Rêkarên divabe bên kirin dema ku gumanên hebûna vîrûsê yan programên xirab di alavê de hebin

Rêkarên divabe bên kirin dema ku gumanên hebûna vîrûsê yan programên xirab di alavê de hebin


 

Bikaranîna me ji kompîter û telefonan û bikaranîna înternetê, dibe sedem ku bi berdewamî em di bin gefên vîrûs û programên xirab de ne.

Giringtirîn şêwazên parastina alavan programa Dijî Vîrûsan e, li gel nûkirina programê bi awayekî berdewam.

Gelo hebûna programa dijî vîrûsan alavê ji hemû vîrûs û programên xirab diparêze?

Mixabin na!

Ji ber ku programên dijî vîrûsan xwe dispêrin bingeha agahîyan a ku dikarin bi rêya wê dosya û programên xirab nas bikin û wisa disekinînin. tev wilo, hin programên xirab dikarin programên dijî vîrûsan derbas bikin ji ber dibe ku nû bin û di bingeha agahîyan de tunebun.

Ji lew re, lil gel programên dijî vîrûsan, dibe ku hîn jî programên xirab bikevin alavê de.

 

Em çawa dikarin zanibin ku vîrûs an programeka xirab di alavê de heye?

Hin xal hene dibe ku nîşana hebûna vîrûsê an programa xirab bin, mîna:

  • Giranbûyîna karê alavê
  • vekirina û girtina jixweber a pencereyan
  • windabûna dosyayan ji ser alavê
  • valabûna betarîyê ya ne normal
  • sekinîna programa dijî vîrûsan.

Ev xal dibe ku nîşana hebûna vîrûsê an programa xirab bin di alavê de.

Ji bilî van xalên borî, dibe ku gumanên bikarêner hebin ku vîrûs an programa xirab di alavê de heye, nemaze dema ku dosyayek were daxistin û jêder ne cihê bawerîyê be an nenaskirî be, an dema daxistina programekê ser alavê.

 

Dema ku behsa ewlehîya dîcîtalî tê kirin, tenê gumana bi hebûna êrîşekê ser alavê, vîrûs be an programekî xirab be, dibe sedema pêdivîya bi stendina rêkarên parastina alavê û agahî û dosyayên wê.

 

Çi ne rêkarên divabe werin kirin dema gumanên hebûna vîrûsekê an programekê xirab di alavê de?

 

  1. qutkirina înernetê ji ser alavê
  2. çêkirina çapeka yedek a hemû dosyayê giring li ser alavê û danîna wan ser alaveka din an şêwazeka parastinê a din
  3. guhertina passworda hemû hîsabên ku tên bikaranîn an berê li ser alavê hatibin bikaranîn, bi rêya alaveka din.
  4. formatkirina alavê, çi telefon an kompîter be, hin kompîterên sîstema windowsê yê ku çapa windowsê ya fermî li ser hebe, bijardeya formatkirinê dide.

eger zehmetî di kirna çapa windowsê de hebe, şîreta me bikaranîna sîstema Linuxê ya bêpere ye, û ya ku heta asteka mezin weke windowsê ye, nabe tu çapên hukeran bi kar bînî yan programên bi crack, ji ber ku piranîya wan vîrûs di hundirê wan de hene. Tu dikarî der barê crackan, metirsîyên wan û çareyên alternatîv ji vir bixwînî.

Piştî formatkirina alavê gerek e derhal programa dijî vîrûsan were daxistin.

Tu dikarî çapeka bêpere a programên dijî vîrûsan daxe, mîna Avera û Avast bo kompîterên sîstema Windows û Mac û telefonên sîstema Android û IOS.

Pişyî formatkirinê ez dosyayn vegerînim alavê?

Ya baş ku tu venegerînî da ku vîrûs û programên xirab nekevin alavê de, û ji 20 – 30 rojan bimîne heta ku bingeha agahîyan a dijî vîrûsan were nûkirin paşê programa dijî vîrûsan nû bike û dosyayayn vegerîne.

Eger hîn jî tu ji paqijîya alavê ne bawer bî, xwe bispêre qewîtîya pisporekê teknîkî.