Di salvegera sêyem de, kanîn: Rezan, Wail, Semîra û Nazim

Di 9ê berfanbara 2013an de, her çar çalakvan ji alîyê grûpeke çekdar ve ku êrîşî ofîsên “Navenda bibelgekirina binpêkirinan li Sûrîyeyê” li Dûmaya Gundewarê Şamê kirin, hatin revandin û tu nûçe der barê çarenûsa wan de di mehên bûrî de nehatin ji lew re tirsa li ser tendirustî, saxlemî û çarenûsa her çar kesên zêdetir bû.

Rezan Zeytûna yek ji parêzerên sereke ye ku ji sala 2001ê de berevanî di ber girtîyên siyasî de dikir û karê wê yê mafnasîyê ta 2011an berdewam kir, piştî adara 2011an Rezan û hevkarê wê yê parêzer Nazim Himadê tev li kesên pêşîn ên piştgirîya tevgera Sûrîyeyî bûn û beşdarî xwepêşandanên aştîyane bûn. Rezan bo torên medyayê axivî, tiştê ku li ber çavên xwe dît nivîsand û li gel hin çalakvanên din “Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan li Sûrîyeyê” çêkir, her weha yek ji damezrênerên “Komîteyên Hevrêzîyê yên Navxweyî” bû yên ku karê komîteyên navxweyî li bajar û bajarokên Sûrîyeyî bi rê dixin. Ji ber çalakîyên xwe, Rezan rastî acizîyên ewlekarî hat û weke fişarekê li ser wê, hevjînê wê “Wail Himadê” û birayê wî ji alîyê muxaberata asîmanî ve di payîza 2011an de hatin girtin, paşê hatin berdan.

Rezan û hevjînê wê xwe veşartin û Nazim û Semîra çalakîya xwe bi awayekî sirî di nav şopandin û fişarên ewlekarî de berdewam kirin, paşê li gel hevjînê xwe û her du hevkarên xwe di 2013an de ber bi Dûmaya Gundewarê Şamê ve çû ku ew herêm ji bin destê rêjîma Sûrîyeyê derketibû û karê xwe yê birêvebirina “Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan” berdewam kir û ofîsa “Geşepêdana Navxweyî û piştgirîya projeyên piçûk” damezrand ku destekek bû di alîkarîya rêxistinên nehikûmî de di hundirê Xûtaya Rojhilatî ya dorpêçkirî.

Rezan Zeytûna gelek xelatên navdewletî wergirtine ji nav wan jî xelata “Sakharov ya azadîya hizirînê” bo sala 2011an, xelata “Ana Polîtkofêskaya” bo sala 2011an ji alîyê rêxistina Raw In Warê de (Gihaştina bo Hemû Jinan di Cengê de) weke rêzdarîyekê bo karê wê di warê mafên mirovan de, Rezan nikarîbû xelatên xwe bi destê xwe bistîne ji ber nikarîbû wê çaxê derkeve derveyî Sûrîyeyê ev jî yek ji qurbanîyên ku Rezan bi xwe dan, Nazim Himadê jî mîna wê nikarîbû pirtûka xwe ya helbestî ya duyem ji ber karê wî –bi navên cuda- weke çalakvanekî hewarçûnê û çalakvenek di warê bibelgekirina binpêkirinên mafên mirovan yên ku li Sûrîyeyê çêdibin.

Semîra Elxelîl girtîya siyasî ya ku di (1987-1991) de ji alîyê rêjîma Sûrîyeyî ve hatibû girtin ji ber ku girêdayî siyaseteke dijberî rêjîmê bû, weke Wail, Nazim û Rezan ji Dûmayê derneket û bi bijardeya yan em bi hev re bijîn yan em bi hev re bimirin pabend bûn û biryar dank u bi kesên dorpêçkirî re yên ku nikarin derkevin û yên ku dev ji malên xwe bernadin, bimînin û bi hev re di bin bombebaran û dorpêçê de bijîn. Di hevpeyvîneke dîtbar de ku Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan berî revandina wê pê re çêkiribû got “tu tişt nikare vîna gelekî xwedî xewn ku bawerîya wî bi pêşerojê tê têk bibe, ne deh hezar şehîdên me, ne dorpêçkirin ne jî xinizîya civaka navdewletî dikarin”.

Tevî ku grûpên çekdar ên Xûtaya Rojhilatî tawana revandinê red kir û paşê daxuyanîyek belav kirin tê de dûrketina xwe ji gelek binpêkirinên ku li Xûtaya Rojhilatî çêbûna ji nav wan jî revandina Rezan û hevalên wê ragihandin, lê van grûpan çêkirina lêpirsînekê lezok, cidî û serbixwe ku bi rêya wê çarenûsa kesên revandî diyar dibe, hêsan nekirû tevî ku parastina sivîlan erkeke li ser milê çi desthilata ku xwe weke berpirsyar li herêmên di bin kontrola xwe de nîşan dide.

Karê Rezan Zeytûna yê mafnasîyê û dengê wê yê aştîyane û sivîl, ew û Semîra Elxelîl û Wail Himadê yê ku bi salan bi bêdengî kar kir, hate girtin û îşkencekirin, û Nazim Himadê, karê wan ji gotara wan ya mafnasîyê ne cuda ye ku armanca wan ew bû welateke dadmend û rêzdarîya rûmetan mirovan digire, vî karî hişt ku dijminên wan pir bibin, çi kesê ku binpêkirina mafên mirovan dike û sivikatîyê bi rûmeta mirovan dike, dijminê wan e, çi kesê ku ji berjewendîyên xwe dixwaze kontrola siyasî û leşkerî bike, dijminê wan e, û dijminên wan jî di revandina Rezan, Semîra, Nazim û Wail de serkeftî bûn.

Lê rêxistinên mafnas ên Sûrîyeyê teqez dikin ku Qanûna Mirovî ya Navdewletî van tawanan di ser guhê xwe re naavêje û lêpirsîn û sizakirin dê hebin û tenê kesên ku dikarin berê xwe bidin hevborînê ew in Rezan, Semîra, Wail û Nazim in. Rêxistinên jêrîmzeker hemû alîyên navdewletî han didin bo stendina gavên pêwîst ên naskirina cihê Rezan Zetûna, Semîra Xelîl, Nazim Himadê û Wail Himadê û berdana wan a demlidest li gor qanûna navdewletî her weha garantîkirina saxlemîya wan. Berdewamîya girtina wan beşeke ji gefên berfireh ên ku çalakvanên mafên mirovan ji alîyê hêzên hikûmî û nehikûmî, rastî wan tên.

Em îmzekerên vê daxuyanîyê ji rêxistinên hiqûqî û sivîl ji hemû hêzên ku dikarin destêwerdanê bikin dixwazin ku fişarê bikin da ku cihê her çar kesên navborî were diyarkirin û werin serbestkirin da ku li xizm û hevalên xwe vegerin û em teqez dikin ku karê her çar kesên revandî dê berdewam bike û ranawest, nivîsîn û bibelgekirin û karê bo sizakirinê, kareke ku ji alîyê Sûrîyeyîyên mafnas û welatparêz ve hatiye damezrandin û gelek ji wan di nav tarîtîya alîyên şer de hatine veşartin lê karê wan ranaweste.

Îmzeker:

  1. Yekîtîya Rojnamevanên Kurdên Sûrîyeyê
  2. Hevgirtina Niştîmanî ya Azad bo Karmendên Sazîyên Dewleta Sûrîyeyê
  3. Yekîtîya Giştî ya Nivîskar û Rojnamegerên Kurd li Sûrîyeyê
  4. Hevgirtina Sûrîyeyî ya Welatînîyê
  5. Tora Aşûrî ya Mafên Mirovan
  6. Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan
  7. Komîteya Sûrîyeyî ya Girtîyan
  8. Lûbîya Femînîst
  9. Grûpa Niştîmanî ya Dadmendîya Veguhêz
  10. Rewangej – Navenda Erebû ya mafên Mirovan Li Colanê
  11. Navenda Hînkirinê ya Mafên Mirovan – Almanya
  12. Navenda Sûrîyeyî ya Dîtbar a Ragihandinê
  13. Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê
  14. Navenda Sûrîyeyî ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî
  15. Navenda Libnanî ya Mafên Mirovan (CLDH)
  16. Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan li Sûrîyeyê
  17. Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan
  18. Rêxistina Kurdî ya Berevanîya di Ber Girtîyên Nerînan de – Rewangeh
  19. Rêxistina Niştîmanî ya Sûrîyeyî
  20. Dezgeha Libnanî ya Demokrasîyê û Mafên Mirovan (Life)
  21. Klûba Fransizî Sûrîyeyî
  22. Sendîkeya Navendî ya Parêzeran
  23. Sendîkeya Navendî ya Parêzerên Azad
  24. Roja din (Elyewm Eltalî)
  25. Komeleya Rewşen Bedirxan ya Jinên Kurd
  26. Hafiz
  27. Xeleka Aştîya Entabê
  28. Hevgirtina Jinên Sûrîyeyî
  29. Sûrîyeyîyên Xiristyan bi Aştîyê
  30. Sûrîyeyên Rastî û Dadmendîyê
  31. Tora Jina Sûrîyeyî
  32. Encumena Akadîmîsyanan
  33. Encumena Deplomatîkan
  34. Encumena Adlî ya Sûrîyeyî
  35. Encumena Dadwerên Sûrîyeyî yên Azad
  36. Grûpa Karê bo Girtîyan
  37. Grûpa Muder Elcundî ya Mafnasîyê
  38. Rewangeha Dadmendîya bo Jîyanê
  39. Rewangeha Dadmendîya bo Jîyanê li Dêra Zorê
  40. Navenda Elrayayê ya Azadîya Ragihandin û Rojnamegerîyê
  41. Navenda Berçavê ya Ragihandinê û Azadîyan
  42. Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan li Sûrîyeyê
  43. Navenda Xwendinên Komara Demoqratîk
  44. Navenda Piştgirîya Serwerîya Qanûnê
  45. Mesar
  46. NAvenda Geşepêdana Navxweyî û Piştgirîya Projeyên Piçûk
  47. Rêxistina Arnamoyê
  48. Rêxistina Piştgirîyê bo Sûrîyeyê
  49. Rêxistina Dadmendîya bo Girtîyan li Sûrîyeyê
  50. Rêxistina Elkewakîbîyê ya Mafên Mirovan
  51. Rêxistina Peyva Me
  52. Rêxistina Geşpêdana Jina Kurd
  53. Rêxistinn Mafên Mirovan li Sûrîyeyê – MAF
  54. Rêxistina Çalakvanên Sûrîyeyî bo Çavdêrîyê
  55. Rêxistina Jînê
  56. Rêxistina Biratîyê ya Mafên Mirovan
  57. Human Rights Watch