Xwendineke nû 5 alîyên sereke yên navgînên ragihandinê yên civakî li Rojhilata Navîn diyar dike

Bikaranîna navgînên têkilîya civakî û lixwegirtina wan li gel pêşketinên bilez li herêma Rojhilata Navînê û Bakurê Afrîqayê berdewam dike.

Lêkolînek ji alîyê Damian Radcliff û Amanda Lam hatiye amadekirin –nivîserên vê raporê- tê de dahûrandineke nû bo nûtirîn lêkolîn, rêklam û nûçeyên girêdayî geşepêdana ciwanan û ya dîcîtalî li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li Zanîngeha Origonê hatiye belavkirin.

Li jêr pênc pêşketinên sereke ne:

  1. torên civakî jêderên nûçeyan yên herî navdar in bo ciwanên Ereb

Lêkolînek li nav ciwanên Ereb di sala 2017an de hate çêkirin bal kişand ser çawanîya jinûçêkirina dabên nûçeyan bo cemawerên ciwan. Lêkolîn gihaşte encama 35 ji sedî ji kesên ku bersiv dane, rojane nûçeyên xwe ji Facebookê werdigirin li gel 31% nûçeyên xwe ji malperên îlêtronî her weha 9% ji nûçeyên televisyonê û rojnameyan.

Tê pêşbînîkirin ku keç û xortên ciwan li Cîhana Erebî dê bêhtir nûçeyan li ser Facebookê bi par ve bikin, an jî ji salên borî bêhtir. Ji nav kesên ku temenên wan di nav 18 û 24 salan de ye, 64% gotin ku ew 41% bêhtir ji 2015an çîrokan li ser torên civakî belav dikin, di encamên de navgînên ragihandinê yên civakî dibin jêdereke xwedî bandor bo naskirina nûçeyan û biparvekirina wan.

2.Vîdyo

Vepirsîna Erebî bo ciwanan ku 16 dewlet li xwe girtin gihaşte encama ku rojana nîvê ciwanên Ereb li Youtunbeê temaşe dikin (50%).

Ji alîyekî din ve Klûba Dubeyê ya Rojnamegerîyê diyar kir ku Erebistana Seûdîyê hejmarek di warê navdarîya Youtubeê di nav ciwanan de tomar kiriye. ciwanên ku temenê wan di nav 15 û 24 salan de ye li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê 72 xulekan rojane li vîdyoyan bi rêya înternêtê temaşe dikin, her weha yên temenên wan zêdeyî 35 salan e 16 xulekan temaşe dikin.

  1. weşanger, aplîkêşin û bikarêner di veberanîna vîdyoyan de berdewam in

Li gor Klûba Dubeyê ya Rojnamegerîyê, vîdyoya herî belav ew e ya kurt an ya dîcîtalî ye ku ji hêla ciwanên Ereb ve hatiye çêkirin.

Li Erebistana Seûdiyê, Tora CNNê diyar kir ku jin jî li ser Youtubeê radigihînin da ku nerînên xwe bînin ziman. Vîdyoyên girêdayî jinan 75% bêhtir ji sala borî li Erebistana Seûdîyê tên temaşekirin.

Ji lew re ne cihê matmayînê ye ku aplîkêşinên mîna platforma vîdyoyan ya yekemî bo mobaylan Newstag xizmeta nûçeyên vîdyoyî bo herêm Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê di 2017an de belav kiriye. aplîkêşina mobaylan rê dide bikarêneran ku vîdyoyên nûçeyan çêbikin û li wan temaşe bikin. Nuha 60% ji bilkarênerên wê li herêma Rojhilata Navînê ne.

  1. kesên xwedî bandor di civakê de, di serkeftina marka bazirganîyê de alîkar in

Li gor vepirsînekê di nav 100 zanayên marketing û birêveberên markên bazirganîyê de li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, hate zanîn ku 43% ji kesên ku marketing dikin derdora 10 hezar dolarên Amerîkî bo her kampanîyekê ji bo bandorkirina li ser navgînên têkilîya civakî didin. Nîvê van kesên ku nerînên wan hatin stendin nuha bi kesên bilebilind re di navgînên têkilîya civakî de li herêmê kar dikin, 94% ji wan dibînin ku markêtînga bi rêya navgînên têkilîya civakî xwedî roleke sereke ye di serkeftina mark wan a bazirganîyê de.

Di sala 2017an de Huda Qetan, karker û zanaya xweşikkirnê ya Iraqî-Amerîkî ya ku li Dubeyê dijî weke çêtirn kesa “xwedî bandor di civakê de bi mûçe” di yekemîn lîsteya dewlemenan a Instagramê de hate hilbijartin. Lîsteya şopînerên wê 20.5 melyon kes dihewîne û 18000US$ li ser her belavokeke xwe destine.

Tevî navdarîya markêtînga xwedî bandor lê 74% ji jinan li Rojhilata Navîn dibêjin ku navgînên ragihandinê yên klasîk dimînin jêdera sereke ya agahîyan.

Tevî wilo jî lê jinên ciwantir xwedî nerîneke cûda ne. “Ibsos Mîna” dît ku 47% ji jinên ku temenê wan di nav 18 û 24 salan de ne diyar kirine ku platformên înternêtê jêderên wan ên sereke bo agahîyên taybet bi berhem an markên bazirganîyê ne.

5.bawerîya di navgînên ragihandinê yên civakî de hîn ji ya navgînên ragihandinê yên klasîk kêmtir e

Tevî mezinbûna bandora navgînên ragihandinê yên civakî û bikaranîna wan lê ragihandina klasîk hîn zindî ye. Di serdema nûçeyên sextet de, daxuyanîyên zanîngeha North Westernê li Qeter bi balkêşî diyar kir ku bawerîya di navgînên ragihandinê de li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê bilind e.

Di vepirsîna Dezgeha Galopê de di sala 2016an de li gor zanayan tenê 32% ji Amerîkanan bawerîya wan bi torên ragihandinê tê, du carî li wan xelkên Ordun, Libnan, Qeter û Erebistana Seûdîyê her weha Mînişînên Erebî yên Yekbûyî li gel 58% li Tûnisê.

Di heman demê de astên bawerîyê nizim dibin dema ku navgînên ragihandinê yên civakî weke jêderên nûçeyan tên hesibandin tevî ku pir navdar in. kêmî nêvî (47%)  dibêjin ku bawerîya wan bi nûçeyên navgînên ragihandinê yên civakî tê lê (32%) dibêjin ku ew yekcar bawerîyê bi van nûçeyan naînin.

Weke nerînekê ji pêşerojê re, dê pir balkêş be ku veguhertin di astên bawerîyê de çêbibe li gel berdewamîya zêdebûna bikaranîna torên civakî bo nûçe û agahîyan.

Di warê dezgehên nûçeyî de jî, em dikarin bi bawerî pêşbînî bikin ku dê bi berdewamî balkişandin li ser vîdyo û bandorkerêm civakî û belavkirina li ser torên civakî hebe di sala bê de, ji ber bandora van herêman li ser gelek cemawerên herêma Rojhilata Navînê.

Xwendin ji hêla lêkolîner Damian Radcliff û Amanda Lamê hatiye amadekirin.