Perwerdeyeke Dox Boxê bo kesên ku fîlman çêdikin

Dox Box derfetekê pêşkêşî kesên ku fîlman çêdikin, dike, taybet yên ku weke tîm (derhêner, hilberîner) kar dikin û yên ku li ser projeyên belgefîlman kar dikin da ku karibin projeyên xwe bipêş bixin ew jî bi rêya beşdarîya di rûniştinên şêwirmendîyên yên tekî û komî bi serpereştiya kesên profesyonal.

Ev perwerde derfeteke ewle û pîşe ye bo tîmên çêkirina fîlman her weha programekî ji wan re peyda dike ku bi rêya wî dikarin ji nû ve li tedbîran binêrin, prirsgirêkên sereke nas bikin û şîretan ji pisporan bistînin. Ev perwerde zanînê û însparîsyonê her duyan pêşkêş dike ku tîm dikarin bi rêya wan pêşketineke pratîk bidest bixin.

Derhêner Raid Endûnî serpereştîya vê perwedeyê dike û ew dê li ser naskirin û destnîşankirina pirsgirêkan bi we re alîkar be dema ku hun projeya xwe bipêş dixin ew jî bi alîkarîya hejmareke mamosteyên mêvan ên ku dê di perwedeyê de beşdar bin.

Weke beşekî projeya hevkaîya veguhertinê, ev perwerde ji bo tîmên çêkirina fîlman li van welatan berdest e:

Mexrib, Yemen, Filestîn, Tûnis, Misir, îraq, Urdun, Libnan, Lîbiya. Koperetîvên hilberînê yên li van dewletan jî cihê pêşwazîyê ne.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyan: 4ê îlona 2017an.

Bo naskirina hin hûrgilîyên din, li vê derê bixe.