Daxuyanîyek Der Barê Kuştina 7 Welatîyên Sivîl ên Sûrîyeyî ji Alîyê Cendirmeyên Turk ve

Grûpeke rêxistinên civaka sivîl a Sûrîyeyî tawana kuştinê ya ku ji alîyê cendirmeyên Turk ve hatiye pêkanîn şermezar dikin ku li gor gotina şahidan 7 welatîyên Sûrîyeyî (mêrek, du jin û 4 zarok) ku piranîya wan ji malbatekê ne, bûne qurbanî jê re her weha 5 kesên din jî (du jin û sê zarok) birîndar bûne, ev yek jî dema hewldana wan a derbaskirina sînorên Turkîyeyê ji Sûrîyeyê ve bû, roja yekşemê, 19ê hizêrana 2016an nêzî gundê “Xirbet Elcoz” ê Sûrîyeyî.

Diyar e ku welatîyên Sûrîyeyî yên ku hewla derbaskirina sînorên Turkîyeyê ji alîyê Sûrîyeyê ve dikin armanca wan ew e peydakirina devereke ewle dûrî bombebaran û şerê li Sûrîyeyê, ji lew re nabe ku buyereke derbasbûyî an kiryareke tekane were hesibandin an jî bikeve bin sîwana parastina ewelhîya neteweyî ya Turkîyeyî ji ber ku gelek awayên din ji bilî agir bo danûstendina bi van buyeran re hene, ji ber wilo divabe Turkîye lêpirsînekê der barê vê tawanê de veke û tawankaran jî siza bike her weha raya giştî bi vê yekê agahdar bike û mafên qurbanîyan vegerîne.

Li gel ku em vê tawanê şermezar dikin û doza dadgehkirina tawankaran dikin, lê em mafê dewleta Turk yê parastina ewlehîya wê ya neteweyî baş fêm dikin taybet piştî wan buyerên terorê yên şermezarkirî  ku li gelek bajaran çêbûn. Lê di heman demê de em nikarin bikaranîna çekan ji alîyê cendirmeyên Turk ve li dijî sivîlên Sûrîyeyî ku gelek caran hatiye dûbarekirina bipejirînin, her weha ji desthilatên Turkîyeyê tê xwestin ku rêyeke ewle bo Sûrîyeyîyên ku li devereke ewle digerin peyda bikin da ku karibin derbasî Turkîyey1 bibin, ew jî mafeke wan e li gor qanûna navdewletî.

Di hema çarçoveyê de, em dibînin ku ev buyer bi awayekî yekser girêdayî lihevkirina di nav Yekîtîya Ewropayê û dewleta Turkîyeyê de ku li gor wê lihevkirinê gihaştina koçberan ji Turkîyeyê bo Yekîtîya Ewropayê tê birêxistin. Di encamê de gelek zehmetî di gihaştina sivîlan ji Sûrîyeyê bo Turkîyeyê bo dîtina devereke ewle çêbû. Ev yek jî tam li dijî prensîpên mafên mirovan û nirxên ku bûn sedema avakirina Yekîtîya Ewropayê ne. Her weha berpirsyarîtî di histê Turkîyeyê de ye ji ber ku alîyekî sereke yê lihevkirinê ye.

Ji alîyekî din ve rêxistinên civaka sivîl ên sûrîyeyî yên îmzekerên vê daxuyanîyê ji nûnerên desteyên opozisyonê yên sûrîyeyî dixwazin ku civînek bi lez li gel desthilatên Turkîyeyê li dar bixin her weha lêkolînê bikin da ku çareyên pratîk û ewle bo hêsankirina çûna sivîlên Sûrîyeyî bi rêya sînor ber bi Turkîyeyê ve yên ku li devereke ewle digerin, bibînin.

Îmzeker li gor rêzkirina alfabeyî:

  • Bedail
  • Besme û Zeytûn
  • Beytuna Sûrîye
  • Hevgirtina Parêzerên Sûrîyeyî yên Azad
  • Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan
  • Kiş Melik
  • Encumena Dadwerîyê ya Sûrîyeyî
  • Navenda sûrîyeyî ya Serjimar û Lêkolînan
  • Navenda Sûrîyeyî ya Xwendinan û Mafên Mirovan
  • Navenda Sûrîyeyî ya Dadmendî û Lêpirsînê
  • Navenda ElKewkîbîyê ya Mafên Mirovan
  • Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan Li Sûrîyeyê
  • Rêxistina Dadmendîya Mafên Mirovan.
  • Sendîkeya Parêzerên Azad li Deraayê.
  • Roja din (Elyewm Eltalî)

20ê Hizêrana 2016an.