Ragihandineke Derfeta Kar: Birêveberê/a Darayî

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: dawîya roja pêncşemê 6ê berfanbara 2018
Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê SCM navendeke sivîl a serbixwe û ne hikûmî ye, armanca wê avakirina civakekê ye ku azadîya derbirînê û bawerîyan, mafên mirovan û gihaştina bo dadmendîyê garantî dike.

Ji çaxa damezrandinê di 2004an de li ser berevanîya di ber mirovên mafên tê xwarin de ji ber nerîn û bawerîyên wa kar dike her weha nirxên mafên mirovan belav dike li gel piştgirîya ragihandina serbixwe û rexnegir weke beşekî kar ê sereke ku navend bo cîhaneke demokratîk xwe dispêre dadî, azadî û wekhevîyê û rêzdarîyê li mafên mirovan digit.

SCM giranîyê dide bibelgekirina binpêkirinên mafên mirovan, hildana dozan bo qurbanîyan, piştgirîya civaka sivîl û ragihandinê û ragihêneran bi rêya tîmeke kar li Sûrîyayê û li Ewropa û Amerîkayê û ji Parîsa Fransayê tê birêvabirin.

Pêdivîya Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê bi birêveberê/a darayî heye ku serpereştîyê ser bipêşxistina sîstema darayî li gor pêdivî û armancên navendê bike, gerek e kesê navê xwe pêşkêş dike 4 salan di vî warî de kar kiribe û zimanên Erebî, Îngilîzî û Fransî zanibe her weha dîplomayeke wî ya zanîngehê hebe.

Hun dikarin hûrgilîyên kar û jêhatinan di dosyaya li jêr de bibîne, her weha jînenîgarîya xwe bişînin vê emailê [email protected] li jêr serenavê “birêveberê/a darayî – nav”

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê

10 roj piştî ragihandinê

dîroka ragihandinê

26ê mijdara 2018an

cihê kar

Parîs/Fransa

Karsaz

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê

Agahîyên Karsaz

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dezgeheke sivîl a serbixwe, nehikûmî û neqezencker e. li ser avakirina civakekê ku azadîya derbirînê, mafên mirovan û gihaştina bo dadmendîyê garantî dike, dixebite. Nerîna wê cîhaneke demoqratîk e ku dadmendî, azadî û wekhevîyê ji xwe re bingeh digire û rêzdarîyê li rûmeta mirov û mafê wî digire.

Beş

darayî

Navê kar

Birêveberê/a Darayî

Hejmara xwestî

yek

Dirêjahîya Girêdanê

salek

Berpirsyarîtî

  • bipêşxistina sîstema darayî ya sazîyê
  • çavderî û bibelgekirina hemû tiştên wergirtî û xercîyan
  • Birêvebirina proseya peredayînê
  • amadekirin û vegerali raporên darayî li gor lihevkirinên dayînê
  • bipêşxistina budceya salane û beşdarîya di budceya proje/programan det
  • birêxistina sîstema erşîva hundirîn ua sazîyê bo hemû dosyayan (heta bigirêdan û fatoreyan)
  • birêvebirina bipêşxistina sîstema darayî
jêhatin

  • dîplomaya zanîngehê an yeke di asta wê de
  • zanîna bi her sê zimanên Erebî, Îngilîzî û Fransîyê
  • herî kêm çar salên kar di warê birêvebirina darayî de.
  • du salên kar bi rêya programên jimaryarîrê
  • zanîna bikaranîna programên kompyûter û înternetê yên serreke
  • bikaranîna programê Fastfund bi awayekî profêsyonal
  • karîna rêwîtîyê
  • zanîna bi rewşa Sûrîyayî û alîyên beşdar di şer de
  • karibe di nava tîmekê de kar bike lê di bin fişarê de bi tenê jî kar bike
Çawanîya pêşkêşkirinê

●      Divabe agahîyên têkilîyê tev (telefon – Skype), karên berê li gel destnîşankirina navên alîyên ku bi wan re kar kiribû û dîplomayên akadîmî, di CVyê de hebin.

●      Navê sê kesên ku em li wan vegerin binivîse.

●      Divabe CV bi forma PDF be û navê dosyayê bi navê kesê ku navê xwe pêşkêş kiribe

●      Daxwaznameya xwe bişîne [email protected]  û ji kerema xwe re di navnîşana emailê de navê kar (Birêveberê Programa Bibelgekirinê) binivîse.

●      Daxwaznameyên piştî dema destnîşankirî tên şandin, tên paşguhkirin.