Krak: Çi ye? Metirsîyên wî. Çareyên Elternatîv

Di karê rojnamegerî de, pêdivîya rojnamegeran bi bikaranîna gelek aplîkêşinan heye “Mînak: programên êdîtekirinê, programên wêneyan, programên vîdyo û dengan, programên zextkirina dosyayan û … hwd”

Piranîya van programan bipere ne, an jî bo demekê kurt bê pere ne (vesryona tecrîbî bo çend rojan an çend mehan e) û ji bo bikaranîna van programan bê kirîn, hin kes berê xwe didin Hackkirinê bi rêya “Krakê”

 

Krak çi ye?

Mîkanîzmeke (navê program lê tê kirin) dihêle ku programên parastî tam kar bikin bê ku pêdivî bi kirîna wan hebe, an jî Krak wê parastina li ser programê dişkîne, da ku tu karibî bi kar bînî.

 

Cûreyên Krakê çi ne?

Gelek cûreyên Krakê hene, yênb herî navdar ev in:

Batch

Keygen (an afrênerê hejmaran)

Em nakevin hûrgilîyên karê her cûreyekê û cûdahîya di nav wan de, em ê tenê bi kurtasî mîkanîzma wan şirove bikin.

Batch an Keygen, program in bi rêya daxistina programê dixwazî parastina wî bişkînî û aktîvkirina Krakê kar dike.

*Nîşe: her Krakek ji bo programmekî bi tenê ye, (di hin rewşan de dibe ji bo gelek programên destnîşankirî re be) an jî Krak ne li ser hemû programan kar dike.

Kî Krakan çê dike?

Kes an kompanî Krakan çê dikin, piştî ku awayên şikandina parastina programekî nas dikin, her weha hiun kompanîyên taybet ên şikandina parastina prigraman û çêkirina Krakan hene.

Krak bêpere ye?

Hin alî Krakên bêpere çêdikin û hin yên bipere.

Çawa Krak tê bidestxistin?

Gelek malperên çêkirina Krakan ên taybet hene, li gel ku gelek Krakên hejmareke mezin ên programan di wan de hene.

Her weha versyoneke programên neparastî heye, bi nave (çapkirî an programên krakkirî) tên naskirin, an jî pêdivî bi daxistina programê paşê daxistina Krakê tuneye, tenê çapa kirakkirî daxîne.

Metirsîya bikaranîna Krakê heye?

Tiştekî ku vê yekê teqez bike tuneye, ji ber ku Krak di piranîya caran de ji hêla alîyekî nenas vet ê çêkirin, dibe ku ew alî dosya an programekî xirab (vayros) bixe nava Krakê de, ku bi rêya pêlkirina Krakê ew vayros tê aktîvkirin.

  • Ev e sedema ku hin alîyên Krakan çê dikin, doza neaktîvkirina (Anti-Virus) dikin berî daxistin an aktîvkirina Krakêp.

 

Metirsîyên vayrosên Karakê çi ne?

Gelek metirsî û gefên vayrosan hene, mînak:

Wêrankirina sîstemê

Kontrolkirina alavê (alîyê ku vayros çêkiriye, dikare kamîra vêxe, li maykrofonê guhdar bike, wêneyên ekranê bigire, an dosyayan bişîne .. an jî alîyê êrîşker dikare alava te bi kar bîne wekî ku di dest wî de ye, bê ku xwedîyê alavê zanibe.

  • Nîşe:ne gerek e bandora vayrosê dîrek be, dibe ku demekê dirêj di hundirê alavê de bimîne berî ku aktîv bibe.

 

Anti-virus dikare alavê ji metirsîyên Krakê biparêze?

Giring e Anti-virus li ser hemû alavan hebe (hemû cure û sîstemên alavan)

*Gekek e her demekê were nûkirin (her hefte an her meh herî zêde).

Ne gerek e programên dijî vayrosan karibin hemû gefan bêlî bikin, mîna yên bi Krakan re.

 

Mînak : Ev wêne diyar dike ku programekî Anti-virusê qedexeya gihaştina 3 aplîkêşinan bo Kamîrayê diyar dike. An jî alîyê ku Krak çêkiriye programek tev lê kiriye ku karibe bigihêje kamîrayê, di encamê de wêne û vîdyoyan dikişîne û bo xwedîyê Krakê dişîne bê ku xwedîyê/a alavê zanibe.

 

Çêkirina Krakan qanûnî ye?

Çêkirin an bikaranîna Krakan an programên (Krakkirî) li piranîya dewletan ne qanûnî ye û dikeve çarçoveya Hackkirinê de. Sezayên wê li her deverekê bi rengekî ye, dibe ku tenê bikeve çarçoveya peredayînê de û dibe ku bigihê asta zindankirinê.

 

Bijardeya alternative ji bikaranîna Krakê çi ye?

Piranîya programên sereke û bipere – û yên ku pêdivîya wan bi kirînê an Krakê heye- alternative wan a bêpere û azad heye.

  • Programên azad çi ne?

Kurtenivîsek der barê programên (malpera sazîya Adîf)

 

Mînak:

Programên Microsoft Office .. alternative wan a bêpere: LibreOffice

Alternatîveke din: OpenOffice.

Programa WinRAR, Alternatîva wê ya bêpere û ewle: 7ZIP

Programên êdîtekirina dengan, alternative wan a ewle û bêpere: Audacity

Programa PhotoShopê alternative wê a bêpere û ewle : GIMP

Sîstema Windowsê bipere ye, alternatîveke wê ya bêpere (Ubuntu)

  • Hun dikarin malpera ALTERNATIVETO bi kar bînin da ku hun programên alternative û bêpere bibînin: https://alternativeto.net
  • Her weha hun dikarin vê malperê bi kar bînin https://bartvandewoestyne.github.io/osswin da ku hun grûpeke mezin a programên bêpere yên li gor cûreyê hatine ketegorîkirin (programên dengan – programên êdîtekirina wêneyan – programên vîdyoyan – programên zextkirina dosyayan – programên dîzaynê … hwd)

Dibe ku alternative bêpere bi hêsanî neyê peydakirin an mirov bixwaze programekê destnîşankirî bi kar bîne, ji lew re bixwaze programê hack bike li şûna ku programa alternative bîne, ev yek vedigere nirxandina kesê bikarêner, çi ji wan re giring e:

  • Ewlehî (bikaranîna programên bêpere yên azad)
    an
  • Hêsanî (bikaranîna Krakê) û pejirandina metirsîyan!?
  • Gerek e em bi bîr bînin ku programa ku nuha em hoyî bikaranîna wî bûne, me berê nizanîbû bi kar bianîba, lê bi demê re bo me hêsan bûye (Windows, Word an PhotoShor).
    Ji lew re, çi programa nû destpêkê zehmet e lê bi domana demê re hêsan dibe.
    Li gel ku hemû programên bêpere/azad, şirove li gel hene.

 

*Nîşe:

Ev nivîs û wêneyên li gel wê bi rêya programên alternative hatine hazirkirin:

  • Nivîs bi rêya LibreOffice Writer (bêpere) alternatîva Microsoft Word.
  • Wêne bi rêya GIMP (bêpere) alternatîva PhotoShop.
  • Bi rêya Sîstema Linuxê (bêpere) alternatîva Windowsê.

Ji Hemû sazî û grûpên rojnamegeran tê xwestin ku polîtîka programên alternatîv di nava xwe de bihewîne û (Krakê) bi kar neîne ji bo parastina agahî û dosyayan.