169 rêxistinên Civaka Sivîl ên Sûrîyeyî doza mabûna veguhstina siyasî wekî xaleke sereke di danûstendinên Cinêvê de dikin
{4ê Tebaxa 2017an} di nameyekê de ku dîroka 2yê Tebaxê li ser hatiye nivîsîn û ji şanderê NYyê yê taybet bo Sûrîyeyê Stefan De Mestura re hatiye şandin, 169 rêxistinên civaka sivîl ên Sûrîyeyî û çalakvanên wan, mijara têkçûna danûstendinên Cinêvê di bidestxistina pêşketineke berbiçav û alîkarîyan Sûrîyeyîyan de ronî kirine, her weha ji NYyê xwestine ku mijara bidawîanîna şer bike pêşikî di danûstendinan de.
Gerên Dawî ji danûstendinên Cinêvê bi serkirdayetîya NYyê bi awayekî metirsîdar hatin astengkirin ji ber forma pêvajoyê hate berçavgirtin û dozen bingehîn, bandora rûxanker ya kirdeyên Navdewletî û nebûna vîna siyasî hatin paşguhkirin, li gel ku êş li Sûrîyeyê berdewam dikin.
Îmzeker dibêjin: “Mixabin, danûstendinên Cinêvê, ne aştî, ne jî parastin ji gelê Sûrîyeyê yê xapandî ji ber danûstendinên binketî re peyda kir. Em jî li ser tersê vî tiştî rijd in ji ber ku bêyî piştgirîya civaka sivîl, tu lihevkirineke siyasî ya domdar û rewa çênabe û pêvajoya ku nuha bi rê ve diçe, pêdivîya wê bi piştgirîya me heye. Pêşikîya civaka sivîl a Sûrîyeyî ew e bidestxistina veguhestineke gişgir bo Sûrîyeyeke Azad û Demoqrat.”
169 rêxistin û çalakvanên Civaka Sivîl Ji şanderê NYyê yê Taybet bo Sûrîyeyê Stefan De Mestura Dixwazin ku:
- Berî her tiştî divabe danûstendinên Cinêvê bikevin xizmeta berjewendîyên Sûrîyeyîyan de û bi awayekî têkûz ji hêla alîyên navdewletî ve neyê birêvebirin. Pêdivîya vê yekê jî bi jinûronîkirina veguhestina siyasî li gor biryara Encumena Ewlekarîyê ya NYyê 2254 heye.
- Sûdgirtina ji rewatîya Civaka Sivîl a Sûrîyeyî û rola wê ya balkêş bo garantîkirina lihevkirineke siyasî ya domdar li Sûrîyeyê. Ev jî bikaranîna jêhatinên civaka sivîl der barê her çar xalan de bo bipêşketina di danûstendinan de û çûna ber bi gengeşeyên cidî ve bo veguhestinê, li xwe digire. Civaka sivîl a Sûrîyeyî bi tenê dikare pejirandinekê berfireh li ser erdê bo çi lihevkirineke siyasî be, biafirîne.
- Doza cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekarîyê yên parastina sivîlan da ku danûstendinên Cinêvê domdar bin. Ji bo vê yekê jî, em dixwazin tu fişarê li alîyên şer bikî bi taybet alîgirên Rêjîma Sûrîyeyî da ku agirbesteke dimdar li ser asta welat li gel awayekî çavdêrîyê û cîbicîkirineke rast bi serkirdayetîya NYyê were ferzkirin.
- Garantîkirina bidestxistina pêşketineke berbiçav der barê gihaştina alîkarîyên mirovî, dosyaya girtîyan û koçkirina bi neçarî de, di danûstendinên Cinêvê de. Em doza xwedîderketina li erkê xwe ji te dikin her weha garantîkirina bidestxistina pêşketinê di dosyaya girtîyan de bi rêya dabînkirina (a) planeke serbestkirina girtîyan û ne tenê bedêlkieina dîlan li ser asteke teng; (b) agahîyan der barê çarenûsa hemû Sûrîyeyîyên ku bi neçarî hatine windakirin de; (c) gihaştina çavdêrên navdewletî bo hemû girtîgehan û (ç) rawestandina bidarvekirinê bi taybet li girtîgehên ewlehî û leşkerî yên girêdayî rêjîmê her weha yên ku ji alîyê grûpên çekdar ve tên birêvebirin.
Tu dikarî nameyê bi temamî li gel lîsteya îmzekeran li vir bibîne:
Mamosta Stefan De Mestura
Şanderê Neteweyên Yekbûyîyê yê taybet bo Sûrîyeyê
Çapek bo:
Emîndarê NYyê yê Giştî
Endamên Encumena Ewlekarîyê yên NYyê
Şanderên Grûpa Navdewletî ya Piştgirîya Sûrîyeyê
Balyozên Yekîtîya Ewropayê yên Komîta Ewlekarî û Siyasî
2yê Tebaxê
Birêz
Em vê nivîsê ji te re rê dikin weke berdewamîyeke gera heftemîn ya danûstendinên aştîyê li şûna rêxistinên civaka sivîl ên Sûrîyeyî yên jêrîmzeker yên ku di rewşeke pir xirab de ji bo xweşkirina rewşa bi melyonên Sûrîyeyîyan kar dikin. em nûnertîya dengên li ser erdê dikin û me li hemû alîyên welêt di warê alîkarîya pijîşkî, mirovî, perwerdehî, azadîya derbirînê, alîkarîya jin û ciwanan, lêpirsîn û dadmendîyê de kar kiriye û ev yek careke din rola sereke ya ku civaka sivîl weke berevanekî di ber Sûrîyeyeke Demoqrat û Gişgir de digerîne, teqez dike.
Rêxistinên civaka sivîl weke faktoreke sereke bo Sûrîyeyîn ku di nav rêjîmeke dektator û tundîyê de dorpêçkirî mane, bi hêz piştgirîya karên bidawîkirina şer li Sûrîyeyê dikin. Ji lew re, hejmareke nûnerên me di danûstendinên Sûrîyeyî – Sûrîyeyî de, di çarçoveya odeya piştgirîya civaka sivîl de, beşdar bûn, her weha ew di piştgirîya danûstendinên aştîyê de li Cinêvê di nav opozisyona Sûrîyeyî û Rêjîmê de çalak bûn.
Mixabin, danûstendinên Cinêvê, ne aştî, ne jî parastin ji gelê Sûrîyeyê yê xapandî ji ber danûstendinên binketî re peyda kir. Em jî li ser tersê vî tiştî rijd in ji ber ku bêyî piştgirîya civaka sivîl, tu lihevkirineke siyasî ya domdar û rewa çênabe û pêvajoya ku nuha bi rê ve diçe, pêdivîya wê bi piştgirîya me heye. Pêşikîya civaka sivîl a Sûrîyeyî ew e bidestxistina veguhestineke gişgir bo Sûrîyeyeke Azad û Demoqrat. Em tev li ser vê encamê li hev dikin ku ew bi xwe bingeha pêvajoya aştîyê li Cinêvê ye ku di biryara encumena Ewlekarîyê ya NYyê de ya 2245 de behsa wê hatiye kirin her weha di erkdarkirina te de weke şanderê NYyê yê taybet bo Sûrîyeyê de hatiye teqezkirin.
Em pêşbînî dikin ku hemi alî li Cinêvê – hun jî ji nav wan- ji bo vê armancê kar bikin û tev li danûstendinine cidî bibin. Ev dema ku li ser gengeşeyên der barê pêvajoyê de ji dema lihevkirineke siyasî xwedî rastî bo nêzîkbûna ji demoqrasîyê dixwe her weha karên civaka navdewletî yên dijatîya terorê li Sûrîyeyê jî asteng dike. Çalakîyên civaka sivîl bo dijatîya tundrewîyê giring in. dengên navîn – weke yên ku em nûnertîya wan dikin- dikarin di rûyê hêzên tundrew de bisekirinin û valahîya li ser erdê dagirin. Lê da ku em karibin vê yekê bikin, pêdivîya me bi parastina civaka navdewletî heye da ku em bi gelê xwe re alîkar bin û xizmeta wî bikin. Ji lew re pêwîst e danûstendinên Cinêvê pîşikîyê bidin parastina sivîlan û di encamê de danûstendinên cinêvê bigihên aştîyê li Sûrîyeyê.
Me ji destpêka danûstendinên Cinêvê de fişar kiriye da ku roleke ma ya bi bandor di çêkirina pêvajoyê de hebe ji ber ku têkilîyên me li ser erdê fireh in. ji lew re em pêşwazîyê li karên opozisyona Sûrîyeyî dikin ku dixwazin endamtîya xwe fireh bikin ji ber ku armanceke me ya hevbeş di cîbicîkirina veguhestineke siyasî li gor qanûna mirovî ya navdewletî heye. Lê hejmareke endamên civaka sivîl, ji ber hewldanên hin alîyên navdewletî yên destnîşankirina kesên ku dê li ser maseyê rûnin, bitirs in. da ku danûstendinên Cinêvê bi rastî gişgir bin û bi birêveberîyeke Sûrîyeyî bin, divabe ew pêşî li gor nerînên gelê Sûrîyeyî bin da ku veguhestinek bo Sûrîyeyeke azad û demoqrat were pêkanîn. Rêdana ji bo alîyên navdewletî da ku ew jî pîşikîyên karên xwe destnîşan bikin, tenê lawazî xist danûstendinan de û erkên wê yên sereke jî guhert.
Weke nûnerên civaka sivîl a Sûrîyeyî, em doza van yekan ji te dikin:
- Berî her tiştî divabe danûstendinên Cinêvê bikevin xizmeta berjewendîyên Sûrîyeyîyan de û bi awayekî têkûz ji hêla alîyên navdewletî ve neyê birêvebirin. Pêdivîya vê yekê jî bi jinûronîkirina veguhestina siyasî li gor biryara Encumena Ewlekarîyê ya NYyê 2254 heye. Civaka Navdewletî û her pênc endamên dayim du Encumena Ewlekarîyê de teqez kirine ku armanca danûstendinên Cinêvê ya sereke ew e veguhestin. Bo pêkanîna vê armancê em doza bikaranîna serwerîya te bi awayekî cidî ji bo sezakirina alîyên danûstendina yên ku astengîya dixin rêya danûstendinan de, dikin.
- Sûdgirtina ji rewatîya Civaka Sivîl a Sûrîyeyî û rola wê ya balkêş bo garantîkirina lihevkirineke siyasî ya domdar li Sûrîyeyê. Ev jî bikaranîna jêhatinên civaka sivîl der barê her çar xalan de bo bipêşketina di danûstendinan de û çûna ber bi gengeşeyên cidî ve bo veguhestinê, li xwe digire. Civaka sivîl a Sûrîyeyî bi tenê dikare pejirandinekê berfireh li ser erdê bo çi lihevkirineke siyasî be, biafirîne.
- Doza cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekarîyê yên parastina sivîlan da ku danûstendinên Cinêvê domdar bin. Ji bo vê yekê jî, em dixwazin tu fişarê li alîyên şer bikî bi taybet alîgirên Rêjîma Sûrîyeyî da ku agirbesteke dimdar li ser asta welat li gel awayekî çavdêrîyê û cîbicîkirineke rast bi serkirdayetîya NYyê were ferzkirin. Ev jî ji binpêkirinên rêjîmê û Rûsyayê yên berdewam bo pabendîyên wan ên berê xuya dike, ji nav wan jî ew ên ku ji Asîtanayê derketin her weha kuştina ne rewa ya sivîlan di encama operasyonên dijatîya terorê yên ku hevpeymana Navneteweyî li dijî DAIŞê pêk tîne. Rêxistinên Civaka Sivîl yên çalak ji alîkarîya di sîstemeke çavdêrîyê bêalî û rast, amade ye, lê pêdivîya me bi teqezkirina rola NYyê heye her weha divabe paqijî û bêalîtîya çavdêrîya agirbestê were garantîkirin.
- Garantîkirina bidestxistina pêşketineke berbiçav der barê gihaştina alîkarîyên mirovî, dosyaya girtîyan û koçkirina bi neçarî de, di danûstendinên Cinêvê de. Em doza xwedîderketina li erkê xwe ji te dikin her weha garantîkirina bidestxistina pêşketinê di dosyaya girtîyan de bi rêya dabînkirina (a) planeke serbestkirina girtîyan û ne tenê bedêlkieina dîlan li ser asteke teng; (b) agahîyan der barê çarenûsa hemû Sûrîyeyîyên ku bi neçarî hatine windakirin de; (c) gihaştina çavdêrên navdewletî bo hemû girtîgehan û (ç) rawestandina bidarvekirinê bi taybet li girtîgehên ewlehî û leşkerî yên girêdayî rêjîmê her weha yên ku ji alîyê grûpên çekdar ve tên birêvebirin.
tu wekî şanderê NYyê yê taybet bo Sûrîyey dikarî bi danûstendinên Cinêvê yên têkçûyî re alîkar be û berê wan bide rêyeke cidî ku dikeve xizmeta pêdivîyên gelê Sûrîyeyê û daxwazên wan. Rêxistinên civaka sivîl ên Sûrîyeyî û jêrîmzeker, ji bo alîkarîya di vî karî de amade ne lê pêdivîya me bi te û civaka navdewletî heye da ku pêvajoyeke rast ku Sûrîyeyeke demoqrat, azad û dadmend bo hemû Sûrîyeyîyan were avakirin.
Îmzeker:
- Alaa Bestine
- Aştî û Dadmendî li Sûrîyeyê
- Berevanîya sivîl Li bajarê Newayê
- Beytuna Sûrîye
- Bijîşkên di bin Bombebaranê de
- Birêveberîya Ewqafê Deraaya Azad
- Birêveberîya Giştî ya Avdana Azad li Deraa û Qunêtirayê
- Birêveberîya Giştî ya Karên Sivîlane li Deraa û Qunêtirayê
- Birêveberîya Hatûçûna Azad li Deraayê
- Birêveberîya Karên Avakirina Azad li Deraayê
- Birêveberîya Karûbarên Malbatan li Navçeya Başûrî
- Birêveberîya Karûbarên Malbatê Li Deraayê
- Birêveberîya Navçeya Inxilê
- Civaka Jinûhizirîn û Avakirinê (Rethink Rebuild Society)
- Desteya Dadgehî li Inxilê
- Desteya Omerî ya Dadmendîya Veguhêz
- Desteya Sûrîyeyî ya Ragihandinê
- Dibistana Zarokên şehîdan li Newayê
- Elyewm Eltalî
- Encumena Bîr Ecemê
- Encumena Birêveberîya şoreşê li Deraayê
- Encumena Birêvebirîya şoreşê li Bajarê Inxilê
- Encumena Cibasa Elxeşebê
- Encumena Cibayê
- Encumena Dêr Eledesê ya Navxweyî
- Encumena Dêr Makirê
- Encumena Dorînê
- Encumena Elbiwêdeyê
- Encumena êlên Cebel Elerebê
- Encumena êlên Elecat û Horanê
- Encumena Elkomê
- Encumena Elmalê
- Encumena Elqisêbeyê
- Encumena Elrefîdê
- Encumena Hewd Elyermûkê
- Encumena Kampa Deraayê
- Encumena Kefer şemsê ya Navxweyî
- Encumena Kenakirê
- Encumena Koçberên Zarokên Qunêtirayê ji Gundewarê same
- Encumena Kodeneyê
- Encumena Meshereyê
- Encumena Navxweyî ya bajarê Besr Elherîrê
- Encumena Navxweyî ya bajarê Casimê
- Encumena Navxweyî ya Bajarê Inxilê
- Encumena Navxweyî ya bajarê Inxilê
- Encumena Navxweyî ya bajarê Izriê
- Encumena Navxweyî ya bajarê Newayê
- Encumena Navxweyî ya Bajarê şêx Miskîn yê dagîrkirî
- Encumena Navxweyî ya Bajarê Tefesê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Alîyayê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Bikarê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Cibabê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Dailê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Dêr Elbextê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Elbiwêrê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Elcîzeyê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Elmayê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Eqerbayê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Eybê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Hêtê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Ibtiê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Idwanê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Kefer Nasicê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Kereka Rojhilatî
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Mehceyê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Milêhaya Rojavayî
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Misîkeyê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Nahteyê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Namirê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Nemirê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Nesîbê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Niêmeyê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Sehweyê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê şêx Saedê
- Encumena Navxweyî ya Bajarokê Seydayê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Tibîyeyê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Um Elosecê
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Xarîyaya Rojhilatî
- Encumena Navxweyî ya bajarokê Xisimê
- Encumena Navxweyî ya Fiqêiê
- Encumena Navxweyî ya Gundê Kihêlê
- Encumena Navxweyî ya gundê Licahê Bakurî
- Encumena Navxweyî ya Gundê Milêhe Eleteşê
- Encumena Navxweyî ya Gundê Mitaiyeyê
- Encumena Navxweyî ya Gundê şeraaê
- Encumena Navxweyî ya Gundê Zemrînê
- Encumena Navxweyî ya Koçberên Hewd Elyermûkê
- Encumena Nebi Elsexirê
- Encumena Parêzgeha Deraaya Azad
- Encumena Parêzgeha Qunêtiraya Azad
- Encumena Qehtanîyeyê
- Encumena Rojavayê Deraayê
- Encumena Seseyê li Gundewarê same
- Encumena Siwêseyê
- Encumena şoreşgerî li Inxilê
- Encumena Sûrîyeyî – Amerîkî
- Encumena Um Batineyê
- Encumena Xan Ernebeyê
- Encumena Xedîr Elbustanê
- Grûpa Kar ji bo girtîyên Sûrîyeyî
- Grûpa Kar ji bo Sûrîyeyî
- Grûpa Sinbule ya Hinkirin û Geşepêdanê
- Hevgirtina Dibistanên Nifşên Inxilê
- Hevgirtina Parêzerên Sûrîyeyî yên Azad
- Hevgirtina Rêxistinên Civaka Sivîl
- Hevrêzkarîya Elbabê
- Hulm Elyasemîn
- Jin Nuha ji bo Geşepêdanê
- Komeleya Berbanga Jina Sûrîyeyî (Hewa)
- Komeleya Bijîşkî ya Sûrîyeyî – Amerîkayî
- Komeleya Dengê Jinê
- Komeleya Jina Sûrîyeyî ya Aştîyê
- Komeleya Jina Sûrîyeyî ya Geşepêdanê li qunêtirayê
- Komeleya Piştgirîya Sûrîyeyê li Mirnîşînên Yekgirtî
- Komeleya Sûrîyeyî li Yorkşayirê
- Mihemed Elxelîlî
- Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan li Sûrîyeyê
- Navenda Elcibaye ya xwendinan li Newayê
- Navenda şêwermendîya Qanûnî li Deraayê
- Navenda Sûrîyeyî ya Dadgehkirinê û çareserkirina Nakokîyan li Newayê
- Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê
- Nexweşxaneya şehîd Xelef Elxersan
- Nuhe Elqemşe
- Nuqtet Bîdaye
- Odeya Gornîka 37 bo dadmendîya Navdewletî
- Ofîsa Bibelegkirinê û Karûbarên Sivîlan li Cîzeyê
- Ofîsa Bibelegkirinê û Karûbarên Sivîlan li Hirakê
- Ofîsa Bibelegkirinê û Karûbarên Sivîlan li Hîranê
- Ofîsa Bibelegkirinê û Karûbarên Sivîlan li Newayê
- Ofîsa Bibelegkirinê û Karûbarên Sivîlan li Swîseyê
- Ofîsa Bibelegkirinê û Karûbarên Sivîlan li Tefesê
- Ofîsa Bibelgekirinê û Cebirandina Ziyanan (Malên Wêrankirî)
- Ofîsa Bibelgekirinê û Karûbarên Sivîlan li Besrayê
- Ofîsa Ewlehîyê li Newayê
- Ofîsa Geşepêdana Navxweyî û Piştgirîya Projeyên Piçûk
- Programê Avakirina Qanûnî ya Sûrîyeyî
- Rêveberîya Perwerdehîyê ya Azad li Deraayê
- Rêveberîya Serjimarîyê ya Azad li Deraayê
- Rêveberîya Tendirustîyê ya Azad li Deraayê
- Rêxistina Kiş Melikê
- Sazîya Bedailê
- Sazîya Besematê ya Geşepêdanê
- Sazîya Bizret Nemaa
- Sazîya Giştî ya Dexlan beşê Deraaya Azad
- Sazîya Hawarçûn û Geşepêdana Mirovî ya Sûrîyeyî – Nejdet Naw
- Sazîya Newayê ya Ragihandinê
- Sazîya Rêxistinên Civaka Sivîl ên Sûrîyeyî
- Sazîya Sewayê
- Senaa Mustefa
- Sendîkeya Aborînasên Azad li Deraayê
- Sendîkeya Bijîşkên Ajalan
- Sendîkeya Bijîşkên Deraaya Azad
- Sendîkeya Ebdezyarên Azad li Qunêtirayê
- Sendîkeya Endezyarên Azad li Deraayê
- Sendîkeya Endezyarên çandinîyê li Deraayê
- Sendîkeya Endezyarên çandinîyê li Qunêtirayê
- Sendîkeya Mamosteyên Sûrîyeyê yên Azad
- Sendîkeya Parêzerên Azad li Deraayê
- Sendîkeya Parêzerên Azad li Qunêtirayê
- Sendîkeya Rêxistinên alîkarîya Bijîşkî û Hewarçûnê
- Sewaya Geşepêdan û Alîkarîyê
- Skotland bo Sûrîyeyê
- Tevgera Sûrîyeyî ya Aştîyane
- Tora Hawarçûna Sûrîyeyê
- Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan
- Wetenî lî
- Wezareta Rêveberîya Navxweyî
- Zad
- Zeytûn