Derengkirina nehan di rûniştina gotina sezayê de

Dadwerê dadgeha terorê “Rîda Mûsa” gotina sezaya doza girtîyên “Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê” bo 14ê gulana 2015an bidûr xist û bi vî rengî bû cara bîst û duyan ku dadgehkirina damezrênerê Navendê; rojnamevan û mafnas Mazin Derwîş û hevkarên navendê Hanî Elzîtanî û Hisên Xerîr tê derengkirin, her weha ji çaxa derketina lêborîna serokî ya hizêrana 2014an ku tometa “Belavkirina Karên Terorî” jî li xwe girtibû, ev cara nehan e ku dadgehkirin tê bidûrxistin.

Du sal û pênc meh ji çaxa tometkirina Mazin Derwîş, Hisêz Xerîr û Hanî Elzîtanî ji 14ê mijdara 2013an ve, bêhtir sê salan jî li ser girtina wan derbas bû, tev jî bi bidûrxistin û derenkirineke ku pêdivî pê tuneye bê ku li gor qanûnê dema rûniştina bê were ragihandin lê ji nijka ve dihate ragihandin, derbas bû. Sê salên bangewazîyên û daxwazên navdewletî ji Hikûmeta Sûrîyeyê ku pabendîyên xwe bi Komeleya NYyê ya Giştî bi cih bîne (biryara 67/262 ya 15ê gulana 2013an) û biryara (2139) ku Encumena Ewlekarîyê di 22yê sibata 2014an de li xwe girt, biryar jî doza serbetkirina demlidest û bê şert û merc bo Mazin Derwîş û hevkarên wî, lê hîn jî alîyên berpirs van tevan paşguh dikin.

“Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê” weke sazîyeke serbixwe, xwedî posteke şêwirmendî di Encumena Aborî, Civakî ya NYyê daxwaza rawestandina bidûrxistinê û serbeskirina endamên xwe yên girtî bi awayekî demlidest û bê derengkirin dike.