Diyarkirina agahîyan der barê “Trayala Navdewletî”: dozek li Swîsrayê li dijî Rifiet Elesd bi tometa tawanên cengê

Cinêv, 25ê îlûna 2017an – grûpeke parêzeran diyar kirin ku dozek li Swîsrayê heye Rifiet Elesd ji ber tawanên cengê yên ku di salên heyştêyî ji sedsala bûrî de li Sûrîyeyê hatine pêkanîn; armanc dike. “Trayala Navdewletî” teqez dike ku wê agahdarîyek li dijî cîgirê berê yê Serokê Sûrîyeyê di encama lêpirsîneke kûr de pêşkêş kiriye. dosyayek jî di destê Darizandina giştî ya Konfedralîya Swîsrî de heye ku nuha jê tê xwestin karekî nimûneyî û dîrokî bicih bîne.

Ji sala 2013an de ji ber agahdarîya der barê tawanên cengê de ku ji alîyê “Trayala Navdewletî” li dijî Rifiet Elesed hatiye pêşkêşkirin, ew di cihê lêpirsînê de ye, lê piştî derbasbûna 4 salan, rêxistina ne hikûmî ji ber sarbûna doze bitirs e, tevî ku gelek delîl pêşkêş kirine. Sibeha îroj; parêzerên alîyê gilî bi awayekî eşkere bi Darizandina Giştî re axivîn û bêparhiştina qurbanîyên hovîtîya rêjîma Sûrîyeyê ji dadmendîyê şermezar kirin.

Tedmur û Hema: Du Komkujîyên Dîrokî

Rifiet Elesed kî ye? Mamê serokê Sûrîyeyê yê nuha Beşar Elesed weke kesayeteke navdar di hola siyasî ya Sûrîyeyî de tê naskirin, berê jî pêşengê seraya berevanîyê bû ku di salên heyştêyî de ji sedsala bûrî, nûnertîya hêzên elîtê dikirin. Destên wan jî di kuştina bi hezarên kesan de li Tedmur û Hemayê heye.

Di 27ê hizêrana 1980î de, di nav şerê çekdarî de yê ku gihabû asta xwe ya herî bilind, serayayên berevanîyê êrîşî Zindana Tedmurê kirin û li wir, leşkerên Rifiet Elesed êrîşî girtîyan kirin û bi hezaran ji girtîyan kuştin.

Piştî du salan, Hema li dijî Rêjîmê rabû û wê çaxê Seraya Berevanîyê êrîşeke tolhildanê li ser bajêr pêk anî. Sivîl ketin kemînê û mehek bê xwarin û elektrîk man. Li gor jêderan; tundîya li dijî sivîlan ji 10 ta 40 hezar kuştî li paş xwe hişt.

Bidarvekirin, bombebarankirin, îşkencekirin û dizî: tevî dijwarîya tawanan lê tu berpers nehate cezakirin. Rifiet Elesed ê ku ji 1984an li sirgûnê dijîn, demeke dirêj di rêwîtî û serbestîyê de derbas kir û gelek pereyên xwe li Ewropayê çêkirin.

4 salên lêpirsînan

Di sala 2013an de, biryara destpêka lêpirsînan ji alîyê Darizandina Giştî ya konfedralîya Swîsrî ve, gelek hêvîyên dîtina cezakirina Rifiet Elesed di dilê qurbanîyan de geş kir.

Di 4 salên pişt re de, “Trayala Navdewletî” dest bi lêpirsînan li heist welatan kir, her weha bi dehan delîl û şehade pêşkêşî darizandina giştî ya konfedralîya Swîsrî kir. Di dema gerîna li dosyayên erşîvê, rêxistina ne hikûmê belgeyên dezgehên razber û balyozxaneyên gelek welatan pêşkêşî darizandina giştî ya konfedralîya Swîsrî kir. Her weha rêxistinê gelek Sûrîyeyên ku di bûyerên wê demê de derbasbûne ji her du alîyan dîtin û wan kesan jî amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina şehadeyên xwe diyar kirin.

Bendket Di Morloz; parêzerê berpirs di ber lêpirsînan de li ser asta “Trayala Navdewletî” diyar dike ku “delîlên berdest teqez in û berpirsyarîtîya Rifiet Elesed di ber her du komkujîyên Tedmur û Hemayê diçesipînin. Her weha ev delîl hovîtîya leşkerên wî û daxwaza wan a hilanîna opozisyonê ji kokê de tîne der.”

Divabe Swîsra mêrxasîya xwe diyar bike

Qurbanîyên ku gilîyê xwe li Swîsrayê pêşkêş kirine îroj xapandî ne û parêzerên wan dibînin ku kêmasîyek di pêvajoyên doze de heye, mîna betalkirina rûniştinan, redkirina gazîkirina kesê tometbar û çêkirina lêpirsînan (…) û gelek tiştên din, da ku ev doz were binaxkirin”.

Tevî wilo jî li gor prensîpa serwerîya dadgehî ya cîhanî, erkê Swîsra ye ku doze li tawankerên cengê yên li ser xaka wê veke, bêyî ku guh bide nasnameya wan û devera ku tawan lê çêbûye”.

Rêveberê “Trayala Navdewletî”; Philip Grant mixabinîya xwe ji ber “sarbûna Darizandina Giştî ya Konfedralîya Swîsrî bi awayekî ku pabendîyê navdewletî yên Swîsrayê paşguh dike, nîşan da, tevî ku ew lihevkirinên Cinêvê diparêze û nameyekê metirsîdar ji alîyên şer ên li Sûrîyeyê re dişîne lê divabe ev alî fêm bikin ku dadmendî dê zora wan bibe.”

Milk û malên Rifiet Elesed ên ku bi melyonên yoroyan in vê dawîyê li Fransa, Spanya û Birîtanyayê hatin desteserkirin ji ber tometên darayî yên dijî wî. Nuha derfeteke dîrokî li pêş Swîsrayê heye ji dozlêvkirina wî bi tometa bicihanîna tawanên xwîndar. Ji dozlêvekirina giştî ya konfedralîya Swîsrî tê xwestin ku bi mêrxasî pêşengîya vê dozê bike û amadekarîya dadgehkirina Rifiet Elesed bike ji bo bi hezaran qurbanîyên Sûrîyeyê.

Bo têkirlîya ragihênerî:

Dezgehên ragihandinê yên navdewletî

Cloy Biton / rêvebera têkilîyan

Email:  media@trialinternational.org

Telefon: 0041791923744

Dezgehên Ragihandinên ên Erebîaxêv

Suazik Dolly / şêwirmenda Ragihênerî

Email: s.dollet@trialinternational.org

Telefon: 0041779505876

Dezgehên Ragihandinê yên Swîsrî:

Bendket Di Morloz / berpirsê lêpirsînan û dozên cezayî

Email: media2@trialinternational.org

Telefon: 0041779505746

“Trayala Navdewletî” dê hevdîtineke rojnamevanî birê bixe da ku bêhtir bale bikişîne ser doze di roja 26ê îlûna 2017an de, saet 9 bi dema Cinêvê li Mala Komeleyan, hola Rochelle Carson.

Hun dikarin bi rêya vê emailê nêta xwe ya amadebûnê bişînin: [email protected]