Civaka Sivîl a Sûrîyeyî doza Pêvajoyeke Siyasî xwedî rastî bi serkirdayetîyeke Sûrîyeyî bo Sûrîyeyê dike

169 rêxistinên Civaka Sivîl ên Sûrîyeyî doza mabûna veguhstina siyasî wekî xaleke sereke di danûstendinên Cinêvê de dikin

{4ê Tebaxa 2017an} di nameyekê de ku dîroka 2yê Tebaxê li ser hatiye nivîsîn û ji şanderê NYyê yê taybet bo Sûrîyeyê Stefan De Mestura re hatiye şandin, 169 rêxistinên civaka sivîl ên Sûrîyeyî û çalakvanên wan, mijara têkçûna danûstendinên Cinêvê di bidestxistina pêşketineke berbiçav û alîkarîyan Sûrîyeyîyan de ronî kirine, her weha ji NYyê xwestine ku mijara bidawîanîna şer bike pêşikî di danûstendinan de.

Gerên Dawî ji danûstendinên Cinêvê bi serkirdayetîya NYyê bi awayekî metirsîdar hatin astengkirin ji ber forma pêvajoyê hate berçavgirtin û dozen bingehîn, bandora rûxanker ya kirdeyên Navdewletî û nebûna vîna siyasî hatin paşguhkirin, li gel ku êş li Sûrîyeyê berdewam dikin.

Îmzeker dibêjin: “Mixabin, danûstendinên Cinêvê, ne aştî, ne jî parastin ji gelê Sûrîyeyê yê xapandî ji ber danûstendinên binketî re peyda kir. Em jî li ser tersê vî tiştî rijd in ji ber ku bêyî piştgirîya civaka sivîl, tu lihevkirineke siyasî ya domdar û rewa çênabe û pêvajoya ku nuha bi rê ve diçe, pêdivîya wê bi piştgirîya me heye. Pêşikîya civaka sivîl a Sûrîyeyî ew e bidestxistina veguhestineke gişgir bo Sûrîyeyeke Azad û Demoqrat.”

169 rêxistin û çalakvanên Civaka Sivîl Ji şanderê NYyê yê Taybet bo Sûrîyeyê Stefan De Mestura Dixwazin ku:

  • Berî her tiştî divabe danûstendinên Cinêvê bikevin xizmeta berjewendîyên Sûrîyeyîyan de û bi awayekî têkûz ji hêla alîyên navdewletî ve neyê birêvebirin. Pêdivîya vê yekê jî bi jinûronîkirina veguhestina siyasî li gor biryara Encumena Ewlekarîyê ya NYyê 2254 heye.
  • Sûdgirtina ji rewatîya Civaka Sivîl a Sûrîyeyî û rola wê ya balkêş bo garantîkirina lihevkirineke siyasî ya domdar li Sûrîyeyê. Ev jî bikaranîna jêhatinên civaka sivîl der barê her çar xalan de bo bipêşketina di danûstendinan de û çûna ber bi gengeşeyên cidî ve bo veguhestinê, li xwe digire. Civaka sivîl a Sûrîyeyî bi tenê dikare pejirandinekê berfireh li ser erdê bo çi lihevkirineke siyasî be, biafirîne.
  • Doza cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekarîyê yên parastina sivîlan da ku danûstendinên Cinêvê domdar bin. Ji bo vê yekê jî, em dixwazin tu fişarê li alîyên şer bikî bi taybet alîgirên Rêjîma Sûrîyeyî da ku agirbesteke dimdar li ser asta welat li gel awayekî çavdêrîyê û cîbicîkirineke rast bi serkirdayetîya NYyê were ferzkirin.
  • Garantîkirina bidestxistina pêşketineke berbiçav der barê gihaştina alîkarîyên mirovî, dosyaya girtîyan û koçkirina bi neçarî de, di danûstendinên Cinêvê de. Em doza xwedîderketina li erkê xwe ji te dikin her weha garantîkirina bidestxistina pêşketinê di dosyaya girtîyan de bi rêya dabînkirina (a) planeke serbestkirina girtîyan û ne tenê bedêlkieina dîlan li ser asteke teng; (b) agahîyan der barê çarenûsa hemû Sûrîyeyîyên ku bi neçarî hatine windakirin de; (c) gihaştina çavdêrên navdewletî bo hemû girtîgehan û (ç) rawestandina bidarvekirinê bi taybet li girtîgehên ewlehî û leşkerî yên girêdayî rêjîmê her weha yên ku ji alîyê grûpên çekdar ve tên birêvebirin.

Tu dikarî nameyê bi temamî li gel lîsteya îmzekeran li vir bibîne:


Mamosta Stefan De Mestura

Şanderê Neteweyên Yekbûyîyê yê taybet bo Sûrîyeyê

Çapek bo:

Emîndarê NYyê yê Giştî

Endamên Encumena Ewlekarîyê yên NYyê

Şanderên Grûpa Navdewletî ya Piştgirîya Sûrîyeyê

Balyozên Yekîtîya Ewropayê yên Komîta Ewlekarî û Siyasî

2yê Tebaxê

Birêz

Em vê nivîsê ji te re rê dikin weke berdewamîyeke gera heftemîn ya danûstendinên aştîyê li şûna rêxistinên civaka sivîl ên Sûrîyeyî yên jêrîmzeker yên ku di rewşeke pir xirab de ji bo xweşkirina rewşa bi melyonên Sûrîyeyîyan kar dikin. em nûnertîya dengên li ser erdê dikin û me li hemû alîyên welêt di warê alîkarîya pijîşkî, mirovî, perwerdehî, azadîya derbirînê, alîkarîya jin û ciwanan, lêpirsîn û dadmendîyê de kar kiriye û ev yek careke din rola sereke ya ku civaka sivîl weke berevanekî di ber Sûrîyeyeke Demoqrat û Gişgir de digerîne, teqez dike.

Rêxistinên civaka sivîl weke faktoreke sereke bo Sûrîyeyîn ku di nav rêjîmeke dektator û tundîyê de dorpêçkirî mane, bi hêz piştgirîya karên bidawîkirina şer li Sûrîyeyê dikin. Ji lew re, hejmareke nûnerên me di danûstendinên Sûrîyeyî – Sûrîyeyî de, di çarçoveya odeya piştgirîya civaka sivîl de, beşdar bûn, her weha ew di piştgirîya danûstendinên aştîyê de li Cinêvê di nav opozisyona Sûrîyeyî û Rêjîmê de çalak bûn.

Mixabin, danûstendinên Cinêvê, ne aştî, ne jî parastin ji gelê Sûrîyeyê yê xapandî ji ber danûstendinên binketî re peyda kir. Em jî li ser tersê vî tiştî rijd in ji ber ku bêyî piştgirîya civaka sivîl, tu lihevkirineke siyasî ya domdar û rewa çênabe û pêvajoya ku nuha bi rê ve diçe, pêdivîya wê bi piştgirîya me heye. Pêşikîya civaka sivîl a Sûrîyeyî ew e bidestxistina veguhestineke gişgir bo Sûrîyeyeke Azad û Demoqrat. Em tev li ser vê encamê li hev dikin ku ew bi xwe bingeha pêvajoya aştîyê li Cinêvê ye ku di biryara encumena Ewlekarîyê ya NYyê de ya 2245 de behsa wê hatiye kirin her weha di erkdarkirina te de weke şanderê NYyê yê taybet bo Sûrîyeyê de hatiye teqezkirin.

Em pêşbînî dikin ku hemi alî li Cinêvê – hun jî ji nav wan- ji bo vê armancê kar bikin û tev li danûstendinine cidî bibin. Ev dema ku li ser gengeşeyên der barê pêvajoyê de ji dema lihevkirineke siyasî xwedî rastî bo nêzîkbûna ji demoqrasîyê dixwe her weha karên civaka navdewletî yên dijatîya terorê li Sûrîyeyê jî asteng dike. Çalakîyên civaka sivîl bo dijatîya tundrewîyê giring in. dengên navîn – weke  yên ku em nûnertîya wan dikin- dikarin di rûyê hêzên tundrew de bisekirinin û valahîya li ser erdê dagirin. Lê da ku em karibin vê yekê bikin, pêdivîya me bi parastina civaka navdewletî heye da ku em bi gelê xwe re alîkar bin û xizmeta wî bikin. Ji lew re pêwîst e danûstendinên Cinêvê pîşikîyê bidin parastina sivîlan û di encamê de danûstendinên cinêvê bigihên aştîyê li Sûrîyeyê.

Me ji destpêka danûstendinên Cinêvê de fişar kiriye da ku roleke ma ya bi bandor di çêkirina pêvajoyê de hebe ji ber ku têkilîyên me li ser erdê fireh in. ji lew re em pêşwazîyê li karên opozisyona Sûrîyeyî dikin ku dixwazin endamtîya xwe fireh bikin ji ber ku armanceke me ya hevbeş di cîbicîkirina veguhestineke siyasî li gor qanûna mirovî ya navdewletî heye. Lê hejmareke endamên civaka sivîl, ji ber hewldanên hin alîyên navdewletî yên destnîşankirina kesên ku dê li ser maseyê rûnin, bitirs in. da ku danûstendinên Cinêvê bi rastî gişgir bin û bi birêveberîyeke Sûrîyeyî bin, divabe ew pêşî li gor nerînên gelê Sûrîyeyî bin da ku veguhestinek bo Sûrîyeyeke azad û demoqrat were pêkanîn. Rêdana ji bo alîyên navdewletî da ku ew jî pîşikîyên karên xwe destnîşan bikin, tenê lawazî xist danûstendinan de û erkên wê yên sereke jî guhert.

Weke nûnerên civaka sivîl a Sûrîyeyî, em doza van yekan ji te dikin:

  • Berî her tiştî divabe danûstendinên Cinêvê bikevin xizmeta berjewendîyên Sûrîyeyîyan de û bi awayekî têkûz ji hêla alîyên navdewletî ve neyê birêvebirin. Pêdivîya vê yekê jî bi jinûronîkirina veguhestina siyasî li gor biryara Encumena Ewlekarîyê ya NYyê 2254 heye. Civaka Navdewletî û her pênc endamên dayim du Encumena Ewlekarîyê de teqez kirine ku armanca danûstendinên Cinêvê ya sereke ew e veguhestin. Bo pêkanîna vê armancê em doza bikaranîna serwerîya te bi awayekî cidî ji bo sezakirina alîyên danûstendina yên ku astengîya dixin rêya danûstendinan de, dikin.
  • Sûdgirtina ji rewatîya Civaka Sivîl a Sûrîyeyî û rola wê ya balkêş bo garantîkirina lihevkirineke siyasî ya domdar li Sûrîyeyê. Ev jî bikaranîna jêhatinên civaka sivîl der barê her çar xalan de bo bipêşketina di danûstendinan de û çûna ber bi gengeşeyên cidî ve bo veguhestinê, li xwe digire. Civaka sivîl a Sûrîyeyî bi tenê dikare pejirandinekê berfireh li ser erdê bo çi lihevkirineke siyasî be, biafirîne.
  • Doza cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekarîyê yên parastina sivîlan da ku danûstendinên Cinêvê domdar bin. Ji bo vê yekê jî, em dixwazin tu fişarê li alîyên şer bikî bi taybet alîgirên Rêjîma Sûrîyeyî da ku agirbesteke dimdar li ser asta welat li gel awayekî çavdêrîyê û cîbicîkirineke rast bi serkirdayetîya NYyê were ferzkirin. Ev jî ji binpêkirinên rêjîmê û Rûsyayê yên berdewam bo pabendîyên wan ên berê xuya dike, ji nav wan jî ew ên ku ji Asîtanayê derketin her weha kuştina ne rewa ya sivîlan di encama operasyonên dijatîya terorê yên ku hevpeymana Navneteweyî li dijî DAIŞê pêk tîne. Rêxistinên Civaka Sivîl yên çalak ji alîkarîya di sîstemeke çavdêrîyê bêalî û rast, amade ye, lê pêdivîya me bi teqezkirina rola NYyê heye her weha divabe paqijî û bêalîtîya çavdêrîya agirbestê were garantîkirin.
  • Garantîkirina bidestxistina pêşketineke berbiçav der barê gihaştina alîkarîyên mirovî, dosyaya girtîyan û koçkirina bi neçarî de, di danûstendinên Cinêvê de. Em doza xwedîderketina li erkê xwe ji te dikin her weha garantîkirina bidestxistina pêşketinê di dosyaya girtîyan de bi rêya dabînkirina (a) planeke serbestkirina girtîyan û ne tenê bedêlkieina dîlan li ser asteke teng; (b) agahîyan der barê çarenûsa hemû Sûrîyeyîyên ku bi neçarî hatine windakirin de; (c) gihaştina çavdêrên navdewletî bo hemû girtîgehan û (ç) rawestandina bidarvekirinê bi taybet li girtîgehên ewlehî û leşkerî yên girêdayî rêjîmê her weha yên ku ji alîyê grûpên çekdar ve tên birêvebirin.

tu wekî şanderê NYyê yê taybet bo Sûrîyey dikarî bi danûstendinên Cinêvê yên têkçûyî re alîkar be û berê wan bide rêyeke cidî ku dikeve xizmeta pêdivîyên gelê Sûrîyeyê û daxwazên wan.  Rêxistinên civaka sivîl ên Sûrîyeyî û jêrîmzeker, ji bo alîkarîya di vî karî de amade ne lê pêdivîya me bi te û civaka navdewletî heye da ku pêvajoyeke rast ku Sûrîyeyeke demoqrat, azad û dadmend bo hemû Sûrîyeyîyan were avakirin.

Îmzeker:

  1. Alaa Bestine
  2. Aştî û Dadmendî li Sûrîyeyê
  3. Berevanîya sivîl Li bajarê Newayê
  4. Beytuna Sûrîye
  5. Bijîşkên di bin Bombebaranê de
  6. Birêveberîya Ewqafê Deraaya Azad
  7. Birêveberîya Giştî ya Avdana Azad li Deraa û Qunêtirayê
  8. Birêveberîya Giştî ya Karên Sivîlane li Deraa û Qunêtirayê
  9. Birêveberîya Hatûçûna Azad li Deraayê
  10. Birêveberîya Karên Avakirina Azad li Deraayê
  11. Birêveberîya Karûbarên Malbatan li Navçeya Başûrî
  12. Birêveberîya Karûbarên Malbatê Li Deraayê
  13. Birêveberîya Navçeya Inxilê
  14. Civaka Jinûhizirîn û Avakirinê (Rethink Rebuild Society)
  15. Desteya Dadgehî li Inxilê
  16. Desteya Omerî ya Dadmendîya Veguhêz
  17. Desteya Sûrîyeyî ya Ragihandinê
  18. Dibistana Zarokên şehîdan li Newayê
  19. Elyewm Eltalî
  20. Encumena Bîr Ecemê
  21. Encumena Birêveberîya şoreşê li Deraayê
  22. Encumena Birêvebirîya şoreşê li Bajarê Inxilê
  23. Encumena Cibasa Elxeşebê
  24. Encumena Cibayê
  25. Encumena Dêr Eledesê ya Navxweyî
  26. Encumena Dêr Makirê
  27. Encumena Dorînê
  28. Encumena Elbiwêdeyê
  29. Encumena êlên Cebel Elerebê
  30. Encumena êlên Elecat û Horanê
  31. Encumena Elkomê
  32. Encumena Elmalê
  33. Encumena Elqisêbeyê
  34. Encumena Elrefîdê
  35. Encumena Hewd Elyermûkê
  36. Encumena Kampa Deraayê
  37. Encumena Kefer şemsê ya Navxweyî
  38. Encumena Kenakirê
  39. Encumena Koçberên Zarokên Qunêtirayê ji Gundewarê same
  40. Encumena Kodeneyê
  41. Encumena Meshereyê
  42. Encumena Navxweyî ya bajarê Besr Elherîrê
  43. Encumena Navxweyî ya bajarê Casimê
  44. Encumena Navxweyî ya Bajarê Inxilê
  45. Encumena Navxweyî ya bajarê Inxilê
  46. Encumena Navxweyî ya bajarê Izriê
  47. Encumena Navxweyî ya bajarê Newayê
  48. Encumena Navxweyî ya Bajarê şêx Miskîn yê dagîrkirî
  49. Encumena Navxweyî ya Bajarê Tefesê
  50. Encumena Navxweyî ya bajarokê Alîyayê
  51. Encumena Navxweyî ya bajarokê Bikarê
  52. Encumena Navxweyî ya bajarokê Cibabê
  53. Encumena Navxweyî ya bajarokê Dailê
  54. Encumena Navxweyî ya bajarokê Dêr Elbextê
  55. Encumena Navxweyî ya bajarokê Elbiwêrê
  56. Encumena Navxweyî ya bajarokê Elcîzeyê
  57. Encumena Navxweyî ya bajarokê Elmayê
  58. Encumena Navxweyî ya bajarokê Eqerbayê
  59. Encumena Navxweyî ya bajarokê Eybê
  60. Encumena Navxweyî ya bajarokê Hêtê
  61. Encumena Navxweyî ya bajarokê Ibtiê
  62. Encumena Navxweyî ya bajarokê Idwanê
  63. Encumena Navxweyî ya bajarokê Kefer Nasicê
  64. Encumena Navxweyî ya bajarokê Kereka Rojhilatî
  65. Encumena Navxweyî ya bajarokê Mehceyê
  66. Encumena Navxweyî ya bajarokê Milêhaya Rojavayî
  67. Encumena Navxweyî ya bajarokê Misîkeyê
  68. Encumena Navxweyî ya bajarokê Nahteyê
  69. Encumena Navxweyî ya bajarokê Namirê
  70. Encumena Navxweyî ya bajarokê Nemirê
  71. Encumena Navxweyî ya bajarokê Nesîbê
  72. Encumena Navxweyî ya bajarokê Niêmeyê
  73. Encumena Navxweyî ya bajarokê Sehweyê
  74. Encumena Navxweyî ya bajarokê şêx Saedê
  75. Encumena Navxweyî ya Bajarokê Seydayê
  76. Encumena Navxweyî ya bajarokê Tibîyeyê
  77. Encumena Navxweyî ya bajarokê Um Elosecê
  78. Encumena Navxweyî ya bajarokê Xarîyaya Rojhilatî
  79. Encumena Navxweyî ya bajarokê Xisimê
  80. Encumena Navxweyî ya Fiqêiê
  81. Encumena Navxweyî ya Gundê Kihêlê
  82. Encumena Navxweyî ya gundê Licahê Bakurî
  83. Encumena Navxweyî ya Gundê Milêhe Eleteşê
  84. Encumena Navxweyî ya Gundê Mitaiyeyê
  85. Encumena Navxweyî ya Gundê şeraaê
  86. Encumena Navxweyî ya Gundê Zemrînê
  87. Encumena Navxweyî ya Koçberên Hewd Elyermûkê
  88. Encumena Nebi Elsexirê
  89. Encumena Parêzgeha Deraaya Azad
  90. Encumena Parêzgeha Qunêtiraya Azad
  91. Encumena Qehtanîyeyê
  92. Encumena Rojavayê Deraayê
  93. Encumena Seseyê li Gundewarê same
  94. Encumena Siwêseyê
  95. Encumena şoreşgerî li Inxilê
  96. Encumena Sûrîyeyî – Amerîkî
  97. Encumena Um Batineyê
  98. Encumena Xan Ernebeyê
  99. Encumena Xedîr Elbustanê
  100. Grûpa Kar ji bo girtîyên Sûrîyeyî
  101. Grûpa Kar ji bo Sûrîyeyî
  102. Grûpa Sinbule ya Hinkirin û Geşepêdanê
  103. Hevgirtina Dibistanên Nifşên Inxilê
  104. Hevgirtina Parêzerên Sûrîyeyî yên Azad
  105. Hevgirtina Rêxistinên Civaka Sivîl
  106. Hevrêzkarîya Elbabê
  107. Hulm Elyasemîn
  108. Jin Nuha ji bo Geşepêdanê
  109. Komeleya Berbanga Jina Sûrîyeyî (Hewa)
  110. Komeleya Bijîşkî ya Sûrîyeyî – Amerîkayî
  111. Komeleya Dengê Jinê
  112. Komeleya Jina Sûrîyeyî ya Aştîyê
  113. Komeleya Jina Sûrîyeyî ya Geşepêdanê li qunêtirayê
  114. Komeleya Piştgirîya Sûrîyeyê li Mirnîşînên Yekgirtî
  115. Komeleya Sûrîyeyî li Yorkşayirê
  116. Mihemed Elxelîlî
  117. Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan li Sûrîyeyê
  118. Navenda Elcibaye ya xwendinan li Newayê
  119. Navenda şêwermendîya Qanûnî li Deraayê
  120. Navenda Sûrîyeyî ya Dadgehkirinê û çareserkirina Nakokîyan li Newayê
  121. Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê
  122. Nexweşxaneya şehîd Xelef Elxersan
  123. Nuhe Elqemşe
  124. Nuqtet Bîdaye
  125. Odeya Gornîka 37 bo dadmendîya Navdewletî
  126. Ofîsa Bibelegkirinê û Karûbarên Sivîlan li Cîzeyê
  127. Ofîsa Bibelegkirinê û Karûbarên Sivîlan li Hirakê
  128. Ofîsa Bibelegkirinê û Karûbarên Sivîlan li Hîranê
  129. Ofîsa Bibelegkirinê û Karûbarên Sivîlan li Newayê
  130. Ofîsa Bibelegkirinê û Karûbarên Sivîlan li Swîseyê
  131. Ofîsa Bibelegkirinê û Karûbarên Sivîlan li Tefesê
  132. Ofîsa Bibelgekirinê û Cebirandina Ziyanan (Malên Wêrankirî)
  133. Ofîsa Bibelgekirinê û Karûbarên Sivîlan li Besrayê
  134. Ofîsa Ewlehîyê li Newayê
  135. Ofîsa Geşepêdana Navxweyî û Piştgirîya Projeyên Piçûk
  136. Programê Avakirina Qanûnî ya Sûrîyeyî
  137. Rêveberîya Perwerdehîyê ya Azad li Deraayê
  138. Rêveberîya Serjimarîyê ya Azad li Deraayê
  139. Rêveberîya Tendirustîyê ya Azad li Deraayê
  140. Rêxistina Kiş Melikê
  141. Sazîya Bedailê
  142. Sazîya Besematê ya Geşepêdanê
  143. Sazîya Bizret Nemaa
  144. Sazîya Giştî ya Dexlan beşê Deraaya Azad
  145. Sazîya Hawarçûn û Geşepêdana Mirovî ya Sûrîyeyî – Nejdet Naw
  146. Sazîya Newayê ya Ragihandinê
  147. Sazîya Rêxistinên Civaka Sivîl ên Sûrîyeyî
  148. Sazîya Sewayê
  149. Senaa Mustefa
  150. Sendîkeya Aborînasên Azad li Deraayê
  151. Sendîkeya Bijîşkên Ajalan
  152. Sendîkeya Bijîşkên Deraaya Azad
  153. Sendîkeya Ebdezyarên Azad li Qunêtirayê
  154. Sendîkeya Endezyarên Azad li Deraayê
  155. Sendîkeya Endezyarên çandinîyê li Deraayê
  156. Sendîkeya Endezyarên çandinîyê li Qunêtirayê
  157. Sendîkeya Mamosteyên Sûrîyeyê yên Azad
  158. Sendîkeya Parêzerên Azad li Deraayê
  159. Sendîkeya Parêzerên Azad li Qunêtirayê
  160. Sendîkeya Rêxistinên alîkarîya Bijîşkî û Hewarçûnê
  161. Sewaya Geşepêdan û Alîkarîyê
  162. Skotland bo Sûrîyeyê
  163. Tevgera Sûrîyeyî ya Aştîyane
  164. Tora Hawarçûna Sûrîyeyê
  165. Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan
  166. Wetenî lî
  167. Wezareta Rêveberîya Navxweyî
  168. Zad
  169. Zeytûn