“Awayê herî baş bo naskirina rastîyê, danûstendina azad e
û sedema qedexekirina vî tiştî, tirsa diyarbûna rastîyê ye”
Andrea Shedenios
Mirovahî di gelek qonaxan de derbas bûye ta ku azadîya derbirînê –dergûşa azadîya ragihandinê- bûye mîrateyeke mirovî çesipandî ku astên wê li gor civakê, bingeha wê ya abûrî û civakî û pêşveçûnên wê yên siyasî, hatine guhertin. Nîşanên wê yên destûrî û nûjen di belgeya “Magna Cartayê de” (belgenameya peymanê ya mezin) de li Brîtanyayê di sala 1215an de xuya kirin, ev belge maf û erkên şah û peyêyên wî dinerxîne û sînoran ji wan re dinexişîne û bandora van yekan li ser welatîyan jî şîrove dike, paşê di sala 1688an de ev yek bû lîsteya mafan li Brîtanyayê û tê de prênsîpa nedadgehkirina endamên perlemantoyê ji Em Kî ne?
Navenda Sûryayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, dezgeheke Sûryayî ya serbixwe û sîvîl e, bo piştgirî û parastina ragihêneran û piştgirîya demokrasîyê û mafên welatî û girûpan ên sereke û dadmendîya veguhêz, kar dike. Em ji bo Sûryayeke pêşerojê ku li ser serwerîya qanûnê û azadîya bîr, bawerî û derbirînê û mafên mirovan ava bûye, kar dikin.
derveyî pelemantoyê hate çesipandin. Nivîsên gelek bîrweran karîbûn paşê azadîya derbirînê bi pêş bixin mîn John Luck, John Stewart Mil û Andrea Shedenios yê ku gotiye “Awayê herî baş bo naskirina rastîyê, danûstendina azad e û sedema qedexekirina vî tiştî, tirsa diyarbûna rastîyê ye”
van nerînên fikirî karîbûn rola ragihandinê bi pêş bixin û bi vî awayî zayîna disthilateke nû hate ragihandin ku Lord Edmond York ê ku di sala 1797an de jîyana xwe ji dest daye di vî warî de gotibû “Di encumena giştî ya Brîtanyayê sê desthilat hene, lê dema ku mirov li rojnamevanan dinêre, desthilata çarem dibîne“. Ragihandina Fransizî ya mafên hemwelatîbûnê di sala 1789an de gaveke mezin bû di warê fikrî de ku tê de hate gotin (azadîya derbirînê mafekî mirov ê sereke ye) û bi vî awayî ev maf li şûna ku mafekî dihate stendin, bû mafekî sereke li gel hebûna mirov, her weha ev maf bû parçeyeke sereke ji hebûna mirov. Bi avakirina rêxistina Neteweyên Yekbûyî di sala 1945an de, bingehên exlaqî û qanûnî bo pabendîya bi azadîya derbirînê li ser asteke navdewletî hatin danîn û bandora vê yekê li ser hemû dewletên endam di rêxistinê de hebû. Di civata desteya NYyê ya yekemîn di 14/12/1946an de hate gotin ku:
(Azadîya agahîyan mafekî mirov ê sereke û stûna avakirina hemû azadîyên ku Neteweyên Yekbûyî doza wan dike) Biryara 59 d-a , ta ber bi Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan ku di 10/12/1948an de ji alîyê NYyê hatiye derxistin, ku di madeya wê ya 19an de hetiye gotin: (Azadîya nerînan û derbirînê, mafê her mirovî ye. Ev yek azadîya nerînan bê detêwerdan li xwe digire, her weha naskirina nûçe û ramanan û wergirtina wan û belavkirina wan bi çi awayî be, bêyî ku sînorên xaknîgarîyê bibin astengî).
Di warê naskirina giringîya rola rojnamegerîya azad de di çesipandina demokrasî û geşepêdanê de, komeleya giştî ya NYyê roja 3yê gulanê weke “Roja Cîhanî ya Azadîya Rojnamegerîyê” ragihand, ev roj bû rojeke cîhanî bo azadîya rojnamerîyê, bihişkirina raya giştî di warê binpêkirinên azadîyê derbirînê de û balkişandina ser karê rojnamegerên ku jîyana xwe dixin metirsîyê de û derbasî zindan dibin da ku agahîya rojane bigihînin milet. Her sal di ahengên Roja Cîhanî ya Azadîya Rojnamegerî de, xelata UNISCOyê ya cîhanî bo azadîya Rojnamegerîyê (Guillermo Cano) digihê rojnamegerekî ku karê wî di warê berevanîya di ber azadîya rojnamegerîyê de balkêş bû.
“eger hemû xelk xwedî nerînekê bin, û yek bi tenê heye ku nerîna wî cuha ye, bêdengikirina vî yekî dimîne bêdenkirina yên din ji alîyê wî yekî ve eger hêza wî alîkar ba”
John Stewart Mil
Weke ku azadîya derbirînê mîrateyeke mirovî ku bisedsalan şoreş û xebat ji bo wê hatiye kirin, hewldanên kontrolkirina li ser jî bûye diyardeyeke cîhanî bi gelek cûreyan têne meşandin, desthilata olî zûbizû bi metirsîya wê agahdar bû ji lew re dêrê çapkirina ku Yohena Gutenberg di sala 1452yan çêkir, qedexe kir û ew nalet kir û tenê di 1995an de, naleta xwe li ser hilanî, her weha Omer Bin Elas tu zehmetî di şewitandina pirtûkxaneya Îskenderîye de piştî vekirina Misirê nedît bitaybet piştî ku pîrozbahî ji desthilata olî wegirt.
Mafê azadîya derbirînê mafekî mirovê takekes ê sereke ye ku tiştek ji bilî mafê jîyînê di ser de tuneye. Ew bi xwe mafeke eger nerîna ku tê derbirandin rast be an şaş be, ewêkirî an nefretkirî be ji alî pirjimar an kêmjimarekê an jî ji alîyê hikûmetê. Mafekî sade ye ne girêdayî dem, cih û jîngehê. Nabe ku bi tu awayan mafê azadîya derbirînê were were sînordarkirin ji bilî wê çaxa ku ev maf gefê li jîyana wî mirovî an mirovine din dixwe. Gurkirina li ser tundî û kuştinê nakevin çarçoveya azadîya derbirînê ji ber ku kesine bêguneh bi sedema wê têne kuştin, wate; ew dibe sedema binpêkirina mafê jîyîna kesine din, mafê jîyînê jî di ser mafê derbirînê de ye.
” ji mafê her mirovî ye ku ew nerîna xwe bi azadî û eşkeretî bêje,
binivîse an bi çi awayî be derbibire”
Madeya 38an ji Destûra Sûryeyî
Mafê derbirînê di koka xwe de mafê têkildarî û naskirinê ye. Têkilîya mirov bi mirovine din re, têkilîya wî bi girûpa wî û girûpên din ên nêzîk û dûr re. mafê têkildarî û naskirinê bi awayên devkî, nivîskî, xêzkirin û temsîlê tê bicanîn.