Derngkirineke nû di dadgehkirina nedadmend a girtîyên Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê de

Dadwerê dadgeha Terorê “Rîda Mûsa” gotina sezayê di doza girtîyê “Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê” de bo 28ê nîsana 2015an bidûr xist û ev yek jî derenkirina 21ê bû di dadgehkirina damezrênerê Navendê; rojnamevan û Mafnas Mazin Derwîş û hevkarên Navendê Hisên Xerîr û Hanî Elzîtanî her weha ji çaxa derketina lêborîna serokî ya hizêrana 2014an ku tometa “Belavkirina Karên Terorî” jî li xwe girtibû, ev cara heyştan e ku dadgehkirin tê bidûrxistin

Dadgehkirina Mazin Derwîş ê ku serkeftî bû bo wergirtina xelata UNISCOyê  ya azadîya Rojnamegerîyê sala 2015an li gel hevkarên xwe yên navendê, dadgehkirineke ne dadmend e û ne li gor pîvanên mafên mirovan e, madeya 10an ji ragihandina cîhanî ya mafên mirovan dibêje: “ji mafê her mirovî ye wekhev bi kesên dora xwe re û li pêş dadgehke serbixwe bi awayekî dadmend û eşkere li doza wî bê nerîn ji bo cûdakirina di nav mafên wî û pabendîyên wî de”, dadgeha ku îroj berpirsa doza hevkaran e ne li gor şert û mercên Peymana Navdewletî ya Mafên Sivîl û Siyasî ya (1963) ku di beşê yekemîn ji madeya xwe ya çardan dibêje ku ji mercên çêkirina dadgehkirina dadmend hebûn wekhevî, bêalîtî, serxwebûn û qanûnîyê ye.

Bêalîtî û ne qanûnîya dadgeha terorê ya ku li gor biryara 22an a sala 2012an hatiye çêkirin, dibe sedema dijatîya wê bo prensîpa (100)î ya qanûna mirovî ya navdewletî ya adetî: (tu kes nayê tawankirin û dadgehkirin bêyî hebûna dadgeheke dadmend ku hemû garantîyên sereke tê de peyda ne), madeya 101ê jî dibêje : “nabe tu kes were tawankirin ji ber tawanekê ku di dema pêkanîna wê de li gor qanûna niştîmanî û navdewletî ne tawan bû”.

Du sal û pênc meh ji çaxa tometkirina Mazin Derwîş, Hisêz Xerîr û Hanî Elzîtanî ji 14ê mijdara 2013an ve, bêhtir sê salan jî li ser girtina wan derbas bû, tev jî bi bidûrxistin û derenkirineke ku pêdivî pê tuneye bê ku li gor qanûnê dema rûniştina bê were ragihandin lê ji nijka ve dihate ragihandin, derbas bû. Sê salên bangewazîyên û daxwazên navdewletî ji Hikûmeta Sûrîyeyê ku pabendîyên xwe bi Komeleya NYyê ya Giştî bi cih bîne (biryara 67/262 ya 15ê gulana 2013an) û biryara (2139) ku Encumena Ewlekarîyê di 22yê sibata 2014an de li xwe girt, biryar jî doza serbetkirina demlidest û bê şert û merc bo Mazin Derwîş û hevkarên wî, lê hîn jî alîyên berpirs van tevan paşguh dikin.

“Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê” weke sazîyeke serbixwe, xwedî posteke şêwirmendî di Encumena Aborî, Civakî ya NYyê daxwaza rawestandina bidûrxistinê û serbeskirina endamên xwe yên girtî bi awayekî demlidest û bê derengkirin dike.