Dadgehkirina girtîyên navendê: bidûrxistineke nû li gel windabûna Mazin Derwîş a bineçarî

Di 22yê tîrmeha 2015an de, dadwerê dadgeha terorê (Rîda Mûsa) gotina cezayê di doza girtîyên Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê de bo roja 31ê tebaxê bidûr xist û ev jî bidûrxistina 25an bû.

Dadgehê biryar daye ku Mensûr Elumerî, Ebdilrehman Himadê, Hanî Elzîtanî û Hisên Xerîr dê dadgehkirina xwe ji derveyî zindanê berdewam bikin lê Rojnamevan û Mafnas Mazin Derwîş; birêveberê navendê, di bin windakirina bi neçarî de dihêle.

Di yekşema 19ê tîrmeha 2015an de, Derwîş ji zindana Hemayê ya Navendî bo beşê (Ewlehîya Dewletê) li Hemayê hate veguhestin û gerek bû ji bo beşê 285an li Şamê were veguhestin, lê tu agahî der barê rewşa wî de ta nuha tunene.

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê ji desthilatên berpirsyar dixwaze ku di cih de çarenûsa Mazin Derwîş diyar bike her weha em berpirsyarîtîya jîyan û saxlemîya wan dixin histê desthilatan de.