Di Roja Navdewletî ya Qurbanîyên Windakirina Bi Neçarî de: 
66 Rêxistinên Sûrîyeyî Doza Bidawîanîna Tawanên Windakirina bi Neçarî li Sûrîyeyê dikin

Komîserê Bala yê Mafên Mirovan Mîr Zeyd Kurê Raedê Rêzda
REUTERS/Pierre Albouy

[30ê Tebaxa 2017an] – Di nameyekê de bo Komîserê mafên mirovan ê bala Zeyd Kurdê Raed Elhuseyn, rêxistinine mafnas û sivil ên Sûrîyeyî doza bidawîanîna êşa bi dehhezaran windayên bi neçarî kir her weha doza pêşkêşkirina hemû awayên piştgirîyê yên pêkan bo Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe bo alîkarîya di lêpirsîna berpirsên tawanên herî metirsîdar li gor qanûna navdewletî û yên ku ji Adara 2011an ve li Sûrîyeyê qewimîne, dike.

Name di heman roja cîhanî ya qurbanîyên windabûna bi neçarî de ye û 66 rêxistinên Sûrîyeyî yên çalak di warê mafên mirovan û civaka sivîl se li ser îmze kirine, armanca wê balkişandina ser êşa Sûrîyeyîyan ya rojane ye, çi di warê girtina ketober, ya keyfî û revandina ji alîyê Rêjîma Sûrîyeyê bi taybet û alîyên şer ên din bi giştî.

Nameyê ji Civaka Navdewletî xwest ku li gor berpirsyarîtîyê be û li ser rawestandina van kiryaran kar bike her weha li ser serbestkirina girtîyan li gel pêşkêşkirina berpirsên van tawanan bo dadmendîyê kar bike ji ber ku ev gav ji yên herî giring in bo gihaştina çareserîyeke siyasî a dadmend ku sînoran ji şerê Sûrîyeyê re datîne.

Di vê nameyê de rêxistinên îmzeker bal kişandin ser beşekî ji êşa malbatên Sûrîyeyî yên ku hezkirên xwe di zindanan de ji dest dane, bi dehhezaran ji dengan bi rêya windakirina bi neçarî, girtina keyfî û mirinê di salên şer de li Sûrîyeyê hatine tunekirin, rêxistinên Sûrîyeyî êş û xapandina xwe ji ber xemsarî û paşguhkirina civaka navdewletî ji bovan kiryaran anî der.

Rêxistinên Sûrîyeyî yên îmzekar li ser giringîya dîtina vê doze weke kêşeyeke mirovî ya taybet teqez kirin, her weha doza danûstendina pê re weke beşekî ji rewşa awarte ya mirovî ya li Sûrîyeyê ragihandî ye. Her weha doza zexta li Encumena Ewlekarîyê kir da ku li gor berpirsyarîtîyên xwe be û hemû girtîgehên eşkere û veşartî li pêş şandeyên navdewletî û komîteyên lêpirsînan veke, li gel damezrandina komîteyeke navdewletî di nav NYyê û civaka sivîl a Sûrîyeyî ji bo diyarkirina çarenûsa windayan û vekirina gorên bi komî û naskirina nasnameya qurbanîyan.

Tu dikarî li jêr nameyê û lîsteya îmzekeran bibînî:


Komîserê Bala yê Mafên Mirovan

Mîr Zeyd Kurê Raedê Rêzda

[30ê Tebaxa 2017an] 

Em rêxistinên mafnasî û sivîl ên Sûrîyeyî û îmzeker li ser vê nameyê, bi boneya roja cîhanî ya qurbanîyên windabûna bi neçarî êş û xapandina xwe ji were diyar dikin ew jî encama awayê danûstendina civaka navdewletî bi doza windayên bi neçarî û girtîy1n keyfî li Sûrîyeyê ye ku bingeha danûstendina wan bi van mijaran re paşguhkirin e; tevî ku we bixwe ragihandibû ku şerê li Sûrîyeyê ” ji cenga cîhanî ya duyem ve bobelata herî pîs li cîhanê ye ku li ser destê mirovan çêbûye”. Bi dehhezaran; an jî bêhtir bê sûc û guneh bi neçarî hatine windakirin û zarok, jin, çalakvanên mafnasî û yên rojnamevanî her weha karmendên di warê mirovî û hawarçûnê jî di nav wan de ne. teqez e en qurbanî rastî hemû binpêkirinên kirêt tên ji nav wan jî îşkencekirina di girtîgehan û navendên girêdayî Rêjîma Sûrîyeyê yên eşkere an nenaskirî yan jî li girtîgehên girêdayî Mîlîşyayên rêjîmê yên alîgir an jî alîyên şer ên din, ew jî di vê dema nebûna çavdêrîya qanûnî û miqatebûna tendirustî û dûrkirina ji cîhanê. Ev rewşa xirab li ser tu kesî nayê veşartin ji ber ku Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî û Serbixwe di rapora xwe ya 27ê rêbendana 2016an de der barê Sûrîyeyê de li jêr serenavê (Dûrî çavan, dûrî xatiran in: mirina di girtîgehên Komara Erebî ya Sûrîyeyî de) gotibû: “gotinên şahidan, delîl û belge didin xuyakirin ku bi dehhezaran girtî ne. gelek kes piştî girtina wan ji alîyê hêzên hikûmetê ve an jî dema gera wan de di herêmên bin kontrola hikûmetê de jî winda bûne an jî alîyê komên çekdar ve hatine revandin”. Heman rapor behsa rewşa girtinê ya kambax dike û dibêje: “girtîyên berî behsa çawa hevkarên wan rastî lêdanê ta mirinê dema lêpirsîna di zindanan de hatin an jî ji ber birînên îşkencekirinê mirine, hin jî ji ber rewşa jîyînê ya nemirovî ya ku li ser girtîyan ferz bûye mirine.” Te jî berî nuha ragihandibû ku “dewlet bi tevahîya xwe bûye odeyeke îşkencekirinê, devereke tirs, dirndeyî û tarîtîyê”. Lê ev tenê rûyekî bobelatê ye, êşên ku malbat û merivên windayên bi neçarî dikişînin ne hindik in, hejmara wan jî ji ya qurbanîyan mezintir e. Nearamî û xemgînîyê xwe li zarok, dayik, bav, bira, xwişk û hevjînên wan pêçaye ji ber tu agahî der barê hêjayên wan ên winda de bi dest wan nakevin. Ew di êşeke tund de dijîn ta asta ku mirina hêjayên wan di zindanên wan rehet dike û xewna wan tenî dimîne; li gor gotina gelekan, ku goreke hezkirên wan çêbibe da ku karibin seredana wê bikin.

Komîserê Bala yê Mafê Mirovan ê Rêzdar:

Bêdengî li himber van tawanan û pejirandina reva ji sizayê –taybet di vî rengê tawanan de- ragihandineke bidawîbûna temenê nirx û sincên ku şaristanîya mirovahîyê li ser ava bû ye her weha ragihandina mirina wijdanê mirovî ku di encamê de dê tenê tawan, tundî û terorê li dûv xwe bîne. Îroj; bi boneya roja cîhanî ya qurbanîyên windabûna bi neçarî û li gel bêkêrîya Encumena Ewlekarîyê û Civaka Navdewletî, civaka sivîl a Sûrîyeyî bangewazîya qurbanîyan û malbatên wan ji were dişîne da ku:

  1. doza windayên bi neçarî û girtîyên  keyfî weke kêşeyeke mirovî a taybet were dîtin her weha danûstendina pê re weke beşekî rewşa awarte ya mirovî û ragihandî di rêjeya xwe sêyem de li Sûrîyeyê.
  2. zexta li ser Encumena Ewlekarîyê da ku bi berpirsyarîtîyên xwe rabe û hemû tedbîrên rawestandina tawan û binpêkirinan ji alîyê rêjîma Sûrîyeyê bi taybet û hemû alîyên şer bi giştî, bistîne.
  3. zexta ji bo vekirina hemû zindan û girtîgehên eşkere û veşartî li pêş deste, şandeyên navdewletî û komîteyên lêpirsînan her weha garantîkirina saxlemîya hemû girtî û windayên li cem Rêjîma Sûrîyeyî bi taybet û alîyên şer ên din bi giştî.
  4. çêkirina komîteyeke navdewletî a hevbeş di nav Neteweyên Yekbûyîyê û Civaka sivîl a Sûrîyeyî de ji bo diyarkirina çarenûsa windayan, naskirina cihên gorên bi komî û analîzîkirina terman bo naskirina nasnameya qurbanîyan.
  5. pêşkêşkirina hemû awayên piştgirîyê yên pêkan bo Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe ya alîkar di lêpirsîn û dadgehkirina tawankarên tawanên herî metirsîdar de li gor qanûna navdewletî û yên ku ji adara 2011an ve li Sûrîyeyê hatine pêkanîn. Her weha handana dewletan bo vekirina dadgehên xwe yên niştîmanî li pêş dozên girêdayî Sûrîyeyê li gor prensîpa serwerîya cîhanî ya dadgehan da ku di encamê de tawankar ji sizayê nerevin.

Rêxistinên îmzeker:

  1. Al-Kawakibi Organization For Human Rights
  2. Aleppo free lawyers for state of law
  3. Aljmhoria Center for Studies and Human Rights
  4. Amals Healing and Advocacy Center
  5. Arab organization for Human rights in Syria
  6. Basmeh & Zeitooneh Organization
  7. Baytna Syria
  8. Bercav Center
  9. Coordination of supporting Syrian revolution in Ankara
  10. Damascus Center for Media Freedom
  11. Dawlaty
  12. Documenting Violations Center in Deir Ezzor
  13. Fraternity Foundation for Human Rights-Biratî
  14. Free Syrian Lawyer Association
  15. Freedom Jasmine for Human Rights and Advocacy
  16. Geroun Media Network
  17. Human Rights Guardians
  18. Justice For Life Organization
  19. Justice for Detainees in Syria – JDS
  20. Kawakibi Center for Transitional Justice and Human Rights
  21. Kesh Malek             
  22. Kurdish Committee for Human Rights – Observer
  23. Komîtya kurdî ya berevaniyê di ber tundlêbuyan de
  24. Local Development & Small-Projects Support (LDSPS)
  25. Minber Al-sham Organization
  26. Mouwatana For Civil Action
  27. Musawa-Women’s Studies Center for Equality
  28. Najda Now Organization
  29. National Group for Transitional Justice in Syria
  30. PÊL- CIVIL WAVES
  31. Rethink Rebuild Society
  32. Revolutionary Youth Coalition in Syria
  33. Rewşen Bedirxan Association for Kurdish Women in Afrin
  34. Sanad Organization for people with special need
  35. SHAML coalition of civil society organizations
  36. Solidarity Organization For Syria
  37. Sound and Picture
  38. Syrian Archive
  39. Syrian activists monitoring organization        
  40. Syrian British Medical Society
  41. Syrian Center For Journalistic Freedoms
  42. Syrian Center For Legal Studies and Researches
  43. Syrian Center For Media and Freedom of Expression
  44. Syrian Center for Policy Research
  45. Syrian Center for Statistics and Research
  46. Syrian Center for Studies and Human Rights
  47. Syrian Center for Women’s Issues
  48. Syrian Forum
  49. Syrian Journalists Club – Gaziantep
  50. Syrian Feminist Lobby        
  51. Syrian League For Citizenship
  52. Syrian Lights Organization
  53. Syrian Network for Human Rights
  54. Syrian Observatory for human rights
  55. Syrian Press Center
  56. Syrian Social Club in Ankara
  57. Syrian Women’s Network   
  58. Syndicate of Free Lawyers of Aleppo
  59. The Syrian Democratic Gathering
  60. The Syrian Commission For Releasing Detainees
  61. The Working Group for Syrian Detainees
  62. The Working Group for Syria
  63. Union of Revolutionary Bureaus- URB
  64. Urnammu Organization
  65. Violation Documentation Center in Syria – VDC
  66. Women Now for dev