Destpêka Vexwendina Giştî ya Beşên Muzîk, Lêkolîn, Perwerdekirin û çalakîyên Herêmî

Dîroka dawî: 31ê tebaxa 2017an

Di çarçoveya Programa danên Giştî ya sala 2017an, “Afaq” nuha pêşwazîyê li daxwazên her du beşên muzîk û lêkolîn/ perwerdekirin/ çalakîyên herêmî dike.

Vexwendin bo kesên Ereb li herêmên Erebî û koçberîyê hert weha bo dezgehên navxweyî, herêmî û cîhanî ên ku projeyên wan girêdayî çanda Erebî ne, vekirî ye.

Îsal; budceya giştî bo projeyên lêkolîn, perwerdekirin û çalakîyên herêmî bo nîv melyon Dolarên Amerîkî hate zêdekirin di heman emê de dana muzîkê jî bo 330 hezar dolarên Amerîkî hate zêdekirin. Pêşkêşvanên di beşê lêkolîn, perwerdekirin û çalakîyên herêmî de dikarin buhayên kar bixin nav budceyê de.

Ji çaxa demezrandina wê di 2007an de, Afaqê piştgirî pêşkêş  135 projeyan di beşê lêkolîn, perwerdekirin û çalakîyên herêmî de kiriye her weha 130 projeyên muzîkê ku gelek cemawer li ser asta herêmî û navdewletî bi alîyê xwe ve kişandin.

Daxwaznameyên beşê muzîkê û yê lêkolîn, perwerdekirin û çalakîyên herêmî ta 31ê tebaxa 2017an tên pêşwazîkirin. Navê kesên serkeftî di danên vê perwerdeyê de dê di 21ê mijdara 2017an de were ragihandin. Hun dikarin daxwaznameyên xwe bi zimanê îngilîzî an Erebî pêşkêş bikin.

Ji kerema xwe re li mercên danê, awayên nirxandinê û pirsên herî belav vegere berî k utu daxwaznameya xwe pêşkêş bikî.