“Nesȋc” Dezgehȇn Ragihandinȇ ȗ Girȇdana Civakȋ li Rojhilatȇ

16/08/2017

Pirrengȋya çandȋ ȗ Olȋ li herȇma Rojhilatȇ / Television, Radio, Wȇb ȗ Rojnamegerȋ

Eger hun rojnamevan bin ȗ gotaran der barȇ pirrengȋya çandȋ ȗ olȋ de li herȇma rojhilatȇ dinivȋsin, em dixwazin we agahdar bikin ku rȇya beşdarȋya di pȇşbirka “Nesȋc”ȇ de ya ku ji alȋyȇ Navenda (SKEyes) ȗ Ajansa Fransiz a Alȋkarȋy Ragihȇnrȋ ve hatiye birȇxistn, vekirȋye.

Sȋstema Xelata “Nesȋc”ȇ ya Taybet

SKEyes ȗ CFI di çarçoveya projeya “Nesȋc”ȇ de, pȇşbirkekȇ bi rȇ dixin armanca wȇ jȋ dana xelatȇ bo gotar an raporekȇ girȇdayȋ pirrengȋya çandȋ ȗ olȋ li Rojhilata Jȇrȋn e.

Beşdarȋya di pȇşbirkȇ de bo hemwelatȋyȇn van dewletan vekirȋ ye bȇyȋ ku li temenȇ wan were nerȋn: Cezair, Misir, ȋraq, Ordun, Libnan, Lȋbiya, Mexrib, Filestȋn, Sȗrȋye, Tȗnis ȗ Yemen.

Ji beşdaran tȇ xwestin ku rapor an gotarekȇ der barȇ mijarekȇ girȇdayȋ pirrengȋya çandȋ ȗ olȋ pȇşkȇş bikin (mafȇn kȇmnijadan, azadȋya derbirȋnȇ, hevjȋyana di nav civakan de, pirrengȋ ….), ku ev gotar ȗ rapor der barȇ dewletekȇ herȋ kȇm ji van dewletan be :ȋraq, Libnan ȗ Sȗrȋye.

Gerek e raporȇn şandȋ di rojname an kovarekȇ ku li Iraq, Libnan an Sȗrȋye tȇ weşandin, hatibe belavkirin an jȋ li ser malpereke ȋlȇktronȋ ku li wan welatan vekirȋ be, di nav 1ȇ ȋlona 2016an ȗ 1ȇ ȋlona 2017an de.

Rapor ȗ programȇn televisionȇ divabe li ser kenalekȇ hatibin weşandin an jȋ li ser televisioneke tora ȋnternȇtȇ an malpereke ȋlȇktronȋ ya nȗçeyan ku li Iraq, Libnan ȗ Sȗrȋyeyȇ vekirȋ be, di nav 1ȇ ȋlona 2016an ȗ 1ȇ ȋlona 2017an de.

Kesȇ serkeftȋ dȇ xelateke 4000EUR bistȋne. dema ku daxwazname ji alȋy1 kesan ve hatibe pȇşkȇşjkirin, xelat digihȇ kesȇ ku çȇkiriye, lȇ dema ku daxwazname ji alȋyȇ dezgeheke ragihandinȇ an rȇxistinekȇ ve be , xelat digihȇ wȇ degh an rȇxistinȇ.

Mafȇ “Tora Fransiz a Alȋkarȋya Ragihȇnerȋ” ye ku ji nȗ ve gotar ȗ raporȇn serkeftȋ di belavok ȗ malperȇn xwe yȇn ȋlȇktronȋ ȗ taybet de belav bike her weha di belavokȇn ȋlȇktronȋ ȗ çapkirȋ de yȇn girȇdayȋ projeya “Nesȋc”ȇ.

Komȋteyeke rojnamevan ȗ zanayȇn di projeya “Nesȋc”ȇ de beşdar dȇ bi karȇ hilbijartinȇ rabin.

Hemȗ dosyayȇn ne tȇkȗz tȇn bidȗrxistin.

Dȋroka dawȋ ya qeydkirinȇ: 15ȇ ȋlona 2017an

Bo agahȋyan, qeydkirinȇ ȗ vekirina akawntȇ taybet:

16/08/2017
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.