Di vê rewşa şerm a gihandina alîkarîyan de, gerek e NY û dewletên endam plana çawanîya garantîkirina gihandina alîkarîyan bo kesên ku pêdivîya wan pê heye, biguherin û xwe bispêrin ta bi daxistina asîmanî

Mamoste Jan Egeland

şêwirmendê taybet yê şanderê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bo Sûrîyeyê

Serokê tîma kar a girêdayî gihandina alîkarîyên mirovî di grûpên navdewletî yên piştgirîya Sûrîyeyê de

Kopîyek bo Staffan de Mistura, şanderê NYyê yê taybet bo Sûrîyeyê

şanderên grûpa navdewletî ya piştgirîya Sûryeyê

23yê hizêrana 2017an

Şêwirmendê taybet Egeland

Em têkilîyê li gel te datînin ji ber dijwarîya kirîza mirovahîyê li Sûrîyeyê. Weke welatî û endamên civaka sivîl a Sûrîyeyî ji me tê xwestin ku em hin tedbîrên navdewletî ji bo parastina sivîlan û gihandina alîkarîyên mirovî bo Sûrîyeyîyên ku pêdivîya wan pê heye, bistînin.

Em; bêhtirî hemû alîyên din, dê piştgirîya hemû hewlên parastina sivîlan bikin, mixabin hewldana dawî ya rêkeftina sivikkirina nearamîyê ji pêşî ve xirab bû. Rêkeftina ku rê dide alîyên şer û taybet Rêjîma Sûrîyeyî û alîgirên wî ku binpêkirinan bê sizakirin pêk bînin, dê tu caran ne çare be. Di meha pêşîn a cîbicîkirina rêkeftinê, Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan 75 binpêkirin belge kir û bêhtirî 90% ji wan ji hêla rêjîmê ve bû. Di vê dema ku em ji te re dinivîsin, rêjîm û îran û Rûsya êrîşên xwe yên asîmanî berdewam dikin û deverên niştekirî mîna Deraayê bombebaran dikin her weha sivîlên Reqayê jî ji ber bombebarana hevpeymana navneteweyî dijî DAIŞê tên kuştin.

Rewşa Mirovî di 37 ji civakên dorpêçkirî li Sûrîyeyêde ku bêhtirî 900,000 kes tê de ne, rewşeke awarte ye. Ev civak neçar man ku li himber kêmbûna metirsîdar di xwarinê, alîkarîyên pijîşkî, derbiderî û ta bi mirina ji ber birçîbûnê de bêdeng bimînin.

Di vê rewşa şerm a gihandina alîkarîyan de, gerek e NY û dewletên endam plana çawanîya garantîkirina gihandina alîkarîyan bo kesên ku pêdivîya wan pê heye, biguherin û xwe bispêrin ta bi daxistina asîmanî. Sala bûrî, endamên grûpa navdewletî ta piştgirîya Sûrîyeyê soza pêkanîna daxistina asîmanî dabûn eger qedexeya gihandina alîkarîyên mirovî berdewam kir. Grûpa navdewletî ya piştgirîya Sûrîyeyê bi soza xwe ne pabend bû û piştî salekê rewşa gihandina alîkarîyên mirovî kambaxtir bû. Careke din em dengê serokên rojavayî dibihîzin –mîna serokê Fransiz- dibêjin ku gihandina alîkarîyan xêzeke sor e. bê guman ev xêza sor hatiye derbaskirin.

Serkirdayetîya te pir giring e bo dîtina çareyên eltirnatîv ên gihandina alîkarîyên mirovî bo deverên ku gihaştina wan bi awayekî bejayî ne pecan e. em baş fam dikin ku operasyonên daxistina asîmanî ne awayê herî baş ê pêşkêşkirina alîkarîyan e lê dê karibe alîkarîya hejmareke mezin ji welatîyan bike her weha dê rêjîmê neçar bike ku alîkarîyan bi rêyeke bejayî bigihîne. Divabe em hêvîyên xwe li ser pejirandina rêjîmê di vî warî de ava nekin: rêjîma ku êşa gelê Sûrîyeyî bo destkeftîyên xwe yên siyasî bikar tîne tu caran nabe hevkar di pêşkêşkirina alîkarîyan de bo kesên hewcedar.

Mamoste Egeland, em van yekan ji te dixwazin:

  1. Vexwendina endamên grûpa navdewletî ya piştgirîya Sûrîyeyê bi awayekî rastîn bo şikandina dorpêça mirovî bi rêya pêkanîna daxistina asîmanî bo hemû hewcedaran li hemû alîyên Sûrîyeyê. Ji dewletên endam bixwaze ku ew jî parastinê ji bo daxistinên asîmanî ya programa xwarinê ya cîhanî peyda bikin an jî eger vîneke siyasî bo karekî piralî nebe, daxistineke asîmanî ya yekalî  bi rêya dahatîyên xwe yên taybet bo herêmên dorpêçkirî û yên ku zehmetî di gihaştina wan de heye pêk bînin bi rêya firokeyên bê pilot eger pêwîst bike.
  2. Xwestina çavdêrîyê û bicianîneke rast bo rêkeftinên sivikkirina nearamîyê. Weke rêxistinên civaka sivîl ên Sûrîyeyî yên roldar, em ji bo piştgirîya çi awayekî çavdêrîyê amade ne. Ji NYyê weke çavdêrekî proseya Astanayê tê xwestin ku rola xwe teqez bikr û têkûzîya agirbestan garantî bike her weka bi bêalîtî çavdêrî ji alîyê NYyê were kirin û siza li ser binpêkeran ji dewletên endam were pêkanîn. Ji alîyekî din ve divabe were zelalkirin ku çi rêkeftinên agirbestan divabe gihaştina alîkarîyên mirovî jî li xwe bigire bêyî derxistina astengîyan û li gel peydakirina garantîyên rast ên ewlehî bo karwan û grûpên alîkarîyan.
  3. Garantîkirina rastîya danûstendinên Cinêvê bi rêya doza parastina sivîlan bi awayekî giştî  li hemû alîyên Sûrîyeyê. Rastîya proseya Cinêvê û grûpa piştgirîya Sûrîyeyê ya navdewletî di metirsîyê de ye. Pêdivîya me bi garantîyan heye ku ew êrîşên ketober li dijî sivîlan û binesazîya sivîlane dê werin lêpirsînkirin. Em pêşwazîyê li pabendîyên Fransayê yên dawîyê dikin ku dibêje ew e tedbîrên yekalî ji bo dijatîya êrîşên kîmawî bistîne. Lê divabe parastina sivîlane gişgir be an danûstendinên siyasî di berdewamîya tundîyê de dê bê wate bin. Her weha rêjîm bi awayekî cidî nakeve danûstendinan de eger stratîcîya wî ya leşkerî neyê birîn

Mamoste Egeland, em çavrêyî biryara te ne da ku civaka navdewletî û grûpa piştgirîya Sûrîyeyê li gor berpirsyarîyên xwe bin. Piştî heft salan ji şer, Sûrîyeyî gelek caran neçar mane ku bipejirînin: hewldanên têkçûyî yên agirbestê yên ku bixwe ji bo têkçûnê çêbûbûn, pejirandin, operasyonên siyasî ku nikarin biserbikevin ji ber ku bi awayên fişarê li ser alîyên astengker ne piştgirîkirî ne, pejirandin, her weha gihaştina lawaz bo alîkarîyên mirovî ku weke beşekî stratîcîya rêjîmê ya leşkerî pê tê lîstin, pejirandin. Sûrîyeyî hêjayî çêtir in. em xwe dispêrin piştgirîya te û di heman demê de em hewl didin ku em sînorekî ji kirîza Sûrîyeyê re deynin û çareke siyasî ku dewleta azadî, demokrasî û gişgirîyê ava dike, bibînin ku hêjayî xwîna Sûrîyeyîyan be.

Me kopîyek ji vê nameyê bo mamoste Staffan de Mistura û şanderên grûpa navdewletî ya piştgirîya Sûrîyeyê re şand.