Zêdekên Wêbgerê

Şîreta Şeşem: Zêdekên Wêbgerê


Di vê nivîsê de, emê behsa:

  • Zêdekên Wêbgerê çi ne
  • metirsîyên wan çi ne
  • Giringtirîn zêdekên parastinê

Zêdekên wêbgerê (Extensions) program in ku li ser wêbgerê tên zêdekirin û pê re kar dikin da ku karekî paktir pêşkêş bike.

*Mînakên zêdekan:

  • Zêdeka wergera nivîsan
  • Zêdeka sererastkirinê
  • Zêdeka pîvana leza înternetê

Têbînî: gelek wêbgerên kompîter û tabletan hene mîna: Fire Fox. Chrome, Safary, Opera, Microsoft edge, Internet Explorer … û gelekên din.

Em ê di vê nivîsê de bale bikişînin ser mînakên bo Fire Fox û Chrome yên em şîreta bikaranîna wan didin we, nemaze Fire Fox ji hêla taybetmendî û ewlehîyê.
Hun dikarin li ser kompîter û tablêtên xwe, bi rêya vê lînkê daxin

https://www.mozilla.org/ar/firefox/new

Kî ne kesên ku zêdekên wêbgeran çêdikin?

Çi kesê ku di warê zimanên programan de şareza be dikare zêdekan çêbike, her weha hin kompanîyên pispor jî hene.

 

Zêdek bipere an bêpere ne?

Piranîya zêdekan bêpere ne, hin jî bipere ne.

 

Zêdek li ser hemû wêbgeran hevbeş in?

Na, Zêdek li ser hemû wêbgeran ne hevbeş in

 

Dema ku kesek an alîyek zêdekekê çêdike, ew ji bo wêbgerekê çêdike. An jî zêdekên bo Fire Foxê peyda ne, ne gerek e li ser chrome jî peyda bin.

 

Neyênî an metirsîyên bikaranîna zêdekan ser wêbgerê hene?

Hejmareka mezin a zêdekan heye bo wêbgeran, lê tenê yên ku pêdivîya te bi wan heye daxîne, ji ber ku hejmara pir a zêdekan dibe karê wêbgerê lawaz bike.

Tevî ku gelek zêdek bisûd in lê di heman demê de xalên wan ên ewlehîyê yên lawaz hene û dibe ku bibin sedema çavdêrîya karê wêbgerê, nemaze ji ber ku zêdek dikarin bigihêjin naveroka wêbgerê.

*karînên gihaştinê li gor zêdekê ye

Ji lew re, gereke tu ti zêdeka ne cihê bawerîyê danexî yan jî ku hebin tu hilînî.

 

Hilanîna zêdekan ji wêbgerê, çi bandora wê ye?

Dema tu zêdekan hiltînî, tu bandor li wêbgerê nayê lê taybetmendîya zêdekê tê hilanîn, ji lew re zêdekên hun nas nakin li ser wêbgera xwe û pêdivîya we bi wan tuneye, hilînin.

 

Çawa dikarim zêdekên li ser wêbgera xwe nas bikim?

  • Ji bo dîtina zêdekên li ser wêbgera Fire Foxê, tu dikarî vê lînkê kopi bikî:

About:addons
Û di xanxanika jêrîn de, şûna nave website deyne

  • Bo gihaştina zêdekên di Chromeê de, tu dikarî vê lînkê kopi bikî:

chrome://extensions
Û di xanxanika jêrîn de, şûna nave website deyne

*Bo hilanîna zêdekan:

  • Wêbgera Fire foxê: pê li bijardeya li rex zêdekirinê (hilanîn/ remove) bike

 

 

  • Wêbgera Chromê: pê li bijardeya (hilanîn/remove) bike

 

 

Bo zanîna bandora hilanîna zêdekê, tu dikarî pêşî wê deaktîv vikî bi rêya bijardeya (Disable) li ser wêbgera Fire Foxê, an bi rêya nîşana şîn li jêr zêdekê li ser Chromê.

Têbînîyeka Giring: her wêbgerek xwedî bazereka zêdekan a taybet e.

Tevî hejmara zêdekan a mezin, lê berpirsên bazara wêbgerê li zêdekan vedigere, ji lew re em şîreta daxistina zêdekan ji bazarê dikin.

Bo gihaştina bazara zêdekan a Fire Foxê:

https://addons.mozilla.org/ar/firefox/extensions

Bo gihaştina bazara zêdekan a Chromeê:

https://chrome.google.com/webstore/category/extensions

Em ê hin zêdekên giring ji we re pêşniyar bikin:

  • Zêdeka Privacy Badger:
    Zêdekeka sekinandina rêklam û çalakîyên din ên rûpelan e.
    Eger web sitek hebe we dişopîne, Privacy Badger disekinîne û we agahdar dike
    bo daxistina zêdekê ser Fire Foxê, li vê derê bixe, û li ser Chrome li vê derê bixe, an seredana web site a zêdekê bikin:

https://www.eff.org/privacybadger

  • Zêdekirina Https Everywhere
    bikaranîna protocol Https di web sitean de teqez dike, eger web site berdest bike.
    bo naskirina Protokola Https, li vê derê bixe
    bo daxistina zêdekê ser Fire Foxê, li vê derê bixe, û li ser Chrome li vê derê bixe, an seredana web site a zêdekê bikin:

https://www.eff.org/https-everywhere

  • Zêdekirina Adblock Plus:

Zêdek nahêla web site rûpelên nû bêyî daxwaza bikarêner veke, ku dibe acizîyê jê re çêbike.

bo daxistina zêdekê ser Fire Foxê, li vê derê bixe, û li ser Chrome li vê derê bixe, an seredana web site a zêdekê bikin:
https://adblockplus.org/en/download

  • Zêdekirina Ghostery:

Zêdek we ji şopandina Online Trackersan û Cookies diparêze, li gel zêdekên din di web site de.
Ghostery bijardeya qedexekirina xizmetên we dişopînin dema hun înternetê bi kar tînin, diparêze, her weha rêklaman qedexe dike.

bo daxistina zêdekê ser Fire Foxê, li vê derê bixe, û li ser Chrome li vê derê bixe, an seredana web site a zêdekê bikin:
https://www.ghostery.com/products

  • Zêdkirina Facebook container:

Kompanîya Fire Foxê çêkiriye da ku Facebook nikaribe bigihêje çalakîyên me li ser wêbgerê ji derveyî wê.
Bo naskirina xê zêdekê û daxistina wê ser wêbgerê, li vê lînkê bixe:

 

https://addons.mozilla.org/ar/firefox/addon/facebook-container

Facebook container nuha tenê li ser Fire Foxê peyda ye.

  • Zêdekirina Virus Total:
    Zêdek teqez dike ku virus I tiştên tu ji înternetê dadixî tuneye (çi bi rêya web site daxîne an bi rêya pêveka emailê) her weha ji lînkan teqez dibe berî k utu vekî.
    Virus Total dosya û lînkan di 50 programên dijî virusan de derbas dike.
    bo daxistina zêdekê ser Fire Foxê, li vê derê bixe, û li ser Chrome li vê derê bixe, an seredana web site a zêdekê bikin:
    https://support.virustotal.com/hc/en-us/articles/115002700745-Browser-Extensions

Çawanîya karê zêdek bi rêya wêneyan di lînka borî de diyar .

 

*Têbînîtên giring bo bikaranîna Virus Total:

  1. Dema tu Virus Total dadixî, çi dosya tu bi rêya wêbgerê daxî, dê jixweber biçe sêrverên Virus Total.
    ji lew re, eger tu nexwazî hemû dosyayan bi Virus Total re bi par ve bikî (dosyayên taybet p giring), divabe tu bijardeya”Show ‘Send to VirusTotal’ prompt when downloading file” aktîv bikî

Ji bijardeyên zêdekirinê weke ku di mînakê de diyar e, pê li Save bike.

Paşê dema tu pê li dosyayekê bikî da k utu daxî, dê pirs ji te were kirin da ku tu derbasbûna dosyayê di Virus Total de bipejirînî an na.

2- piştî daxistina Virus Totalê li ser wêbgerê û dema tu pê li dosyayekê bikî da tu daxî, dosya di cih de dadikeve û dû heman demê de bo sêrverên Virus Total tê şandin, eger tu nexwazî dosya dakeve berî ku bi rêya Virus Total were teqezkirin, divabe tu bijardeya “Pause downloads when sending to VirusTotal”. Weke ku di wêneyê de diyarkirî ye, aktîv bikî.

3- Rapora Virus Total ku dosya ewle ye dihêle e,m bi dilrehetî dosyayê daxin lê nayê wateya ku 100% ewle ye, ji lew re divabe tu her dem agahdar bî.

4- Daxistina Virus Totalê bo wêbgerê baş e lê nakeve şûna programên dijî virusan.

Tu dikarî programekî dijî virusan bêpere (Avera) ji vir daxî

https://www.avira.com/en/free-security-suite

Ev link li ser wêbnivîsa Mozelayê, hin zêdekên taybetîyê û ewlehîyê yên pêşniyarkirî bo Fire Foxê di nav xwe de dihewîne;

https://blog.mozilla.org/firefox/make-your-firefox-browser-a-privacy-superpower-with-these-extensions