Daxwiyanîyeke Rojnamevanî: Dozgerê giştî yê alman dest bi lêpirsînê li gel kesên ku ji îşkenceyê rizgar bûne dike.

Navenda Ewropayî ya Mafên Destûrî û Mafên Mirovan

îşkenceya di bin sîya rêjîma Esed de: Dadgeha Destûrî ya Yekgirtî ya Alman rê li pêş yekemîn dadgehkirina li gor prênsîpa wîlayeta dadgehî ya cîhanî der barê Sûrîyeyê de vedike.

Berlîn, 12ê Gulana 2017an – Doz di Adarê de hate hildan û lêpirsîna li gel şahidan di gulanê de dest pê kir: Dozgerê Giştî yê Alman bi awayekî yekser bersiva doza yekemîn li Almanyayê hatibû hildan de, ev doz der barê îşkencekirinê li Sûrîyeyê bû. Vê heftîyê lêpirsîn li gel van şahidên jin û mêr ku ji îşkenceyê rizgar bûne –çi ew rastî îşkenceyê hatibin an ku bi çavên xwe di hunirê zindanên muxaberata leşkerî ya Sûrîyeyî de dîtibin- û nuha li Almanyayê dimînin, hate kirin. Ji nav wan şahidan parêzerê Sûrîyeyî ji Navenda Sûrîyeyî ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî   Syrian Center for Legal Researches & Studies her weha parêzerê Sûrîyeyî Mazin Derwîş ji Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê   Syrian Center for Media and Freedom of Speech ku wan li gel Navenda Ewropayî ya Mafên Destûrî û Mafên mirovan (ECCHR) dozêk li gor prênsîpa wîlayeta dadgehî ya cîhanî, der mafê berpirsine pilebilind di nav dezgehên rêjîma Esed de bo dadgeha destûrî ya yekgirtî ya Alman li bajarê Karlsroehê di 2ê adara 2017an de hildan.

Minim Hîlane; yek ji xwedîyên dozê, piştî lêpirsînê got: “weke parêzer; ez egera paşxistina dadgehkirinan baş nas dikim. Lê ji bo doza Sûrîyeyî; divabe dadgeh zûbizû kar bike ji ber her rojeke paşxistinê dibe sedema kuştina gelek kesên bêguneh.” Her weha Enwer Elbunî got: “Dadgehkirina li Almanyayê dê ji berpirsan re diyar bike ku rev ji sizayê tuneye. Ji bo qurbanîyan jî ev nîşaneke pêkanîna dadmendîyê ye.”

Dadgehên Alman dikarin li gor prênsîpa wîlayeta dadgehî, dozê li hemû binpêkirinên mafên mirovan vekin, li ku derê be ev binpêkirin, ji alîyê kê hatibin kir û der heqê kê bin jî. Kesên ku dozê pêşkêş dikin weke nimûneyên bijartî yên îşkenceya di bin sîya rêjîma Esed de tên hesibandin. Armanc ji pêşkêşkirina dozê ji alîyê wan ew e ku dozgerê Alman ê giştî lêpirsînê li gel wan bike û kaxezine navdewletî yên tawankirina berpirsan li ser asteke navdewletî derxe. Emîndarê Giştî yê Navenda Ewropayî ya Mafên Destûrî û Mafên Mirovan Wolfgang Kaleck got: “Almanya dikare di warê danûstena dadgehî li gel îşkencekirina ku li Sûrîyeyê çêbûye destekî bide, ev yek jî erkeke li ser mile wê.”

Navenda Ewropayî ya Mafên Destûrî û Mafên Mirovan ji sala 2012an ve li tawanên ku ji alîyê hemû layanên şer li Sûrîyeyê hatine kirin, digere. Di mijdara 2016an de, navendê bi hevkarîya rêxistina Fransiz Sherpa, dozêk dijî kompanîya Lafarge ya çêkirina çimentoyê û beşê wê yê Sûrîyeyî Lafarge Cement Syria (LCS) hilda, bi tometa ku vê kompanîya Sûrîyeyî bi rêya têkilîyên xwe yên bazirganî li gel “Dewleta Îslamî / DAIŞ” li Sûrîyeyê, alîkarîya cîbicîkirina gelek tawanên cengê û tawanên dijî mirovahîyê kiriye.

Kompanîya Lafarge li şaşîtîyên xwe li Sûrîyeyê mukur hat, her weha rêveberê wê yê cîbicîkar di dawîya nîsanê de, dest ji kar berda.

Çawa dadmendî di ware tawanên mafên mirovan li Sûrîyeyê tê pêkanîn?

Dozgerê Alman yê giştî, Sûrîyeyîyên ku ji îşkenceyê li Sûrîyeyê rizgar bûne dibîne.

Bo danîna têkilîyê li gel Navenda Ewropayî ya Mafên Destûrî û Mafên Mirovan (tenê bi zimanê Îngilîzî) :

Navenda Ewropayî ya Mafên Destûrî û Mafên Mirovan ECCHR, xanim Anabel Bermejo, Telefon : +94 (0)0087587172
Email:   [email protected]

Bo danîna têlkilîyê li gel Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê û dagirtina kaxezên hildana dozê:

Bi me re alîkar be ji bo hildana dozêke nû bo dadgehên Alman dijî dezgehên Ewlekarîyê li Sûrîyeyê

Bo naskirina hin agahîyên din:

Belgeyên bi zimanê Erebî: PDF

Daxuyanîyeke rojnamevanî : kesên ku ji îşkenceyê rizger bûne, dozêkê bo dozgerê Alman ê giştî li Almanyayê dijî berpirsine pilebilind ji îstixbarata Sûrîyeyî hildidin

Pirs û bersiv: bakgrawinda qanûnî ya gilîyê girêdayî dozên îşkenceyê li Sûrîyeyê ku li Almanyayê hatiye pêşkêşkirin:

Tawan û tawankar û kesên ku destê wan di şerê Sûrîyeyî de heye (Erebî 1/3)

Tawan û tawankar û kesên ku destê wan di şerê Sûrîyeyî de heye (Erebî 2/3)

Tawan û tawankar û kesên ku destê wan di şerê Sûrîyeyî de heye (Erebî 3/3)

Bo naskirina agahîyan der barê dozê de (video, pênaseya kesên ku doz pêşkêşkirine, puxteya dozê, pirs û bersivên girêdayî bakgrawinda qanûnî) serî bide vê malperê ECCHR/Syrien/Folte