Jinên li Sûrîyayê ber bi Dadmendîyê ve

Yekîneya Parastina Jinan

Di çarçoveya stratîcîya Yekîneyê bo beşdarkirina jinan di pêvajoya dadgehkirina stratîcîk bo tawanên cengê û tawanên li dijî mirovahîyê li Sûrîyayê, Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê li gel hevgirtinên jinên saxmayî, di 15ê rêbendana 2020an de, workşopa xwe ya pêşîn li Orfaya Turkîyayê li dar xist, li jêr serenava Jinên li Sûrîyayê ber bi Dadmendîyê ve.

Di workşopê de behsa pêvajoya dadhekirinê ya ku Navend li Ewropayê bi rê ve dibe û ya ku programa dadgehkirinê xwe dispêre wan di dozvekirina li tawankerên cengê û tawankerên tawanên li dijî mirovahîyê li Sûrîyayê. Qonaxên ku avakirina dosyayên dadgehî û lêpirsîn û bibelgekirina qanûnî a binpêkirinan, nemaze yên li dijî jinan hatin zelalkirin, her weha piştgirîya derûnî û civakî hate pêşkêşkirin û şopandina pêşkêşkirina piştgirîya derûnî û civakî hate gengeşekirin.