer ȗ pir sȋnor ji vȋ mafȋ re hatine danȋn  her weha sȋnor ji gihaştina tometbar ȗ parȇzerȇn wan ji bo dosyaya dozȇ jȋ hatine dann ji nav wan jȋ naskirina tometȇ ȗ delȋlan.”

Hemȗ rapor ȗ xwendinȇn ku ji alȋyȇ rȇxistinȇn navdewletȋ yȇn pispor di warȇ mafȇn mirovan de ȗ li pȇşȋya wan Komȋteya Navdewletȋ ya Mafnasan, Rȇxistin Lȇborȋnȇ ya Navdewletȋ, Human Rights Watch ȗ Federasyona Navdewletȋ ya Mafȇn Mirovan  nȋşan didin ku hemȗ mafȇn ku li gor belgenameyȇn navdewletȋ hatine garantȋkirin, li ser asteke berfireh li Sȗrȋyeyȇ tȇn binpȇkirin, taybet di dadgehkirinȇn ku li pȇş dadgehȇn leşkerȋ ȗ meydanȋ de tȇn pȇkanȋn.

Di vȇ çarçoveyȇ de, Navenda Sȗrȋyeyȋ ya Ragihaninȇ ȗ Azadȋya Derbirȋnȇ behsa tecrubeya xwe tehil weke hemȗ Sȗrȋyeyȋyan bi dadgehȇn leşkerȋ re kir, ku sreokȇ navendȇ; Mazin Derwȋş gelek caran hatiye girtin ȗ li p1ş dadgeha leşkerȋ di sala 2008an te hatiye dadgehkirin, di sala 2012an deli gel 12 hevkaran cardin hate girtin ȗ bo dadgeha leşkerȋ hatn veguhestin piştȋ ku ȇrȋş birin ser ofȋsa Navenda Sȗrȋyeyȋ ya Ragihaninȇ ȗ Azadȋya Derbirȋnȇ ya sereke li şama paytext ȗ girtin, her weh Navendȇ endamȇ xwe Eyhem Xezȗl ji dest da ku piştȋ girtina wȋ di sala 2012an de  di bin ȋşkenceyȇ de jȋyana xwe ji dest da.

Hejmareke mezin ji çalakvanȇn siyasȋ, rojnamvan ȗ rewşenbȋran li pȇş dadgeha leşkerȋ li Sȗrȋyeyȇ berȋ şoreşa ku piştȋ wȇ hejmara doz ȗ dadgehkirinȇn sivȋl du taq zȇde bȗ, hatine dadgehkirin.

Li gor hin raporȇn mafnasȋyȇ, ta dawȋya sala 2o14an, 100 hezar welatȋyȇn Sȗrȋyeyȋ bo dadgeha meydanȋ ya leşkerȋ hatine veguhestin. Di heman demȇ de jȋ biryara bidarvekirina 5000 welatȋyȇn Sȗrȋyeyȋ hatiye derxistin.

“em di Navenda Sȗrȋyeyȋ ya Ragihaninȇ ȗ Azadȋya Derbirȋnȇ de ȗ di çarçoveya programȇ lȇpirsȋn ȗ sizakirinȇ de, rojane li gel hevkarȇn xwe yȇn navdewltȋ ȗ navxweyȋ kar dikin da ku tawankar ji sizayȇ nerevin, xewna me ye ku rojekȇ ji rojan hemȗ tawankar werin dadgehkirin]…[ da ku dadmendȋyeke eguhȇz li Sȗrȋyeyȇ were pȇkanȋn.” wisa mafnas Elmutesim Elkȋlanȋ berdewamȋ da gotina xwe.

Di dawȋya vȋ  kongirȋ de, bşdarvanan li ser berdewamȋya hevdȋtnan ȗ fişara li ser sȋstmȇn dadgekirinȇ li Rojhilata Navȋn ȗ Bakurȇ Afrȋkayȇ bo tengkirina karȇ dadgehȇn leşkerȋ, li hev kir, ji ber ku her çendȋ ev dadgeh taybet bin bi leşkeran, ew çendȋ azadȋ tȇ bidestxistin ȗ dadgehȇn sivȋl rola xwe ya serke di dewletȇ de distȋnin.

Lȇ eger karȇ wan dadgehan fireh bibe, ev yek dȇ di encamȇ de asoyȇn azadȋya giştȋ ȗ ya takekesane teng bike.”