“Thomson Reuters” pêşwazîyê li pêşkêşnameyêm xelata Kurt Schork a navdewletî dike

Sazîya Thomson Reutersê pêşwazîyê li daxwaznameyên xelata Kurt Schorkê a navdewletî dike weke rêzdarîyekê li karê rojnamegerên serbixwe û peyamnêrên navxweyî li dewletên paşketî an yên di rewşa veguhertinê de dike, ku di rewşên normal de rêzdarî li van rojnamegeran nayê girtin. Hemû rojnamegerên ku di rojnameyên çapkirî û yên îlêktronî de li seranserî cîhanê kar dikin dikarin navên xwe pêşkêş bikin da ku vê xelatê werbigirin.

Ev xelat li ser du beşan tên belavkirin: beşê rojnamegerên serbixwe yên ku nûçeyên rojnamegerî dişopînin, her weha beşê rojnamegerên navxweyî yên ku nûçeyên bajar an herêma xwe dişopînin. Her kesekî serkeftî xelateke darayî bi nirxê 5,000US$ werdigirin her weha di şahîyekê  de li Londonê ji bo kesên serkeftî tê pêşkêşkirin.

Dibe ku mijarên beşdar behsa nûçeyên şer, mafên mirovan, dozên bê sînor an çi mijarên binakokî li bajar an herêmeke destnîşankirî bikin. Ji mercên pêşbirkê teqezîya li pîşeyîya mijar li gor pîvanên rojnamegerî yên navdewletî ye her weha hebûna delîlan li ser mêrxasî û rijdîya çêkirina mijarê.

Divabe hemû gotarên pêşkêşkirî hatibin wergerandin bo îngilîzîyê her weha di nav 1ê hizêrana 2017an û 31ê gulana 2018an de hatibe belavkirin.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 31ê gulanê ye.

Bo naskirina hin agahîyên din li vê derê bixe.