Hevgirtina Rojnamevanên Sûrîyeyî 17 binpêkirinan der heqê ragihandinê de di îlûna 2017an de bibelge dike

Hevgirtina Rojnamevanên Sûrîyeyî 16 binpêkirin der heqê ragihandinê de li Sûrîyeyî di meha îlûna bûrî de biblege kir.

Navenda Sûrîyeyî ya Azadîya Rojnamevanî di Hevgirtinê de diyar kir ku rapora roja şemîyê binpêkirinên meha îlûna bûrî li dijî ragihandinê dişopîne, her weha yên ku di mehên din ên sala 207an de ku Navendê şopandine û ji rastiya wan teqez bûye.

Navendê diyar kir ku 7 ji binpêkirinên bibelgekirî di meha bûrî de çêbûne, hejmara binpêkirinan jî ji yên di meha tebaxê de; ku 21 binpêkirin hatibûn bicihanîn. Kêmtir bûye.

Li gor raporê, tiştê herî balkêş ê ku di meha bûrî de hatibû bibelgekirin, kuştina du ragihêneran bû; yek ji wan li ser destê Rêxistina (Dewletê0 û yê din jî li ser destê hêzên Rêjîma Sûrîyeyî. Bi vî awayî hejmara ragihênerên ku navendê ji destpêka şoreşê ve; di nîvê adara 2011an de, navên wan bibege kiriye gihaşt 416 ragihêneran.

Partiya Yekîtîya Demoqrat di serê lîsteya pêkanîna binpêkirinan de bû ku 6 binpêkirin bi cih anîne, rêjîma Sûrîyeyê di ber 4 binpêkirinan de berpirs bû, hêzên Rûsî 3 binpêkirin pêk anîne, desteya Rizgarkirina Şamê di ber duyan de berpirs bû û rêxistina (Dewletê) di ber pêkanîna binpêkirinekê de berpirs bû.

Ji hêla xaknîgarîyê ve; li her yek ji Êdlêb û Hesekê 4 binpêkirin çêbûne, 3 li gundewarê Şamê, du li her yek ji Deraa û Helebê û binpêkirinek li parêzgeha Homsê.

Di dawîya raporê de Navenda Sûrîyeyî ya Azadîya Rojnamevanî doza xwe ya rêzdarîya li azadîya rojnamevanîyê, parastina karmendên di warê ragihandinê de û cezakirina kesên berpirs, nû kir her weha doza rêzdarîya li madeya 19an ji ragihandina cîhanî ya mafên mirovan kir ku dibêje “azadîya nerînan û derbirînê mafê her kesî ye,  ev maf azadîya lixwegirtina nerînan bê destêwerdan, naskirina nûçe û raman, wergirtina wan û belavkirina wan bi hemû awayan û bêyî guhdana bi sînor û xaknîgarîyê, li xwe digire.

Bo dîtina raporê bi forma PDFê, li vê derê bixe.