Doza Navenda BabaEmroyê vedigere pêşekîyê bi rêya kongreke rojnamevanî li Parîsê

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê bi nûnertîya serokê xwe Mazin Derwîş beşdarî kongira rojnamevanî ya ku li paytexta Fransa, Parîsê hetibû lidarxistin bû ji bo danûstendina doza navenda BabaEmro ya ragihênerî ew jî bi alîkarîya Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan û beşdarîya rojnamevana Fransiz “Edith Bovier” ya ku di êrîşa li ser navendê de birîndar bû, “Klimans Bektarte” parêzerê hevrêzkar yê grûpa kar a federasyonê, “Emanuel Dawod” parêzerê rojnamegera Amerîkî “Mary Colvin” a ku di êrîşê de hate kuşti û dayika rojnamevanê Fransiz “Remy Oshlek” yê ku di êrîşê de hate kuştin.

Kesên di kongreyê de beşdar behsa dozlêvekirina li tawankerên li Sûrîyayê yên ku tawanên cengê bi cih anîne û bi taybet doza êrîşa li ser navenda BabaEmroyê ya Ragihênerî ku di 22yê sibata 2012an de çêbû ku di bin destê opozisyona çekdar de bû li Homsê û di encamê de rojnamevanê Fransiz Remy Oshlek û rojnamevana Amerîkî Mary Colvin hatin kuştin û çalavan Wail Elumer, Rojnamegera Fransiz Edith Bovier û wênekêşê Brîtanaî Pol Conroy di hema êrîşê de birîndar bûn.

Mazin Derwîş bal kişand ser mijar û got “mijarê me ne tenê girêdayî vê doze ye lê pabendî ye bi rêya pêkanîna dadmendîyê li Sûrîyayê her weha alozkirina rêya dadmendîyê rehetîyê dixe dilê tawankeran de ji ber ew dibînin ku dikarin ji cezayan birevin her weha pêkanîna dadmendîyê di vê doze de (doza Navenda BabaEmroyê) dê nehêle tawanên wisa di pêşerojê de çêbibin.

Hêjayî gotinê ye ku di 2012an de lêpirsîneke pêşîn li Fransayê der barê vê êrîşê de hate vekirin û kar li ser danheva delîlan û kuştina rojnamevanan hate kirin. Lê piştî dîtina hin delîlên din mijar di 2014an de bû mijara tawanên cengê li Sûrîyayê ji ber ku şahidekî li pêş peygirên fransiz got ku êrîş plankirî bû. Di encamê de gihan nerîna ku êrîşa li ser navenda BabaEmroyê di 22 sibata 2012an de ne êrîşeke ketober bû lê pilankirî bû û armanc jê ew bû tunekirina rojnamevanan li Homsê da ku êrîşên xwînrij ên rêjîma Sûrîyayî neyêm şopandin her weha ji bo tirsandina rojnamevanan ji hatina bo Sûrîyayê.