Di Roja Cîhanî ya Karê Mirovî de: Vexwendinek bo Hemû Alîyan bo Rêzgirtina li Qanûna Navdewletî ya Mirovî û Parastina Sivîlan û Kesên ku di Warê Bijîşkî de kar dikin

Bi boneya “roja cîhanî ya karî mirovî 2017” ku bi roja buyera êrîşa kîmawî li ser bajarok û bajarên Xûtaya Rojhilatî li Sûrîyeyê berî 5 salan di tebaxa 2012an de, tê. Yekîtîya Rêxistinên Hewarçûnê û Alîkarîya Bijîşkî (UOSSM) û Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM) bi hev re alîkar bûn ji bo beşdarîya di bûyera taybet de ya ku NYyê bi vê boneyê li jêr serenavê “tundî û binpêkirinên dijî karmendên hewarçûnê û tendirustîyê û encamên wan” bi rê xistibû.

Di vê rûniştina taybet de ya ku roja duşemê 21ê tebaxê li dar ketibû, xanim Christen Berly; cîgira serokê Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, û mamosta Bruno Goxom; serijê Rêxistina Bijîşkên bê Sînor û Navenda NYyê ye hevrêzkirina karûbarên navdewletî (OCHA) her weha xanim Rosemary Mccarny Balyoza Kenedayê, li gel gelek nûnerên rêxistin û dezgehên nevdewletî beşdar bûn.

 Hêjayî gotinê ye ku li Sûrîyeyê 732 karmendên di warê bijîşkîyê de hatine kuştin, û navendê bijîşkî  armanca bombebaranê bûn. Li gorî xwendinekê ku Yekîtîya Rêxistinên Hawarçûnê û Alîkarîya Bijîşkî hate zanîn ku hemû nexwşxaneyên (107 naxweşxane) li herêmn derveyî kontrola rêjîmê li Heleb, Edleb, Laziqiye, Hema, Deraa, Quneytra û Homsê carekê herî kêm rastî armanckirinê di sala 2016an de hatine ew jî bi rêya derbeyên asîmanî yên rasterast an nerasterast. Hin nexweşxane 25 caran hatine armanc kirin û piranî 7 caran hatine armanckirin.

Ji bilî Sûrîyeyê, axaftin li ser rewşa mirovî li Yemen Iraq û hin dewletên şer ên din jî bû. Di vî warî de, mamosta “Goxom” nîşan kir ku piranîya êrîşan qesdî ne, ji ber ku karmendên di warê bijîşkî de nûnertîya hêvîyê dikin û karê wan mirovahîyê vedigerîne. Her weha nemana xizmetan û hêvîyê bû sedemeke penaberîya niştecihên ziyanxwar”. Her weha xanim Berly li ser “giringîya rêzgirtina hemû alîyên şer li qanûna mirovî ya navdewletî” teqez kir.

Di heman mijarî de, Emîndar NYyê yê Giştî daxuyanîyeke rojnamevanî di vê rojê de da tê de got: “her sal bi boneya roja cîhanî ya kar mirovî em bale dikişînin ser melyonên kesan ên ku cengê jîyana wan tevlihev kiriye […] her weha em rêzdarîyê li karmendên di warê tendirustîyê digirin yên ku têne armanckirin û karê wan tê astengkirin dema ku ew alîkarîyê dikin, her weha karmendên hikûmetê, civaka sivîl, nûnerên rêxistinan û ajansên navdewletî yên ku jîyana xwe dixin metirsîyê de ji bo peydakirina alîkarîyên mirovî û parastinê, bibîr tînin”.

Bo naskirina hin agahîyên din der barê roja cîhanî ya karê mirovî de

1- vîdyoya kampanîya roja cîhanî ya karê mirovî:

2- rûpela NYyê ya taybet der barê roja cîhanî ya karê mirovî de.

3- kampanîya #sivîl_ne_armancin

Bo dîtina rapora rewşa nexweşxaneyên Sûrîyeyî ya ku ji alîyê Yekîtîya Rêxistinên Hawarçûnê û Alîkarîya Bijîşkî derketiye:

http://www.uossm.org/syrian_hospitals_report_march_2017